Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Wezîr û Serokê Fraksiyonê Kurdistaniyan li Bexda
Her wiha ew karên siyasiyên bûne sedema afirandina rewşa niha ku bi berevajiya tewafuq û hevbeş û wan peymanane ku bûne bingeha pêvajoya siyasî û demokratiya piştî rûxandina rejîma dîktatoriya berê.
Li civînê de di derbarê çawayiya rûbirûbûna wan metirsiyên ku tadê zêde dibin danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha civînê de wê siyaseta li Bexda tê peyrew kirin red kirin ku eger berdewam bê dibê sedema darmana ji nû ve vegeriyana pêvajoya siyasî ku ewe jî li encama pabendnebûna bi prensîpa tewafuq û hevbeşî û destûr û her wiha binpêkirina wan hemû bingehên siyasî û saziyan û hevdû têgihiştinên ku bingeha binyatnana Iraqa nû bûn, hatine holê. Li civînê de tekez kirin, ew nehceya niha kar pê têkirin tenê pêwîstî bi pêwendiyên Herêmê ve tûne ku heta dê xeraptir dibê, belku li ser paşaroja welat û ew armancên gedeyên gelê Iraqê li çarçêweya kûrkirina sîstema demokratî û temamkirina binyatnana dam û dezgehên dewleta federalî da çavê wan lê heye metirsiyekî cîddiye.
Beşdarvanên civînê li ser ewe rêkkeftin ku civîn bi vekirî bimînê û dirêjepêdana wê jî hebê bi şêwirîna bi navê nirxandina komek bijardeyên pêwîst. Heman demî de hevdîtin û guftûgo jî li gel hemû aliyên pêwendîdarên pirsa Iraqê berdewam bibê ji bo rûbirûbûna wan metirsî û tehdîdên ku Iraqê li xwe girtiye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.03.2013
