Esed nameyek rêkir ji 5 welatên cîhanê re
Daxwaza Esed hat, rojekê piştî ku Komkara Erebî bi fermî piştgirî da Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê.
Esed nameyek ji Brazîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Başûr`ê Afrîqayê re şand ku li ser wê yekê kar bikin, jibo dawîkirina tundûtûjîyê daku serkeftina çareserîya siyasî li Sûrîyê bi ewle bibe. Banka Cîhanî dibêje, ev her pênc welat pêşketina aborîya cîhanî birêve dibin.
Di nameya Esed ya Duh Çarşemê de li medyaya dewletê hatiyee belav kirin, Esed got: Pirsgirêk pêdivî bi vîneke navnetewî heye, jibo hemî çavkanîyên terorîzm`ê werin zuha kirin.”
Esed di dirêjîya nameya xwe de got: Sûrîye ji alîyê terorîstan ve tê armanckirin û welatên Ereb û Rojava Jî piştgirîya wan dikin.
Her weha Esed rexne li sizayên aborî yên Ewrûpa û Emerîka li ser rejîma wî kir.
Ji alîyekî din ve, rêxistinên bizavkaran ragihandin ku tundûtûjî îro li çend deverên welêt derketîye holê, di nav de Şam û herêma Qunêtra ya li ser sînorên Îsraîl`ê jî hene.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya got, serhildayan sê postên artêşê li wê herêmê kontrol kirine.
Xendan
