BDP’ê Barzanî û Talabanî Jî Vexwend Newroza Amedê
PKK piştî ku leşker û polîsên dîl serbest berdan, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê hêviyên mezin çêbûn. Hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyek ve amadekariya makeqanûneke nû dike, li aliyê din jî çav li rê ye ku Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan jî di Newroza Amedê de banga çekberdanê li PKK’ê bike. BDP’ê ji bo pîrozbahiyên Newrozê serî li Walitîya Amedê da û niha li benda bersiva walitiyê ye. BDP amedakariyên xwe yên Newroza mezin didomîne û ji bo ku tevli Newrozê bibin ji bi qasî 2 hezar parlamenter û dîplomatan re vexwendname şand. BDP ji bo ku tevli Newroza Amedê bibin ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan heta Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji gelek kesî re vexwendnameya taybet şand. Wezarata Karên Hundir a Tirkiyeyê jî ji 38 waliyên bajaran re nameyek şand û xwest ji bo ku pîrozbahiyên Newrozê weke “mîhrîcanan” derbas bibin alîkarî bikin.Di nameyê de hate xwestin bila hêzen ewlehiyê (polîs û leşker) li dijî provokasyonan hişyar bin.
Şandeya seyemîn divê vê heftiye biçe Îmraliyê
Li gorî agahiyên ku Cîgira Serokê BDP’ê Pervîn Buldan dan, divê heyeta seyemîn jî vê heftiyê biçe Îmraliyê. Li gorî agahiyan nameya ku ji Ewropa ji bo Ebdullah Ocalan hatiye gihiştiye Tirkiyeyê. BDP niha li benda nameya Qendilê ye. Buldan diyar kir, ew hêj nizanin dê ew yan wazerat nameyan bide Ocalan û wiha axivî: “Divê em wan xalan bi hevserokên xwe re biaxivin û zelal bikin.”
