• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dawud Oglu: Lêborîna Îsraîlê giring e

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
Dawud Oglu: Lêborîna Îsraîlê giring e
Di hevpeyvînekê li gel kanala asmanî ya fermî a Tirkiyê TRT haberê de, wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu, hurguliyên lêborin xwestina Îsraîlê ya ji Tirkiyeyê aşkira kir û da zanîn ku eger Îsraîlê lêborîn nexwestiba, helwesta Tirkiyê nediguheriya.

Dawud Oglu diyar kir ku ji Tûrkiyeyê lêborîn xwestina Îsraîlê gelek girîng e û got: "Em di serî de heya niha li ser lêborîn xwestinê me gelekî israr kir. Ger ku lêborîn nehatiya xwestin dê ew mijar dê dewam kiriya."

Li ser pirsa “Gelo şerta yekemin lêborîn xwestin bûn. Ew şert hat cîh. Ji bo Tûrkiyeyê ew tê çi wateyê?” Dawud Oglu wiha bersiv da: “Ew lêborîn xwestin ji bo me gelek girîng bû. Çîmkî her tişt girêdayî vê bû. Lê belê ji Îsraîlê dengên cûda derket. Lê derket holê ku di vê mijarê de di warê nawnetewiyê de, di xebatên ku bixwe amade kirin de binpêkirinek zelal heye.”

Oglu got: “Ji bo ku Îsraîl were xêza hiquqa nawnetewiyê, em gelek xebitîn. Me di serî de got divê lêborîn were xwestin. Ger ku lêborîn nehatiba xwestin ew mijar dê dewam kiriba.”

Hêjayî gotinê ye berya serdana Serokê Amerîka Barak Obama, bo Îsraîlê û Rojhilata navîn di peywendiyek telefonî de ji serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho xwest ku lêborîna xwe ji serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bixwaze û peywendiyên di navbera herdu welatan asayî bibe.

Obama di peywendiya xwe ya telefonî de daye zanîn ku herdu welat (Tirkiyê - Îsraîl) ji bo Amerîkayê gelekî giringin.

Her weha wek tê zanîn ku di 31/5 ya sala 2010`an de hêzên komando yên Îsraîlê êrişî gemiya alîkariyê ya Marmarayê ku ji bo alîkariyê diçû Gazeyê kir û tê de 9 çalakvanên Tirk hatin kuştin û aloziya navbera herdu welatan destpê kir.
Top