Hêzên rejîmê li dijî Şêx Meqsûd bombeyên kîmyayî bikar anîn
Li gor agahiyên ku peymanêrê me li Efrînê bi dest xistine, îro danê sibehê hêzên rejîmê bombeyên kîmyayî li dijî taxa Şêx Meqsûd ku ev zêdetirî 2 heftiyane tê topbarankirin, bikaranîn.
Rêveberê nexweşxaneya Avîrnê ya bajarê Efrînê Dr. Kawa Hesen di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “10 birîndarên çekên kîmyayî îro gihandine nexweşxaneyê, yek ji wan birîndaran jin bû û jiyana xwe ji dest da.”
Hesen diyar kir ku gelek kesên ku birîndar ji Helebê anîna Efîrnê. Hesen eşkere kir ku ew birîndar ji ber kişandina madeyên kîmyayî jehrî ketine û wiha got: “Birîndarên ku hatine nexweşxaneyê, ji hiş diketin, bêhna wan teng dibû, lêdana dilê wan zêde dibû û çavên wan jî dişewitîn. Ev hemû jî nîşanên kişandina madeyên kîmyayî ne.”
Di encama topbarana îro ya li Şêx Meqsûd de, bi dehan kes birîndar bûn û bi kêmanî 3 welatiyên ereb hatine kuştin.
Peyamnêrê Rûdaw hewl da navên birîndaran bi dest bixe, lê berpirsên nexweşxaneyê rê nedan.
Rudaw
