• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nivîsîngeha Serokwezîr Nûçeyên Çapemeniya Tirkiye Red Kir

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
Nivîsîngeha Serokwezîr Nûçeyên Çapemeniya Tirkiye Red Kir
Piştî belav kirina hin nûçeyan ji aliyê çapemaniya Tirkiyeyê ve di derbarê girtina kesek ku, birazayê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ye, evro nivîsîngeha Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ev nûçeyên han red kir.

Di daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê de hatiye nivîsandin ku, çapemeniya Tirkiyeyê behsa girtina kesek bi navê Metîn Barzanî ku birazayê Serokwezîre kiriye, em weke Nivîsîngeha Serokwezîr ev nûçeya han red dikin û dibêjin ku, ev kesê ku, hatiye girtin ti peyvendiyeke xwe bi Serokwezîrê Kurdistanê ve tuneye lêbelê tenê navên wan weke yekin.
Top