Herêm: Di Newrozê de 40 kes bûne qurbanî
Birêvebirê giştiyê ragihandin û peywendiyên hatûçûna Herêma Kurdistanê emîd Qadir Sidîq ji Xendanê re ragihand ku: "Li her sê rojên cejna Newrozê, ji 20-22/3 li Herêma Kurdistanê ji ber rûdanên hatûçûnê û ne pabendbûna ajovanan bi rênameyên hatin û çûnê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 38 kesên din jî birîndarbûne."
Sidîq got: "Li Hewlêrê 13 birîndar û yek kes jiyana xwe ji dest daye, li sînorê Germiyanê 7 birîndar, li parêzgeha Duhokê 7 birîndar û li Silêmaniyê jî 11 kes birîndar û du kesan jî jiyana xwe ji dest dane."
Xendan
