Ayşegul Dogan: Statuya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê mercê bingehîn e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser derengxistina rêziknameyên qanûnî yên derbarê pêvajoya çareseriyê de û destnîşan kir, ji bo avakirina aştiyeke mayînde, başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê li navenda giştî daxuyaniyek da çapemeniyê. Dogan di axaftina xwe de geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê, pêşniyarên ji bo pêvajoya aştiyê û krîza hiqûqî nirxandin.
"Pêdiviya Tirkiyeyê bi îradeyeke siyasî heye"
Ayşegul Dogan diyar kir, wan pêşniyara Devlet Bahçelî ya derbarê "Kordînasyona Siyasî" de di civîna xwe de gotûbêj kiriye û wiha got: “Pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê çareseriya demokratîk e. Weke DEM Partiyê em vebûna rêyên demokrasiyê pir girîng dibînin û wateyeke mezin didin pêşniyarên di vî warî de, lê ji bo vê yekê îradeyeke siyasî ya xurt û zelal hewce ye.”
Statuya Abdullah Ocalan û Aştî
Dogan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorê sereke ye û bêyî başkirina şert û mercên wî, aştî pêk nayê: “Hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî ji bo vebûna rêyên siyasî, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin. Statuya wî hewcedariyeke bingehîn e. Niha di pêvajoyê de xitimîn û derengxistin hene; divê her kes bi berpirsyarî nêzîkî vê mijarê bibe.”
Rexne li derengxistina qanûnan
Berdevka DEM Partiyê rexneyên tund li derengxistina gavên hiqûqî girtin û anî ziman ku salek di ser biryara hilweşandina PKKê re derbas bûye. Dogan got: “Piştî wê biryarê gavên dîrokî hatin avêtin, endamên rêxistinê çekên xwe şewitandin. Lê tevî derbasbûna salekê, hêj qanûnên pêwîst nehatine çêkirin. Divê siyaset gavên wêrek biavêje, zimanekî serdema nû bikar bîne û zemîna hiqûqî ya ku aştî bibe civakî ava bike.”
Banga ji bo hevdîtina rasterast
Di dawiya axaftina xwe de, Dogan daxwaz kir ku şandeya wan demildest bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Herwiha tekez kir ku divê Ocalan bikaribe ramanên xwe rasterast bi rojnameger û raya giştî re parve bike, da ku fikarên di nav civakê de werin rakirin û pêvajo bi awayekî şefaf bi rêve biçe.
K24
