• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera derxistina rojnameya "Xebat" pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera derxistina rojnameya
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar sernivîskar û rojnamevan û karmendên rojnameya Xebat a delal!

Silav û rêz...

Bi helkefta 54 saliya bi eşkere derxistina rojnameya Xebat a delal ve germtirîn pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim ji bo hewl û keda we ya bi navê gihandin û bilind ragirtina wê peyama pîroza rojnameya we li ser diçe, ku xwe li peyama neteweyî û nîştimanî da dibîne.

Rojnameya Xebat bi dirêjahiya qonaxên cûda cûda de dakokîkarekî bi hêzê mafê rewayê gelê Kurdistanê bûye û li belavkirina hişyariya neteweyî û binyadnana mirovê Kurd û xistine rûya pêdivî û mafê welatiyên Kurdistanê de rolekî ber bi çav jî dîtiye. Heman demî de ji bo beşekî zêdeyê rojnamevanan jî xwendingehek bûye, ku îro li tevgera rojnamevanî Kurdistanî da cihê destê wan diyare.

Her bi vê helkeftê ve daxwazê li we dikim wekî çawa ku cihê we yê bi rêz li cem xwêndevanan ve heye, herdem bi pîşeyiyane têkiliyê li gel rewş û pêşhatên Herêma Kurdistan û navçe û cîhanê bikin û ji bo rûnkirina pêvajoyan û dakokî kirina li destkeft û armancan sengerekî xûrt bin.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û bi sûd wergirtina wê azadiya rojnamegeriya li sayeya xwîna şehîdên Kurd û Kurdistanê hatiye holê, ji bo we hêviya serkeftin û geşbûnên zêdetir dixwazim.

Her şad û serkeftî bin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/04/2013
Top