• Tuesday, 03 February 2026
logo

Naveroka peyva Serokê Herêma Kurdistanê ya Festîvala 50 saliya salvegera Şoreşa Eyluna Mezin li Zaxo

Gulan Media September 11, 2011 Nûçe
Naveroka peyva Serokê Herêma Kurdistanê ya Festîvala 50 saliya salvegera Şoreşa Eyluna Mezin li Zaxo
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên berkeftî....

Pêşmergeyên qehremanê şoreşa Eylula mezin...

Hemû amadevanên birêz..

Ji bo min şerefeke mezin bû ku hûn daweta min bikin ku ez bêm beşdariyê li gel we bikim, li rojeka wiha ya pîroz de, li cihekî wiha yê pîroz ku hêlîna şoreş û berxwedanê ye û ew jî devera Zaxo yê.

Ez spasiya we dikim ku we wê şerefê daye min, ez li vê derfetê ji vir pîrozbahiyeke germ li hemû gelê Kurdistanê dikim, bi vê yada wiha ya pîroz, birastî ku min ew Pêşmergeyên Qehreman, evên ku mayîn li jiyanê de yên li şoreşa Eylulê û tifengên xwe yên Birno ve min dît, ruheke din da min. Em birîn wan rojên sextên xebat û têkoşînê ku aha bi wê luleya Birnoyê û bi wan çengên xwe wan vê rojê dirûst kir. Ewên şehît bûyî, xwedê rehmeta xwe lê bike û bi hêviya xwedê cihê wan bihuşte û evên mayîn jî, cihê fexr û şanaziyêne ji bo min. Ew gencên ku qedrê vana dizanin qedrê xwe û qedrê milletê xwe, qedrê dîroka xwe û qedrê paşaroja xwe jî dizanin. Ewên qedrê van qehremanan nezanin wekî wê darê ne ya ku çi ra û rişe nebin û bayeke sivik jî bê dê biêxe. Ew dê wiha bin di nav Kurdistanê de. Ji ber ku eger mirov rêz û hûrmet nebê ji bo dîroka xwe ji bo xebata xwe ji bo xebata milletê xwe û rolên qehremanên milletê xwe, bi xwedê wan çi paşaroj jî nabê.

Şoreşa Eylulê şoreşeka ne tenê dijî dîktatoriyetê bû, şoreşa eylulê dîrokeka nû dirûstkir, raste şoreşa eylulê dijî dîktatoriyetê bû, lê belê şoreşek bû, ya civakî, ya kulturî, ya siyasî, bûye şoreşeka neteweyî ya her ji Xaneqînê heta Zaxo, pêkve milletê Kurd bi yek dest û yek perçebûn li yek hêzek da û çend caran çûn rejîmê Bexda da dana bûn, da îtîrafê mafê milletê Kurd bike. Kurê Zaxoyî çendîn kurên Zaxo, yên Dihokê, yên Amediyê û Şêxan, Helepçe û Xaneqîn û Qeredax şehîd bûn û çendîn kurên Xaneqînî li Helepçe û Silêmanî û Kerkûkê jî li vir li vê deverê şehîd bûn. Eve bo yekemcar bû, li dîroka milletê Kurd de, şoreşeke wiha ya neteweyî, bibê şoreşeke neteweyî, gelek caran şoreşbûn raperîn bûn, lê deverî bûn, nebûne tevgereke neteweyî, ji aliyê meydanî ve. Ji ber hindê, birastî şoreşa eylulê, dîrokeka nû dirûstkir, û li cem min ji hemûyê girîngtir şoreşa eylulê bawerî ji bo gelê Kurdistanê û ji bo her keseke Kurd dirûstkir ku bawerî bi xwe hebê. Belê em milletekîn û me maf heye û em amadene bimrin di rêya bi destxistina serkeftinê û mafên gelê xwe. Berî şoreşa eylulê, bawerî bi xwe nebû, milletê Kurd xwe gelek xerîb û bêkes dizanî, gelek xwe bi kêm dizanî beranber bi xelkê din. Lê şoreşa eylulê wê dîwarê şikand. Ez naxwazim em tu caran tuşî xururê bibîn, lê ez naxwazim tu caran Kurdekî bibînim ku xwe ji tu kesekî din kêmtir bizanê li vê dinyayê de. Ew beşerin em jî beşerin, wan mafê jiyanê heye û me jî mafê jiyanê heye, şoreşa eylulê vê yekê ji bo me îspatkir, eger milletek amadebe ji bo qurbanîdanê dê berhema xwe jî hebe û îro ev berhem berhemê wê xebatê û wê têkoşînêye û ji hemûyê girîngtir ji bo min eweye ji hemûyê girîngtir eveye ku em serbilindîn bi şoreşa eylulê ji ber ku şoreşeke pak bû, şoreşeke bi ehlaq bû, şoreşek bû, ji bo yek car jî, tu karekî dijî yasayî nehate kirin, tu karekî dijî mirovahiyê nehate kirin, li gel dijminê me jî. Ne ku mana ew bu ku me pê çenedibû, me dikaribû em gelek tiştan bikîn, lê belê şoreşek bû, raste şoreşa ehlaq jî bû. Pêşmergeyeke bi ehlaq, birayê wî li tenişta wî şehîd bû, lê êsîrek leşkerek dianî, xwarin didayê, xwedî dikir, rûmetê didayê û dianî teslîm dikir, rojek ji rojan, êsîrek nehate kuştin, ev ehlaqê bilind, eve ji bo me cihê serbilindiyê ye. Birastî baweriyeke gelek mezin bû, Partiya Demokrata Kurdistan û bi Serokayetiya Barzanî vê dîrokê dirûstkir. Her tiştekî piştî wê hatibe dirûstkirin bingeha wê şoreşa eylulê ye. Li ser wê bingehê dihête dirûstkirin.

Ez dixwazim li vir tekez li ser van qehremanan û vî milletê bikim, bi hêviya xwedê emê heta li ser nefesa xwe ya dawî emê berdewam bîn li ser rê û rêbaza wan. Ji bo min bi xwe wekî kesayetî, birastî tiştê ku ez gelek şanaziyê pê dikim, eweye ku min jî wekî Pêşmergeyekî beşdarî kiriye li şoreşa eylulê da, mezintirîn şerefe û mezintirîn serweriye ji bo min, mezintirîn qîmete li dinyayê de ji bo min. Pêwîste em berdewam qîyem û ruha şoreşa eylulê bi zindî bihêlîn, ew jî li rêya bîranînên bi vî awayîye, gelek car jî civîn û semînerin ji bo gencên me têbigihînin îro vê rewşê kesek xêr ji bo me nekiriye, ev rewş bi xwîna hezaran şehîdên qehreman wekî mînak berî ku em bêne vê holê resmê wan navê wan li hola teniştê ve hatibûn helawestin û eve mînaka hezaran şehîdên dine ku hevalên wan birayên wan jiyana xwe kirin qurbanî û hûn îro bi saya serê wan qehremanên mayî ev rewş û ev nane em dixwin. Lutfa xwedêye, lê dewla serê wan şehîdan û van qehremanê şehîd û yên zindî û yên mayiye. Eger mirov di dinyayê de wefa nebê, sifeta mirovahiyê jî li ser nabê, ewê zehmet dîtî westabûn dîtî û xebat kirî û jiyana xwe kirî qurbanî û hemû jiyana xwe çawa dihêne ji bîr kirin, çi nebê bi axaftineke xweş.

Ez dixwazim, vê helkeftê de pêşkêşî we yên birêz bikim ku me biryar daye, me nivîsek jî ji bo Serokayetiya Encumena Wezîran nivîsiye, teqdîren bi xizmet û têkoşîna vê deverê bibête îdareyek da ku baştir xizmeta vê deverê bête kirin, bi hêviya xwedê demeke nêzde dikeve warê bi cîh kirinê de, eve jî diyariya meye ji bo we li vê helkeftê da ku hun pîroz dikin.

Babeteke din ku dixwazim li vir balê bikşînim ser, ev rewşa ku ne siruştiye li ser van tixûb û sînoran, tixûba Herêmê li gel Tirkiye û li gel Îran, helbet ez dixwazim gelek rastgo bim û gelek eşkere bim beranber we û milletê Kurd û li gel hemû aliyek. Em gelek gelek pê nexweşîn û ev rewş gelek me diêşîne, heta niha zêdetirê 400 gundên Herêma Kurdistanê nehatine avadankirin, ji ber vê rewşa ne siruştî de bi taybetî yên li ser sînorê. Teqrîben ji Zaxo destpêdike heta diçe Qeladizê, me gelek hewlda û emê berdewam jî bibîn, da ku heddek ji bo vê rewşê bête danan. Dema ku me serî li Îran û Tirkiyê dayî, hun ji bo çi sînorên me bi firoke û topbarana bombebaran dikin? bersîva wan eveye dibêjin me tiştek li gel Herêmê tûne, Herêm rastiyeke, destura Iraqê îtîrafê pêkiriye, û eve rewşeke qanuniye bi nîspeta me û ji ber wê emê pêwendiyê li gel bikin, lê belê xelkekî heye, li nav axa Herêmê de û li ser tixûbê, têne xelkê me dikujin û leşkerên me pasdarên me dikujin û têne nav axa Herêmê de, yan hûn hêzên xwe bînin li ser tixûb me tu pirsgirêk li gel we tûne, yan vê xelkê tixûbê bidin bawerkirin dijî leşkerên me tevgerên bi vî awayî nekin û me tu pirsgirêk li gel we tûne, lê bên û leşkerên me bikujin pasdarên me bikujin û xelkê me bikujin û bêne nav axa Herêmê de em neçarîn parastina xwe bikin. Eve behaneyeke ku dikeve destê wan de, eger ev behaneya wan nebê, ew nikarin bi vî awayî sînorên Herêma Kurdistanê topbaran bikin, eger kirin dê li ser wan giran rawestê. Me gelek hewlda bi xweşî û têgihiştin û diyalogê û hevdîtinê çi li gel PKK û çi li gel PJAK jî. Hun jî rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigrin, em li gel mafê milletê Kurdin, em nabêjîn xebata xwe nekin lê bawer bikin dema şerê nemaye, şerkirina li vê qonaxê de ziyana wê bêhtire. Dema mecala te hebê tu li Enqere li nav Parlemena Tirkiye bi sîh çil pêncih parlementerên te hebin tu li wir şerê xwe bike, li wir şerê xwe bike tê sed beranberî van destkeftan bi dest bixî, dinya hemû dê agahdarî rewşa te bibe, mumkîne berî bîst sal sih sal çil sal, em mecbur bûn wekî tevgereke rizgarîxwaza Kurdistanê her parçeyek tu şerê xwe bikî bike ji ber ku şerê man û nemanê bû, şerê parastina nasnameya neteweyî bû, me ji wê qonaxê derbaskir, îro li Hewlêrê ji bîst Konsolgerî û Nivîsîngehên fermî yên dewletan heye teqrîben çar dewletên endamên Encumena Parastinê hene, Konsolxaneyên wan li vir heye, têkiliya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê wekî têkiliyeke fermî dihête kirin. Eve destkefte ji bo hemû milletê Kurd, Her Kurdekî li nav xwe de, wate li hundirê Herêma Kurdistanê wate hundirê Herêma Kurdistana Başur, yan her perçeyeke din karekî bike ji bo vê rewşê mezintirîn tawane beranberî milletê Kurd. Min dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê qebul kir, min hinek hedefên xwe hebûn, neku ji ber wê yekê ku bibêjin min Serokê Herêm, min niha ji were got ji bo min mezintirîn şeref eweye ku min wekî Pêşmergeyek beşdarî li Şoreşa Eylul û Gulanê de kir eve ji bo min mezintirîn şerefe. Min xwest ez mala Kurd rêk bixim ku careka din xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin, min xwest vî welatî bikim welatekî muessesatî û rêkxistinî, pêgehekî wiha ji bo milletê Kurd dirûstbikin li rêya dîplomasiyê şayaniyê bi xebat û qurbanîdana vî mîlletî bikin û xwe amadebikîn ji bo paşarojê, ji ber ku dinya di guherînê daye. Birastî her tiştê ku bibe, mumkîne em hêviya xwe bibin ser vê pirsê çareser bikin lê şerê Kurd û Kurd divê nebê. Ne li vir, ne li tu ciha û ne jî li gel tu hêzên Kurdistanê.

Şîreta me eweye ji bo hemû aliyekî bi şer pirsgirêk çareser nabin, divê bi aştî be û divê bi hevdû têgihiştin be, eger rêya aştiyê hate hilbijartin, em di xizmeta hemû aliyek dane û çi ji destê me bê emê bikin, eger hilbijartina wan hilbijartina şer bê, eve niha ez tekez li ser dikim, tu encamek naguhere bi tenê dê xwîneke zêde biherike û gelek heyfe jî xwîna çi Kurdekî çi Tirkekî çi Farisekî, çi Erebekî yan her mirovekî bihête rijandin, bê sebeb cihê daxeke mezine. Ji ber ku dê malek xerabibe, ji aliyê mirovahiyê ve jî gelek nexweşe û encam jî nabê, ji ber wê yekê dema ku lazim nebê tu şer bikî, tu şer bikî wate tu rewşa xwe têk didî, tu hemû doza xwe têk didî. Ne bi top û firokeyan ev doz xelas dibe û ne bi kuştina çend leşker yan çend pasdarek ev pirs çareser dibe, eve divê illeh bi aştî û hevdû têgihiştinê be. Eger aştî be, wekî ku min got em di xizmeta hemû aliyek de, eger biryar bidin dîsa şer bikin, birastî çi ji destê me were emê bikin ku ev şer ji Herêmê dûr bikevê û ji vê zêdetir jî em nikarin tişteke din bikin. Careka din jî şîreta me eve ye hemû alî rêya aştiyê û hevdû têgihiştinê hilbijêrin neku şer.

Eve mijarek bû min dixwest ez ji bo we ronahî bikim ji bo min gelek girîng bû û ez dizanim ji bo we hemûyan jî gelek girînge. Eveye siyaseta me û eveye biryara me.

Ya din jî ez dixwazim hûn bi bawerbin ku doza Kurdî çûye derve êdî berev paşve nayê û doza me dê berev pêş biçe û êdî berev paşve nayê.
Em hemû pêngavên xwe bi nirxandinê diavêjîn, şikir ji xwedê re ev rewşa ku li Kurdistanê dirûst dibe, li dinyayê de gelek xelk hesudiyê bi me dibin û hêvîdarîn ew bernameya ku min ji bo çaksaziyê danayî li Herêmê da bi nispeta min meseleyeke gelek gelek girînge û ez herdem li ser radiwestim û ji bo we tekez dikim heta serî jî ezê li ser ve herim. Ev mijarê çaksaziyê ne mumkîne ku dev jê berdim. Heta ku digihim hemû rastiyan û hemû îcraatên pêwîst jî bêne kirin.

Di dawiyê de min tu axaftinên din tûne ku bi pêwîst bê ez li vir bibêjim, îlla eve nebê, ku bibêjim we. Li cem min hemû milletê Kurd ezîze, hemû xuşk û birayên minin, bes hun xelkê vê devera Zaxo birastî jî hûn ruha minin...
Top