amezrênerê Artêşa Azada Surîyeyê Lingekê Xwe ji Dest Da
Berpirsekî Tirkî jî ji aliyê xwe ve aşkira kir, ku birîna Esed li ser jiyana wî ne metirsîdare û ew niha li nexweşxaneyeke Tirkiyê dihê dermankirin.
Jêderên opozisyona Sûriyê dan zanîn, ku Riyad Esad li bajarê Meyadîn a li başûrê Dêrezorê ya li rojhilata Surîyeyê di encama teqîna otombêleke bombekirî de bi giranî birîndar bûye.
Riyad Esad, damezrênerê Artêşa Azad a Surîyeyê ye ku di sala 2011`an de ji bo ruxandina rêjîma Beşar Esed hatibû avakirin û yek ji efserên artêşa Surîyeyê ye ku destpêkê jê veqetyayiye. Herweha Riyad Esad li kampeke penaberan a Sûrî li ser sîrorê Tirkiyê li gel malabata xwe jiyana xwe derbas dikir.
