Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Afxanîstan li Iraqê kir
Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Afxanîstanê xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û destxweşî û pîrozbahiyê jî li Serokê Herêmê û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema wê pêşketin û guhertina ber bi çava li warê azadî raderbirîn û asayîş û xweşguzeranî û geşbûn li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye.
Paşê Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Afxanîstanê hebûna asayîşa li Kurdistanê ji bo bexşîndeyiya xweda û xemxûriya welatiyan û çav vekiriya dam û dezgehên Hikûmetê ve vegerand û balkişand li ser wê hevbeşiya kultûrî û dîrokiya Kurdistan û Afxanîstanê kir bi taybetî ku her du gelê Kurd û Afxan xweragir bûne û jêrdestê hukma dagîrkeriyê qebûl nekirine.
Mijareke dinê vê hevdîtinê de behsa pêvajoya siyasiya navçeyê û Iraqê kirin û her wiha Balyozê Afxanîstanê hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Afxanîstanê geş bibê bi taybetî li warên pêwendiyên kultûrî û medyayiyan û daxwaz kir medyakar û rewşenbîrên her du aliyan li nêzîkkirina her du welatan de rola xwe hebê.
Li beranber de Serok Barzanî pêşwaziya wê daxwazê kir û hêvî jî xwest her du gelên Afxanîstan û Kurdistanê paşarojeke geş û bi rûmet hebê.
