• Friday, 08 May 2026
logo

Serok Barzanî postekê bo Serdar Ebdula pêşniyar dike

Serok Barzanî postekê bo Serdar Ebdula pêşniyar dike

 Serok Barzanî daxwaz dike ku kesatiyê serbixwe, nivîskar û siyasetmedarê neteweyî Serdar Ebdula ji pişka Kurdan ji bo posteke wezarî di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de bê berbijarkirin, lê wî tevî pêşkêşkirina spasî û rêz û hurmetên xwe ji bo Serok Barzanî tercîh kir ku li derveyî çarçoveya hikûmetê xizmeta doza Kurdî bike.

Li gorî wan zanyarên ku bi dest Kurdistan24ê ketine, Serok Barzanî di peyamekê de ji bo Serdar Ebdula daxwaz kiriye ku ew ji bo yek ji wan postên wezarî bibe berbijar, yên ku di hikûmeta nû ya Iraqê de pişka Kurdan in.

Di bersivê de, Serdar Ebdula spasî û rêz û huermetên xwe ji bo vê pêşengî û daxwaza Serok Barzanî pêşkêş kirine û amaje bi wê yekê kiriye ku, cihê şanaziyê ye wekî kesatiyekî serbixwe ev daxwaz ji aliyê Serok Barzanî ve jê hatiye kirin.

Lê Serdar Ebdula daxwaza lêborîna kiriye û ragihandiye ku ew dê li derveyî posta hikûmetê li ser xizmetkirina ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê berdewam be û vî rengê pêşengiyê bilindî dinirxîne.

Pêşniyara Serok Barzanî ji bo kesatiyê serbixwe Serdar Ebdula wekî pêngavekê ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li Bexdayê bi rêya kesên şareza û neteweperwer tê dîtin. Serdar Ebdula, ku berî niha parlamenterê Iraqê bû, wekî siyasetmedarekî xwedî helwestên neteweyî û nêzîkî daxwazên gelê Kurdistanê tê naskirin.

 

K24

Top