Li Gel ku Hatiye Vexwandin, Malikî Naçe Kombûna Parlemanê
Elî Mûsewî rawêjkarê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îro yekşembîyê ji dezgh û ajansên ragihnadinî re ragihandiye, ku serokwezîr Nûrî Malikî naçe ewê kombûna parlemanê ku biryar wiha ye sibe roja duşembîyê bo mêvandarîkirina Malikî û ji bo gengeşekirina xirabîya dosyaya ewlehîyê bihê sazkirin.
Mûsewî amaje bi ewê çendê jî kir, ku ´´renge ew (Nûrî Malikî) serokên fraksiyonan bang bike bo guftûgokirin di bareya mijarên nihênî û buwarê ewlehîyê ku nabin bi aşkira basa wan bihê kirin.´´ Mûsewî tekez kir , ku Malikî dibêje:´´ dirust nîne ku di kombûneke vekirî de basa ewê buwarê bihê kirin.´´
Parlemana Iraqê hefteya bihorî biryar da ku ji bo guftûgokirin li ser rewşa ewlehîya Bexdad a paytextê Iraqê û çend parêzgehên din, roja duşembîya evê hefteyê yanî sibe mêvandarîya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bike û ew hokarên xirabîya rewşa ewlehîyê ji wan re şirove bike.
