• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê destxweşiyê li wan aliyan dike ku li rojên Newrozê da xizmetkirina welatiyan da bi başî erkên xwe bi cîh aniye

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê destxweşiyê li wan aliyan dike ku li rojên Newrozê da xizmetkirina welatiyan da bi başî erkên xwe bi cîh aniye
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li helkeftên Adar û Newroza îsal da hêz û dezgehên asayîş û polîs û polîsê hatin û çûnê û hêzên parastina jîngehê û karmendên tendirustî û hatina hawarê û nexweşxaneyan û her wiha kareba û veguhestin û gihandin û bajarvanî û geştiyarî, erkên xwe gelek bi başî bi cîh aniye.

Bi pêwîstî dizanim spasiyekî bêpayan li wan bikim ku ji bilî wê yekê ku gelek welatiyan serî li seyrangehên Kurdistanê dabû û ji bilî hatina hejmarekî zêdeyê mîhvan û geştiyaran, wan bi serkeftî rola xwe dît û bi dilsozî erkê xwe li parastina ser û malê welatiyan bi cîh kir. Destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftinê li kar û erkên wan da dixwazim.

Her bi vê helkeftê jî spasî hemû Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê dikim ku li eniyên bergirîkirina ax û kerameta welat û ew azadî û bexteweriya niha li welat da heye li sayeya fedakarî û berxwedana wan azîzane.

Kurdistan her şad û avadan bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.03.2013
Top