Malikî: Heger Ez Çûbam Parliyamentê Da Hemû Tişt Bidawî Bihê
Malikî di dîdarekî de bi telefiziyona Eliraqîye re ragihand, ku hevpeymanîya Niştimanî daxwaz ji wî kiriye ku neçe parliyamentê, ji bo ku rewşa siyasîya welat têkneçe.
Malikî weha jî da zanîn, ku heger ew çûba parliyamentê da hemû tiştekî aşkira bike û da şerr di nava parliyamentê de çêbibe.
Malikî weha jî da xuyakirin, ku ew ji prosesa siyasî ditirse, ji ber ku ew çûba parliyamentê da hemû tişt bidawî bihê. Weha jî got, ku heger ez ber bi parliyamentê ve çûbam lîst li nîk min hebû ku destê hinek kesan di teqînan de hebûye.
