• Tuesday, 13 October 2026
logo

Zelal Gokçê ji bo Gulanê: Huner yek ji hêzdartirîn warên derbirîna bûyîna me ye

Gulan Media October 13, 2026 Hunerî
Zelal Gokçê ji bo Gulanê: Huner yek ji hêzdartirîn warên derbirîna bûyîna me ye

Hunermenda Bakurê Kurdistanê Zelal Koçê di sala 1998an de, li Navenda Çandî ya Mezopotamyayê, bi koma «Azad» dest bi karê hunerî kir. Piştre di koma «Esmîn» û çend projeyên cuda yên muzîkê de beşdar bû. Beşa perwerdeya dengî ya Konservatuara Muzîka Tirkî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê qedand. Di sala 2012an de albûma xwe ya yekem bi navê «Solîn» weşand.

Di malbateke hunerhez de mezin bûye. Ji ber vê yekê muzîk her tim di jiyana wê de hebûye. Bi derbasbûna demê bûye awayek ji bo derbirîna hest û ramanên wê, û di derfetekê de me çend pirs ji wê re rêkirin.

·        Wekî jinek hunermend li Bakurê Kurdistanê, ezmûna we ya bi hunera Kurdî re çawa ye? Bi giştî, hûn rewşa hunera Kurdî ya îroyîn li Bakurê Kurdistanê çawa dibînin?

-        Di demeke ku jin hîn jî di hemû qadên jiyanê de ji bo hebûn û dengê xwe têdikoşin, wekî jineke hunermend ne mimkun e ku ez xwe ji vê rastiyê cuda bibînim. Ji bo min huner yek ji qadên herî xurt ên îfadekirina vê hebûnê ye. Dîtina dengê xwe, gihandina wî dengî bi awayekî azad û bi wî dengî bandor li cîhanê kirin, di nuqteyeke girîng de jinbûn û hunermendbûnê digihîne hev.

Di dirêjahiya rêwîtiya xwe ya hunerî de min dît ku hilberîna kolektîf û têkiliyên bi nêrînên cuda yên hunerî re çiqas dewlemendker in. Îro ez bi nirx dibînim ku hunera Kurdî di qadên cuda de, ji muzîkê heta edebiyatê, ji sînemayê heta şanoyê, li pey awayên nû yên vegotin û îfadekirinê ye. Ew ku nifşên cuda zimanê xwe yê estetîkî diafirînin, nîşana zindîbûna vê berhevoka hunerî ye.

Lêbelê, ez bawer dikim ku pêşketina hunerî nikare tenê bi hejmara berheman an jî bi xuya bûna wan were pîvandin. Resenî, kûrahiya estetîkî, ramana rexneyî û hebûna nêrînên cuda li rex hev jî bi heman awayî girîng in. Li gorî min, hêza rastîn a hunerê di wê yekê de ye ku ew tenê tiştên nas û dubare nebe, lê bikare pirsên nû bike û qadên nû yên îfadekirinê veke.

·        Jinên hunermend li Bakurê Kurdistanê heta çi astê azad in ku karên xwe yên hunerî bi azadî pêk bînin? Bi taybetî, stranbêjên jin di riya xwe de bi kîjan asteng û zehmetiyan re rû bi rû dimînin?

 

-        Ez difikirim ku azadiya hunerî ne tenê bi derketina ser dikê an jî bi afirandina berheman ve sînordar e. Ew jî parçeyekî girîng ê vê azadiyê ye ku jineke hunermend bikare gotina xwe bibêje, bi xwe biryar bide ka wê çi û çawa biafirîne û neçar nemîne ku tercîhên xwe yên hunerî li gorî hêviyên kesên din şekil bide.

Jinên hunermend îro jî dikarin bi pêşdaraziyên civakî, newekheviyên aborî û rolên ku civak ji wan re diyar dike re rû bi rû bimînin. Bi taybetî di qada muzîkê de, xuya bûna li ser dikê her dem nayê wê wateyê ku jin di pêvajoyên afirandin û hilberînê de jî bi heman astê xwedî gotin bin. Têkiliyên ku serdestiya mêran tê de heye, zehmetiyên aborî yên hilberîna serbixwe û sînordariyên ku li pêşiya afirandina hunerê bi zimanê Kurdî derdikevin, dikarin qada tevgera stranbêjên jin teng bikin.

Li gorî min, meseleya bingehîn ne tenê ew e ku jin di qada hunerê de bên dîtin, lê ew e ku bikaribin nasnameya xwe ya hunerî bi azadî ava bikin û bidomînin. Ji ber ku azadiya rastîn a hunermendekê ne tenê di gihandina dengê xwe de ye, lê di wê yekê de ye ku ew bi xwe biryar bide ka ew deng dê çawa şêwe bigire.

·        Li gorî we, huner tenê rêyek e ji bo derbirîna hest û daxwazên kesane, yan dikare bibe amrazeke girîng ji bo parastina nasname, ziman û çanda Kurdî? Di vê çarçoveyê de, hunera Kurdî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî hunera jinan, heta çi astê di parastina ziman, çand û kevneşopiyên Kurdî û pêşîlêgirtina windabûna wan de bandorê dike?

 

-        Ji bo min huner, ne tenê awayekî derbirîna hestên kesane ye, lê di heman demê de parçeyekî têkiliya me ya bi civaka ku em tê de dijîn re ye. Dema ku ez stranekê dibêjim, ez hewl didim ne tenê gotin û melodîya wê, lê her wiha jiyana ku ew stran jê hatiye jî fam bikim. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku huner di zindîmayîna ziman û çandekê de roleke girîng dilîze.

Lê parastina zimanekî ne tenê ew e ku em wî di berhemên kevn de bidomînin. Divê ew ziman di jiyana îroyîn de jî cihê xwe hebe. Afirandina stranên nû, çîrok û berhemên hunerî yên cuda bi Kurdî ji vê aliyê ve gelek bi nirx e. Lêbelê, zindîmayîna zimanekî ne tenê bi hewldanên hunermendan pêk tê; divê ew di jiyana rojane, perwerdehiyê û qadên giştî de jî were bikaranîn.

Di vê pêvajoyê de rola jinan jî gelek girîng e. Di gelek stran û vegotinên devkî yên ku heta îro gihîştine me de, ked û dengê jinan heye. Gihandina vê berhevokê ji nifşên nû re, ji bo domdariya ziman û çandê gelek bi nirx e.

·        Wekî jinek hunermend, we çiqas ji folklora Kurdî, çîrok, stranên resen, cil û bergên kevneşopî û adet û rêûresmên Kurdî sûd wergirtiye? Ev çavkanî di karê hunerî yê we de çi cih digirin?

-        Folklora Kurdî yek ji çavkaniyên herî girîng e ku têkiliya min a bi muzîkê re jê tê xwedîkirin. Di stranên kevneşopî de tiştê ku bandorê li min dike ne tenê avahiya melodîk a wan e, lê her wiha çîrokên ku di xwe de dihewînin û şêwazên taybet ên gotina wan in. Ew ku heman stran li herêmên cuda û bi dengên cuda dikare hestên pir cuda biafirîne, her dem ji bo min balkêş bûye.

Dema ku mirov hewl dide muzîka kevneşopî nas bike, di rastiyê de hewl dide jiyana ku ew muzîk jê derketiye jî nas bike. Şahî, şîn, evîn, jiyana rojane û têkiliyên di navbera mirovan de di van stranan de cih digirin. Ji ber vê yekê folklor ji bo min ne tenê repertuwareke ku ez li ser dikê jê sûd werdigirim e, lê çavkaniyek e ku awayê min ê têgihiştin û şîrovekirina muzîkê jî dewlemend dike.

Cil û berg, reng û estetîka kevneşopî jî parçeyekî vê çandê ne. Lê dema ku ez van hêmanan li ser dikê bi kar tînim, ji çêkirina wêneyekî tenê folklorî zêdetir, ez girîngiyê didim wê yekê ku îfadeyek bi cîhana xwe ya hunerî re li hev were biafirînim.

Zelal Gokçê ji bo Gulanê: Huner yek ji hêzdartirîn warên derbirîna bûyîna me ye

 

 

·        Hunermendên resen û nifşên berê çi bandor li ser rêbaz, şêwaz û pêşkêşkirina karê hunerî yê we kiriye? Li gorî we, hunermendên nû karîne vê mîrasê biparêzin û bi şêwazeke nû pêşkêş bikin?

-        Di muzîka Kurdî de gelek tişt hene ku em dikarin ji nifşên berê fêr bibin. Ji bo min, guhdarkirina hunermendên ji dem û herêmên cuda di heman demê de wekî perwerdehiyeke muzîkê ye. Bi taybetî di warê bikaranîna deng, tekezîkirina li ser peyvan, îfadeya muzîkî û parastina yekparebûna berhemekê de, ez zanîn û ezmûna ku van nifşan ji me re hiştiye gelek bi nirx dibînim.

Tomarên radyoyên Êrîvan û Bexdayê jî ji vê aliyê ve girîng in. Bi saya van weşanan em dikarin guhdariya hunermendên demên cuda bikin û şêwazên stranbêjiyê yên ku bi demê re guherîne bidin ber hev. Parastina van tomaran û gihîştina nifşên nû bi wan, ji bo ku ew dîroka muzîka xwe nas bikin, gelek girîng e.

Îro di nav hunermendên ciwan de kes hene ku vê berhevokê lêkolîn dikin û li ser wê difikirin. Lê carinan em rastî xebatên ku bêyî naskirina têr a rabirdûya muzîkê hatine amadekirin jî tên. Li gorî min, ya girîng ne ew e ku em kevnê bi heman awayî dubare bikin an jî her nûbûnekê ji destpêkê ve bi nirx bibînin. Ji ber ku ez bawer dikim, ji bo ku mirov bikare muzîkekê bi rastî nû bike, divê pêşî wê baş nas bike.

·        Ji bo pêşketina hunera Kurdî li Bakurê Kurdistanê û parastina mîrata hunerî, divê kîjan gav bên avêtin? Saziyên çandî, rêxistinên hunerî û hikûmet dikarin di vê derbarê de çi rolê bilîzin?

 

-        Ez difikirim ku ji bo pêşketina hunera Kurdî, berî her tiştî divê şert û mercên ku hunermend bikaribin xebatên xwe yên hunerî bidomînin bên afirandin. Hebûna mirovên xwedî şiyan û jêhatîbûnê bi tena serê xwe ne bes e; pêwîstî bi qadên ku ew bikaribin tê de perwerdehiyê bibînin, bi hev re bixebitin û berhemên xwe bigihînin guhdar û temaşevanan heye.

Saziyên çandî û rêxistinên hunerî dikarin di vê mijarê de berpirsiyariyên girîng hilgirin. Li şûna ku tenê çalakiyên demkî bên lidarxistin, divê xebatên demdirêj bên meşandin, hunermendên ciwan bên piştgirîkirin û hevkariya di navbera qadên cuda yên hunerê de were pêşxistin. Bi taybetî ez gelek girîngiyê didim wê yekê ku zarok û ciwan bikaribin bi zimanê xwe perwerdehiya hunerî bistînin.

Erka saziyên dewletê jî divê ew be ku rê li ber hunerê vekin, derfetên hilberîna hunerî pêş bixin û ji bo her kesî şert û mercên wekhev peyda bikin. Lê girîng e ku ev piştgirî nebe destwerdan di wê yekê de ku hunermend dê çi û çawa biafirîne. Ji ber ku ji bo pêşketina hunerê, azadî bi qasî derfetan girîng e.

 

 

 

·        Tecrûbeya hunerî ya li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, heta çi astê bandor li ser ramana hunerî û ezmûna we kiriye? Ma ezmûn û derfetên li wir dikarin bibin çavkaniyek ji bo pêşxistina hunera Kurdî li Bakur?

 

-        Berê min derfet dîtibû ku li wir beşdarî bernameyeke televîzyonê û çend çalakiyên konserê bibim. Ji bo min, naskirina nêzîk a hawîrdora hunerî û hevdîtina bi mirovan re ezmûneke hêja bû. Ez difikirim ku Herêma Kurdistanê xwedî mîrateke çandî ya gelek dewlemend e û derfetên girîng hene ku dikarin piştgiriyê bidin afirandina hunerî.

Lêbelê, ez bawer dikim ku divê ev derfet bi mîrata hunerî ya Kurdî re têkiliyeke bihêztir deynin. Bi taybetî, ez girîngiyê didim wê yekê ku di bernameyên rêxistinên mezin ên çand û hunerê de, ji hunermendên Kurd ên ku li herêmên cuda berhemên hunerî diafirînin re cihê zêdetir were veqetandin. Têkiliyên bi çandên din re bêguman hunerê dewlemendtir dikin. Lê vekirîbûna li hember cihêrengiya çandî û xwedîderketina li mîrata xwe ya hunerî ne du helwestên ku yek divê li şûna ya din were hilbijartin; berevajî vê, divê ew hevdu temam bikin.

 

Ez difikirim ku Herêma Kurdistanê dikare ji vê aliyê ve bibe qadeke girîng a hevgihîştinê. Naskirina nêzîktir a muzîk û hunera Kurdî ya ku li deverên cuda pêş ketiye, dikare ne tenê rê li ber têkiliyên nû di navbera hunermendan de veke, lê di heman demê de awayên derbirîna hunerî jî dewlemendtir bike. Li gorî min, ya herî hêja ne tenê parastina mîrata çandî ya me ye, lê herwiha afirandina şert û mercên ku ev mîrat bikaribe bibe çavkaniya berhemên nû jî ye.

 

·        Li gorî we, jinên hunermend li Bakurê Kurdistanê di parastina ziman û nasnameya Kurdî de çi erkek girîng digirin ser xwe? Ma pêwîst e ku jin di qada hunerê de derfet û piştgiriya zêdetir bistînin?

 

-        Ez difikirim ku jin di jiyandina ziman û çanda Kurdî de xwedî roleke girîng in. Lê ez rola jinên hunermend tenê bi parastina tiştên ku ji demên berê mane sînordar nakim. Jin ji jiyana xwe, ji ezmûnên xwe û ji awayê ku li dinyayê dinêrin, berhemên nû diafirînin. Bi vî awayî, ew ne tenê çandeke heyî zindî dihêlin, lê deng û rengên xwe jî lê zêde dikin.

Ez bawer dikim ku divê jinên hunermend bêtir bên piştgirîkirin. Bi taybetî, girîng e ku berhemên wan bigihîjin guhdar û temaşevanan, bên tomarkirin û bi derbasbûna demê re winda nebin. Ji ber ku em dizanin di demên borî de jinên ku berhemên gelek hêja afirandine, lê bi têra xwe nehatine naskirin; heta navên hin ji wan jî hatine jibîrkirin. Ez difikirim ku divê îro em bêtir baldar bin da ku heman kêmasî dubare nebin.

 

Ez girîngiyê didim wê yekê ku berhemên jinên hunermend bi qasî hêjayiya xwe bên nirxandin. Ji ber ku tiştên ku ew bi hunerê re tînin, ne tenê îroyê dewlemendtir dikin, lê di heman demê de ji bo jinên ku piştî wan tên jî rêyên nû vedikin.

·        Civak û malbat heta çi astê piştgiriyê didin jinên hunermend? Li gorî we, civak çawa dikare ji bo pejirandin û piştgirîkirina jinên ku di qada hunerê de dixebitin, roleke çêtir bilîze?

-        Helwesta malbatê û kesên nêzîk, bi taybetî di destpêka rêya hunerî de, dikare gelek diyarker be. Ez ji vê aliyê ve bi şans bûm. Ez di malbateke ku muzîk lê dihat hezkirin û stran lê dihatin gotin de mezin bûm. Vê hawîrdorê kir ku ez bi awayekî xwezayî bi muzîkê re têkiliyê deynim. Lê ez dizanim ku ne her jin di şertên wiha de mezin dibe.

Carinan keçikek li malê ji bo xwe stran dibêje, lê kes bedewiya dengê wê ferq nake. An jî jineke ciwan ku ji wênesaziyê hez dike, dibe ku eleqeya wê neyê girîng girtin. Em nizanin li derdora me çend qabiliyetên hêj nediyar hene. Geşbûna van qabiliyetan gelek caran bi eleqe û piştgiriya malbatê û kesên nêzîk dest pê dike.

Li gorî min, piştgiriya herî girîng a ku malbat û civak dikarin bidin, ew e ku eleqeya jinan bi hunerê re cidî bigirin. Ev dikare bi dîtina qabiliyetekê di zarokatiyê de dest pê bike, lê divê li wir nesekine. Divê em bikaribin bi heman awayê xwezayî qebûl bikin ku jinek bi salan bi hunerê re mijûl bibe, derkeve ser dikê û berdewamî bide afirandina berhemên xwe. Ji ber ku piştgiriya rastîn ne tenê dîtina qabiliyetekê ye, lê di heman demê de derfetdayîna wê ye ku ew qabiliyet pêş bikeve û berdewam bike.

·        Di serdema niha de, torên civakî û platformên dîjîtal heta çi astê di gihandina dengê hunermendên Kurd, bi taybetî jinan, li cîhanê de bandorker in? Ma ev platform dikarin bibin amrazên parastina huner û nasnameya Kurdî?

-        Ez difikirim ku torên civakî û platformên dîjîtal ji bo hunermendan derfetên gelek girîng afirandine. Berê, gihîştina stranekê bo girseyên berfireh bi piranî girêdayî piştgiriya radyo, televîzyon an jî şirketên muzîkê bû. Lê îro hunermendek dikare berhema ku bi derfetên xwe amade kiriye, bigihîne guhdarên li deverên cuda yên cîhanê. Bi taybetî ji bo muzîka Kurdî, ez vê yekê wekî guhertineke girîng dibînim.

 

Lê hebûna li ser platformên dîjîtal û gihîştina rastîn a guhdaran ne heman tişt e. Carinan berhemeke gelek hêja jî nikare têra xwe were dîtin û bihîstin. Wekî din, hunermend êdî ne tenê bi afirandina muzîkê re mijûl dibin, lê divê hewl bidin ku berhemên xwe bidin nasîn û di cîhana dîjîtal de xuya bimînin. Ev rewş ji bo hunermendên serbixwe hem derfetên nû hem jî zehmetiyên nû derdixe holê.

 

Îro straneke Kurdî ku li Stenbolê tê weşandin, dikare di heman rojê de li Hewlêrê, Ewropayê an jî li devereke din a cîhanê were guhdarîkirin. Mirovên ku ji hev dûr dijîn dikarin heman stranê parve bikin, li ser wê biaxivin û rasterast bi hunermendê wê re têkilî daynin. Li gorî min, yek ji aliyên herî biqîmet ên cîhana dîjîtal ev e. Ev ku muzîka Kurdî dikare di navbera guhdarên li deverên cuda de têkiliyekê ava bike, ji bo xuyabûna ziman û çandê jî girîng e. Bêguman, platformên dîjîtal bi tena serê xwe nikarin çandekê biparêzin, lê dikarin bibin alîkar ku ew çand bigihîje mirovên zêdetir û bi nifşên nû re were nasîn.

Zelal Gokçê ji bo Gulanê: Huner yek ji hêzdartirîn warên derbirîna bûyîna me ye

·       Ji bo stranbêjên jin, parastina stranên folklorî û kevneşopî heta çi astê girîng e? Li gorî we, divê ev stran bi heman şêwaza xwe ya resen bên pêşkêşkirin, yan dikarin bi şêwazên nû bên nûkirin bêyî ku nasname û ruhê wan biguhere?

 

-        Ez parastina stranên kevneşopî gelek girîng dibînim. Ji ber ku ev berhem ne tenê ji melodiyan pêk tên; ziman, hest, serpêhatî û bîranîna muzîkî ya serdema ku tê de hatine gotin jî di xwe de dihewînin. Gelek stran û awazên ku jinan ji nifşekî bo nifşekî veguhestine, çîrokên jiyanê yên ku em gelek caran di çavkaniyên nivîskî de nabînin, digihînin roja îro.

Lê ez difikirim ku di navbera parastina berhemekê û her tim bi heman şêweyî gotina wê de ferq heye. Bêguman, parastina şêwazên kevneşopî û tomarên kevn bi reseniya wan gelek biqîmet e. Li gel vê yekê, ez vê jî xwezayî dibînim ku hunermendek ji cîhana xwe ya muzîkî ve nêzîkî wê berhemê bibe. Ya girîng ew e ku dema em aranjmaneke nû çêdikin, avahiya melodîk û hesta ku berhem di xwe de dihewîne baş fam bikin. Nûjenî ne tenê zêdekirina amûrên muzîkê yên cuda ye; divê bikare şîroveyeke nû û bi wate li berhemê zêde bike.

 

Berhema min a dawî, Nînno, jî mînakek ji vê yekê ye. Me awazeke kevneşopî ya Kurdî bi aranjmaneke ku tê de dengê tembûr û perkusyonê bi dengên elektronîk re tên cem hev, şîrove kir. Armanca me ne ew bû ku em awazê veguherînin tiştekî din, lê ew bû ku em hest û livîna ku ew di xwe de dihewîne bi zimanê muzîkî yê îro ji nû ve îfade bikin. Li gorî min, kevneşopî û nûjenî ne dijberên hev in. Nasîna rehên berhemekê û dayîna jiyaneke nû jê re jî dikare bibe yek ji rêyên zindîhiştina wê kevneşopiyê.

·        Ji bo parastina mîrata hunerî ya Kurdî, çiqas pêwîst e ku têkilî û hevkariyek bihêztir di navbera hunermendên Bakur û Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî di navbera jinên hunermend de, were avakirin? Ma hevkarî, festîval û projeyên hevpar ên hunerî dikarin bibin sedemek ji bo bihêzkirina yekîtiya çandî ya Kurdî?

-        Ez avakirina têkiliyên bihêztir di navbera hunermendên Kurd ên li deverên cuda dijîn de gelek biqîmet dibînim. Em zaravayên cuda yên heman zimanî, kevneşopiyên muzîkî yên cuda û şêwazên cuda yên şîroveyê di xwe de dihewînin. Dema em tên cem hev, ne tenê berhemên hev nas dikin, di heman demê de derfeta wê jî dibînin ku em ji aliyekî din ve li muzîka xwe binêrin. Li gorî min, yek ji aliyên herî xweşik ên hunerê ev bandora dualî ye.

 

Bi taybetî ez dixwazim ku hevkariyên di navbera jinên hunermend de zêdetir bibin. Parvekirina konserekê, bi hev re tomarkirina stranekê an jî di festîvalekê de hatina cem hev, carinan dikare nêzîkbûneke wisa biafirîne ku em nikarin bi axaftinên dirêj jî wê pêk bînin. Jinên ku li deverên cuda ezmûnên dişibin hev dijîn, dema berhemên hev nas dikin, ev yek dikare rê li ber ramanên nû û berhemên hevpar jî veke.

Ez difikirim ku divê festîval û projeyên hevpar ne tenê wekî civînên ku di rojên diyarkirî de tên lidarxistin bimînin. Avakirina têkiliyên domdar di navbera hunermendan de, afirandina berhemên nû bi hev re û gihandina van berheman bo guhdarên li bajarên cuda, gelek watedartir e. Ev têkilî û hevbandorî dikare hem dewlemendiya û cihêrengiya hunera Kurdî bide nîşandan, hem jî girêdanên me yên çandî yên hevpar bihêztir bike.

 

·        Di karê hunerî yê we de, gelo we bi sansûrê, sînordarkirina azadiya derbirînê an astengên civakî re rû bi rû maye? Heke bersiva we erê be, we çawa van astengan derbas kiriye û ev ezmûn çi dersan ji bo jinên hunermend ên nû heye? Herwiha, li gorî we, divê çi biguhere û kîjan gav bên avêtin da ku jinên hunermend bikaribin bi azadî û aramiyeke zêdetir karên xwe pêk bînin?

 

-        Ez difikirim ku astengiyên di jiyana hunerî de tên pêşiya hunermendan, ne tenê bi ezmûnên kesane ve sînordar in. Gelek hunermendên ku muzîka Kurdî pêşkêş dikin, di demên borî de bi zehmetiyên cuda re rû bi rû mane û îro jî dikarin bi awayên cuda bi van zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Carinan lidarxistina konserekê zehmet dibe, carinan jî hunermendek dema dixwaze berhema xwe bigihîne guhdaran, bi astengiyan re rû bi rû dimîne. Ev rewş ne tenê bandorê li hunermend dike, lê her wiha li gihîştina muzîkê ya guhdaran jî bandor dike.

Li hember van zehmetiyan, ji bo min ya girîng ew e ku ez têkiliya xwe ya bi muzîkê re û daxwaza afirandina berheman biparêzim. Bêguman, şertên her hunermendî cuda ne û ne her kes xwedî heman derfetan e. Ji ber vê yekê, ez nafikirim ku ji bo derbaskirina astengiyan tenê rêyek hebe. Lê bi derbasbûna demê re mirov fêr dibe ku rêya xwe bibîne, dema pêwîst be rêyên cuda biceribîne û xwedî li karê xwe derkeve. Li gorî min, ev nêzîkatî ji bo jinên hunermend ên ciwan jî dikare biqîmet be.

 

Ji bo jinên hunermend, li gel azadiya afirandinê, girîng e ku ew di dema xebatê de xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Divê jinek dema derdikeve ser dikê, diçe turneyê an jî di projeyeke muzîkî de cih digire, neçar nemîne ku her tim xwe rave bike an jî ji xwe re berevanî bike. Ji bo vê yekê, pêdiviya me bi hawîrdoreke hunerî heye ku tê de mafên hunermendan bên parastin, rêz ji ked û xebata wan re were girtin û jin di pêvajoyên biryardanê de zêdetir cih bigirin. Li gorî min, guhertina bingehîn wê demê pêk tê ku ev hemû tişt wekî tiştên asayî û xwezayî bên qebûlkirin.

* Wekî jinek hunermend, peyama we ji bo keçên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin bibin hunermend çi ye? Herwiha, hêvî û daxwazên we ji bo paşeroja hunera Kurdî û parastina ziman û nasnameya Kurdî li Bakurê Kurdistanê çi ne?

-        Ez dixwazim pêşî ji keçên ciwan ên ku dixwazin bibin hunermend re bibêjim ku hewl bidin dengê xwe û şêwaza xwe ya vegotinê bibînin. Bila meraq bikin, lêkolîn bikin, guh bidin muzîkên cuda û ji pêşxistina xwe dest bernedin. Li şûna ku hewl bidin bibin wekî kesên din, avakirina cîhana xwe gelek biqîmettir e.

Ez bi hêvî li paşeroja hunera Kurdî dinêrim. Ez dixwazim ku jinên ciwan ên zêdetir bi berhemên xwe û şîroveyên xwe yên resen di cîhana hunerê de cih bigirin. Her wiha ez dixwazim ku zimanê Kurdî di jiyana nifşên nû de zêdetir cih bigire. Ji ber ku ziman zindî ye; bi axaftinê, bi nivîsandinê, bi muzîkê, bi edebiyatê û bi berhemên ku di qadên cuda yên hunerê de tên afirandin dijî û pêş dikeve. Ji ber vê yekê, divê em zimanê xwe di her warê jiyanê de zindî bihêlin.

Top