• Tuesday, 10 February 2026
logo

BDP: Şanda Çû Îmraliyê Ti Daxuyanîyekê Nade

BDP: Şanda Çû Îmraliyê Ti Daxuyanîyekê Nade
Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) aşkera kir, ku şanda çaremîn a partîyê ku îro danê sibê bo dîtina Ebdullah Ocalan rêberê girtîyê PKK serdana girava Îmralîyê kirine, dê di vegerê de ti daxuyanîeke rojnamevanî nedin.


Navenda giştîya BDP’ê derbarê serdana şanda çaremîn a evê partîyê bo çûna girava Îmralîyê û dîtina Ebdullah Ocalan rêberê girtîyê PKK de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Dihate çaverêkirin, ku şanda BDP di vegerê de daxuyanîyê bidin çapemeniyê, lê di daxuyaniya BDP’ê de hate diyarkirin ku şand dê derbarê hevdîtinê de ti daxuyaniyeke rojnamevanî nede. BDP’ê di daxuyanîya xwe de ragihandiye: “Şanda me ya ku îro çû Îmraliyê di dema vegerê de daxuyanî nade. Heke hewce bike em dê piştre raya giştî derbarê evê hevdîtinê de agahdar bikin. Em supasiya xwe ji bo kedkarên çapemeniyê yên li benda daxuyanîyê dikin û em hevîdarîn ku ji ber vê yeke xwe aciz nekin.”

Şanda çaremîn a BDP bo encamdana hevdîtin li gel Ocalan ji hevserokê BDP Selahedîn Demîrtaş, cîgira serokêfraksiyona BDP di parlemana Tirkiyeyê de Pervîn Buldan û Parlemanterê BDP ê Istanbul Sirri Sureya Onder pêk hatibû.
Top