Peyama Ocalan bo Şanda BDP: Ez dê di 21’ê Adarê de Bangeka Dîrokî Bikim
Şandeya ku tê de Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, Parlamanterên BDP’ê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder cih digre, îro serê sibehê çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şande, danê êvarê vegeriya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê şandeyê Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş axivî û peyama Ocalan bi raya giştî re parve kir.
Li gorî agahiyên ku Demîrtaş dan, Ocalan di peyama xwe de wiha gotiye: “Berî her tiştî ji hemû civaka Tirkiyeyê re silavên xwe dişînim. Pêvajoya çareseriyê berdewam dike. Armanca me demokratikkirina Tirkiyeyê ye. Ez amedekariyê dikim ku di 21’ê Adarê de bangeke dîrokî bikim. Ez dixwazim pirsgirêka çekan çareser bikim û tu kes nemire. Êdî naxwazim kesek bimire. Divê parlamentoya Tirkiyeyê û partiyên siyasî jî piştgirî bidin me. Ez di wê baweriyê de me ku dê parlamento rola (mîsyona) xwe ya dîrokî bi cih bîne.”
