Li Brîtanyayê hilbijartinên şaredariyan: 4 Kurd namzed in
Di hilbijartinên şaredariyan ên Brîtanyayê de 4 Kurd namzed in.
Tê çaverêkirin ku Partiya Reformê ya rastgir û Keskan serkeftineke mezin bi dest bixin.
Li hemberî vê yekê jî îhtîmal heye ku Partiya Karkeran a desthilatdar rastî têkçûnê bê.
Îro li seranserê Brîtanyayê navendên dengdanê hatin vekirin.
Biryar e dengder endamên encûmenên xwecihî û şaredariyên Brîtanyayê hilbijêrin.
Her wiha dê pêkhateya parlamentoyên Skotland û Walesê jî were diyarkirin.
Li Londonê 4 namzedên Kurd
Di van hilbijartinan de 4 namzedên Kurd ji partiyên cuda yên Brîtanyayê xwe ji bo encûmenên şaredariyan ên Londonê kirine namzed.
Navên wan namzedan ev in: Ebas Heme Fetah (nasnav: Rêbaz) ji bo Şaredariya Islingtonê, Rizgar Elî ji bo Şaredariya Bethnal Green Eastê, Şad Wuşyar ji bo Şaredariya Westminsterê û Serbaz Berzencî jî ji bo Şaredariya Lambethê.
Têkçûna Partiya Karkeran tê çaverêkirin
Li gorî rapirsiyan, di van hilbijartinan de Partiya Reformê ya rastgir û Keskan ên baskê çepgir destkefteke mezin bi dest dixin.
Di heman demê de îhtîmal heye ku Partiya Karkeran a desthilatdar ku çepa navend e, rastî têkçûneke mezin bê.
Ev yek jî dê zextên li ser Serokwezîr Keir Starmer zêdetir bike ku gelek rexne li hikûmeta wî tên girtin.
Lobiya Kurdan a li Brîtanyayê
Yek ji namzedên Partiya Mihafezekar (Konzervatîv) Rêbaz Heme Fetah ji Rûdaw Diyasporayê re axivî.
Rêbaz Heme Fetah diyar kir ku wan wekî Partiya Mihafezekar li Parlamentoya Brîtanyayê komeke bi navê "Conservative Friends of Kurds" (Dostên Mihafezekar ên Kurdan) ava kiriye.
Rêbaz Heme Fetah da zanîn ku ew ji bo Kurdan xebat û lobiyê dikin.
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku girîng e Kurd beşdariya xwe ya siyasî li Brîtanyayê zêde bikin.
Armanc ew e ku Kurd bi wê ezmûna ku li wir bi dest dixin, xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.
Çavdêrê hilbijartinên Brîtanyayê Nebez Bazyanî jî ji Rûdaw Dîasporayê re axivî.
Nebez Bazyanî da xuyand ku ev hilbijartin dê guherîneke mezin di nexşeya siyasî ya Brîtanyayê de çêbike.
Tê çaverêkirin ku partiya rastgir dengên zêde bi dest bixe.
Nebez Bazyanî anî zimên ku di vê hilbijartinê de jî mijara penaberan pirsgirêka sereke ye û dê partiyên li dijî biyanî û penaberan xurttir bibin.
Mafê dengdanê yê ciwanên 16 salî
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar Nebî ji bo çavdêriya pêvajoyê li Brîtanyayê ye.
Şîrwan Zirar Nebî ji Rûdaw Diyasporayê re da zanîn ku dê li seranserê Brîtanyayê 5 hezar endamên encûmenên şaredariyan bên hilbijartin.
Nebî li ser birêveçûna pêvajoyê jî ev agahî dan:
"Tiştê ku di vê hilbijartinê de balkêş bû ew e ku pêvajo gelekî bi aramî tê meşandin.
Welatî ji 16 saliya xwe ve xwediyê mafê dengdanê ne.
Tenê Komîsyona Brîtanyayê çavdêrî û serperiştiya hemû pêvajoyê dike.
Her wiha nûnerên partiyên siyasî li navendên dengdanê nînin."
Rudaw
