Li Tengava Hurmizê şer: Îran û Amerîkayê li hev da
Hat ragihandin ku li Girava Keşmê ya parêzgeha Hurmizganê ya Îranê, Hêzên Çekdar ên Îranê û Amerîkayê gule li hev reşandine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê, li Girava Keşmê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û "hêzên dijmin" de şerekî rû bi rû derketiye.
Di encama vî şerî de hinek beşên bazirganî yên "Skeleya Behmenê" ya li Girava Keşmê hatine hedefgirtin.
Heta niha nehatiye eşkerekirin ka ev pevçûn şerekî bejahî ye yan jî êrişeke asmanî ye ku pergalên parastina asmanî ya Îranê bersiv daye.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê îdia kir, dibe ku di êrişên li ser Skeleya Behmenê de rola Îmaratê hebe.
Li aliyê din, medyaya Îsraîlê ragihand ku çavkaniyên Îsraîlî diyar kiriye ku ti pêwendiyên wan bi rûdanên li Îranê re nînin.
Êrişên li Bender Ebas û Sîrîkê
Hat ragihandin ku li navçeya Sîrîkê ya parêzgeha Hurmizganê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.
Rayedarên Îranê diyar kir ku ev deng ji ber guleyên hişyariyê yên Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran bûn ku ji bo kontrolkirina derbasbûna keştiyan hatine berdan.
Her wiha Ajansa Tesnîmê ragihand ku li ser bajarê Bender Ebasê êrişeke bi dronan hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê, du dron ji aliyê pergalên parastina asmanî ya Îranê ve hatine xistin.
Çavkaniyên di nava televîzyona dewletê ya Îranê de diaxivin, îdia dikin ku ev alozî piştî êrişeke artêşa Amerîkayê ya li tankereke Îranê dest pê kiriye.
Çavkaniyekî Îranî got ku wan bi mûşekan bersiva "hêzên dijmin" a li Tengava Hurmizê daye û wan ew neçar kiriye ku ji herêmê vekişin.
Daxuyaniya tund a Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku sê keştiyên şer ên Amerîkayê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn rastî êrişê hatine.
Trump diyar kir ku keştiyên wan bêyî ku zererê bibînin peywira xwe temam kirine.
Donald Trump eşkere kir ku hêzên êrişkar ên Îranê hatine îmhakirin û wan hişyariyeke tund daye Tehranê û got:
"Heke ew peymana xwe yekser îmze nekin, em dê di paşerojê de wan bi awayekî pir tundtir û bi bandortir têk bibin."
Li aliyê din, berpirsên Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re piştrast kir ku êriş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin lê wan destnîşan kir ku ev nayê wateya bidawîhatina agirbestê yan jî destpêkirina şerekî nû.
Îran: Amerîkayê agirbest bin pê kir
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî ragihand ku artêşa Amerîkayê agirbest bin pê kiriye û tankereke petrolê ya Îranê ya ku di ava Îranê de diçû kiriye armanc.
Zulfiqarî eşkere kir ku tankera Îranê ji herêma Caskê ber bi Tengava Hurmizê ve diçû.
Her wiha wî artêşa Amerîkayê tohmetbar kir ku li nêzîkî Fuceyreyê êrişî keştiyeke din jî kiriye.
CENTCOMê dest danî ser keştiyekê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Kendava Ummanê dest danî ser keştiyeke bi alaya Îranê.
Hat diyarkirin ku ew keştî vala bûye û hewl daye dorpêçê binpê bike.
CENTCOMê diyar kir ku wan gelek caran hişyarî daye keştiyê lê ji ber ku hişyarî li ber çavan nehatiye girtin, operasyon hatiye kirin.
Rudaw
