• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê konferansa bîranîna bîst û pênç saliya Jenosayda Gelê Kurd û Kîmyabarana Helebçe birêveçû

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê konferansa bîranîna bîst û pênç saliya Jenosayda Gelê Kurd û Kîmyabarana Helebçe birêveçû
Duh pênçşem 14.03.2013 Konferansa bîranîna bîst û pênç saliya Jenosayda Gelê Kurd û Kîmyabarana Helebçe bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê û bi beşdariya hejmarekî zêdeyê kesayetiyên akademî û siyasî biyanî û navxweyiya Kurdistan û Iraqê dest bi karên xwe kir.

Piştî yek xulek rawestana ji bo giyanê pakê şehîdan û sirûda nîştîmaniya Iraqê û sirûda Ey Reqîb û her wiha xwendina gotara bi xêrhatinê ji aliyê Mamosta Aram Wezîrê Karubarê Şehîdan û Enfalkiriyan, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêşî konferansê kir.

Li gotara xwe de di destpêkê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina mîhvanan kir û beşdariya hejmarekî zêdeyê xelkê biyanî li vê konferansê da ji bo gelê Kurd hêvî bexş zanî. Paşê birêz Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya enfal û qîrkirina gelê Kurd ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve her sala 1975 ve destpêkiriye û bi wendakirina 12000 Kurdên Feylî û 8000 Barzanî û 182000 Kurd li Germiyan û navçeyên din û kîmyanbarankirina Helebçe dirêjiya xwe hebûye. Şanazî jî bi wê yekê kir ku takeke ji wî gelî ku çanda xwe ya lêborînê heye. Ew gelê li raperîna 1991 da ne ket pey tolhildanê û serbazên Iraqê bi lêborînê ve vegerandin bajarên wan yê li Iraqê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya Enfal tenê pêvajoyeke serbazî nebûye belkû bernameyekî darêştî û rêkxistî ji bo ji navbirina neteweyek û nehiştina Kurd û Kurdistanê bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê berpirsiyariya wê karesata li ser gelê xwe de hatiye xiste ser şanê Hikûmetên berê yê Iraqê û bi pêwîstî zanî Hikûmeta Iraqê qerebuya wê karesatê bike ku li ser gelê Kurd da hatiye ji ber ku asewarên wê ji bo çend nifşên din jî her dimînê û li vî derbarî da civaka navdewletî jî ji wê yekê bi berpirs zanî ku yarmetiya rejîma Be'es dane û kompanyayên wan çekên kîmyawî ji bo wan dirust kirine û li beranber van tawanan de bêdeng bûne.

Li beşekî dinê axaftina xwe de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî balkişandina mezinbûna karesatê sedemekî zanî ku girêya bexta Kurd vebê û cîhan wê karesatê bizanê ku li ser gelê Kurd da hatiye û hêvî jî xwest êdî welatên biyanî navxweyîbûna kêşeyan li beranber dîktatoran da bêdeng nebin.

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmetên cîhan û dostên gelê Kurd kir bi hemû awayek hewl bidin wan karesatên li ser gelê Kurd da hatiye bi jenosayd binasênin û spasiya wan hewlan jî kir ku li nav û derveyê Kurdistanê ji bo bi jenosayd nasandina karesata enfal û kîmyabarana bajarê Helebçeyê tê dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê li gotara xwe de peyamek jî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku pêşerojê ji bîr nekin û berdewam bin li wê çanda ciwana ku wan heye ew jî çanda lêborînê ye. Ew roj jî çû êdî gelê Kurdistanê bê qîr kirin û zulmê qebûl bike yan qebûl bikîn ku azad nejîn. Gelê Kurd qurbanî daye ku bi azadî li Kurdistanê da bijî.

Serok Barzanî ji bo Kurdistanê asoyekî rûn pêşbînî kir û balkişand li ser wê yekê ku berev pêşve diçîn û venagerîn. Mijareke dinê axaftina xwe de birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Pêvajoya siyasiya Iraqê bû û hêmayê bi wê yekê da ku hemû Iraq li qeyranê daye ne ku tenê pêwendiya navbera Herêm û Hikûmeta Federal.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî balkişandina rola Kurdistanê ya li binyatnana Iraqa nû û sedema qeyranên wê yê ji bo pabendnebûna bi destûr û peymana Hewlêrê ve vegerand. Her wiha li ser wê pirsiyarê ku gelo em şerîkîn yan na tekez li wê yekê kir ku eger bersîv belê bê em westiyan ji sozên bê kiryar û pêvekbûnê qebûl nakîn eger na her kes paşeroja xwe baştir dizanê.

Li dawiya gotarê de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasî mîhvan û amadevanan kir û hêvî xwest demeke xweş li Kurdistanê da derbas bikin.

Hêjayî gotinêye li konferansa bîranîna bîst û pênç saliya jenosayda gelê Kurd û kîmyabarana Helebçe li bajarê Hewlêrê da birêz Mesûd Barzanî bi cûda cûda li gel her yek Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraq û Beyan Cebir serkirdeyê li Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û General Cey Garner kesayetiyê Emerîkî û dostê gelê Kurd û Nedîm El Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya û Peter Galbires Balyozê berê yê Emerîka û şareza li warê yasa da civiya.

Li wan hevdîtin û civînan de behsa pêvajoya siyasî û navxweyiya Kurdistanê kirin û pêşketinên aborî û siyasiyan bi awayeke erênî hate nirxandin ku li Herêma Kurdistanê da hatine holê. Her wiha pêwendiya navbera Herêma Kurdistan û cîhana derve û welatên Herêmî guftûgo kirin û li ser çawayiya pêşveçûna wan pêwendiyan axaftin.

Mijareke dinê hevdîtin û civînên birêz Serokê Herêma Kurdistanê li gel wan kesayetiyê siyasî û navdewletiyan de behsa reyên wan qeyranên kûr bû ku Iraq têda derbas dibe û helwesta dawî û nêrîna Herêma Kurdistanê ya di derbarê qeyranên Iraq û rewşa pêwendiya Herêm û Hikûmeta navendî ji bo mîhvanan şîrove kir.
Top