Madrîd, Şanda Kurdistanê digel Wezîrê Derveyê Îspaniyayê Dîdar Kir
Roja 03.04.2013ê li Madrîdê Xosê Mauel Garsiya wezîrê derve yê Îspaniyayê pêşwazî li Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re ku, ji Elî Sindî wezîrê pilandananê, sefîrê Îraqê yê li Îspaniyayê û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir.
Di civînekê de pêşxistina têkeliyên siyasî û aborî di navbera her du aliyan de û ka çawa Îspaniya dikare beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistan û Îraqê de bike û tecrûbeya xwe ya zengîn a di warên cihê bo Îraq û herêma Kurdistanê neqil bike hatin gotûbêj kirin.
Wezîrê derve yê Îspaniyayê serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Madrîdê ji bona xurtkirina têkeliyan di warên cihê de, bi serdaneke giring wesif kir û got ku, hikûmeta Îspaniyayê dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Îraq û herêma Kurdistanê re berfireh bike.
Ji aliyê xwe Îmad Ehmed got ku, Îspaniya dikare roleke giring di alîkarîkirina herêma Kurdistanê de bilîze û bi tyabet li ser astê Yekêtiya Ewropa piştgiriya pirosesa demokrasî û avakirina saziyan û jêrxaniya avadankirina herêma Kurdistanê de bike.
Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji wezîrê derve yê Îspaniyayê kir ku, di warê bijênosîdanaskirina tawanên kîmiyabaran, enfalan û karesatên din yên bi serê gelê kurd de hatine li ser astê cîhanî alîkariya pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê bike.
