• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Mijara Çekdanîn û Çeknedanîna PKK Heta 10 Rojên Din Diyar Dibe

Gulan Media April 11, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Mijara Çekdanîn û Çeknedanîna PKK Heta 10 Rojên Din Diyar Dibe
Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, diyar kir dê Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan ji bo çekan bang li Qendîlê bike û tu gumana Qendîlê ji çareseriya Ocalan tune ye.


Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Silhedîn Demîrtaş, şevê din di CNNTurkê de tevli bernameyek bû. Demîrtaş, li ser pêvajoya aştî û çareseriyê nêrînên xwe anîn zimên. Demîrtaş, destnîşan kir dê ji Îmraliyê bangek bê û bi banga Ocalan re hêzên gerîla paşve vekişin û wiha axivî: “Ev bangewazî dê bi hemû kîtekîtên xwe diyar be. Ger riyên demokratîk vebe, dibe ku PKK, KCK biryara xwe ya dawî ya derbarê çekan de bidin û ev yek encameke ku bi temamî çekan ji holê rakin bi xwe re bîne. Hemû rêveberên li Qendîlê di meseleya pêvajoyê de hemfikir in. Lê dibêjin heke Ocalan ji bo rêveberiya navîn peyameke rasterast bişîne dê karê wan hêsantir be.”

Demîrtaş, got Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji çaresereyê berpirsyarê yekemîn e û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan, hikûmet û muxalefet nêrînên xwe vedibêjin. Serokwezîr got ‘divê hêzên çekdar dev ji çekên xwe berdin û wisa paşve vekişin’. Ev daxuyaniyek bû, vegotina fikrek bû. Lê ev ê çêbibe çênebe nizanim.”

Silhedîn Demîrtaş, destnîşan kir ew nikare bibêje derbarê paşvekişînê dê sedî sed mutabaqatek çêbûye lê gihiştine merhaleyeke girîng. Demîrtaş, aşkera kir dê heta 10 rojan heftiyek ev mijar zelal bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qendîl bangewaziya Ocaylan bi cih tîne lê ji bo ku di vekişîna hêzan de provokasyonek çênebe, pêşniyarên xwe yên teknîkî dike. Dixwazin vekişîna paşve bibe zemîna demokratîkbûnê.”
Top