Felekedîn Kakeyî: Helwêsta Malikî bo Pêkanîna Hikûmeta Piranî Kurd Berev Biryara Dawî Dibe
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Felekedîn Kakeyî di bêjedaneke taybetî de ji PNA re ragihand:´´ neçûna wezîrêên Kurdên hikûmeta Iraqê bo Bexdadê fişar li ser hikûmeta Iraqê dirust dike, çimku alîyên din jî bîr li ewê dikin ku ew jî neçine parleman û encûmena wezîrên Iraqê, bîr ji helwêsteke tundtir jî dikin, belê ez ji evê tênagihîjim ku aya Kurd yekalîyane ev biryar daye yan hemahengîyek heye li gel alîyên din û ji wan jî Tevgera Sedr û lîsta Eliraqîye. Vekişîna ji hikûmet û parlemanê jî her wisa hêsan nîne û 2 rê li pêşîya Kurd dimîne.´´
Felekedîn Kakeyî ku di berê wezîrê rewşenbîrya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bûye, herwisa di dirêjîya axavtinên xwe de dibêje:´´ heger Sedr û fraksiyona Eliraqîye sistîyê bikin û li dora Malikî kom bibin, di encam de Malikî dikare hikûmeta piranî pêk bihîne û hingê dê Kurd bikeve ser rêyeke din ku ew jî ewe ye ku biryara xwe ya dawî di Iraqê de bide.´´
Kakeyî tekez jî kir:´´ heger bihêt û hindek alîyên din jî wek Kurd nûnerên xwe vekişînin ji parleman û hikûmeta Iraqê, hingê opozisiyoneke berfireh li dijî Nûrî Malikî serokweîzrê Iraqê dirust dibe.´´
