• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata têkoşerê navdar Îsmaîl Ebuş kir

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata têkoşerê navdar Îsmaîl Ebuş kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata Pêşmergeyê mandînenas Îsmaîl Ebuş

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya Pêşmergeyê her du şoreşa mezina Eylûl û Gulan, Kak Îsmaîl Ebuş gihîşt me. Xwedê jê razî kesayetî û têkoşerekî diyarê devera Zaxo bû û heta li jiyanê da bû Pêşmergeyekî dilsozê gel û welat bû û şanaziyê wê yekê jî bû ku xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir bû.

Bi vê xemgîniyê ve, xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdarim wî bîxe ber dilovaniya xwe û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.


Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08.04.2013
Top