• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan: Min berdin jî ez dernakevim

Ocalan: Min berdin jî ez dernakevim
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê serbest berdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan de axivî. Demîrtaş diyar kir ku Ocalan wiha gotiye: "Mesele ne azadiya min e. Ger dewlet ji min re bêje, vê hefteyê yan vê mehê tû wê serbest bêyî berdan jî ji vir dernakevim."

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş di hevpeyvînek ligel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê de li ser nîqaşên derbarê azadkirina Ocalan de agahiyek nû bi raya giştî re parve kir. Demîrtaş gotineke Ocalan a li girtîgehê ku serdana wî kiribû belav kir.

Selahedîn Demîrtaş derbarê hevdîtina xwe ya ligel rêberê PKKê Ocalan wiha got: "Di hevdîtinên me yên li Îmraliyê de ti tiştekî wî yê şînber ku bêje nebû. Tenê got, şert û mercên wî yên xebat û hevdîtinê bê derfet in."

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku Ocalan wiha got: "Mesele ne azadiya min e. Ger dewlet ji min re bêje, vê hefteyê yan vê mehê tû wê serbest bêyî berdan jî ji vir dernakevim. Ez mirovekî siyasîme û ji ber fikrên xwe yên siyasî li vê derê me. Ger ez rojekê derbikevim, ger civak azad bibe û demokrasî çêbibe, ezê derbikevim. Lê ger mesele bi azadiya min ve bê girêdan, ev ne raste."

Rudaw
Top