• Thursday, 01 October 2026
logo

Li New Yorkê 30 fîlmên Kurdî tên nîşandan û yek ji wan li zindanê hatiye nivîsandin

Gulan Media October 1, 2026 Hunerî
Li New Yorkê 30 fîlmên Kurdî tên nîşandan û yek ji wan li zindanê hatiye nivîsandin

Li bajarê New Yorkê, xelk di ber tabloya şanoyeke navdar re derbas dibin ku li serê "Festîvala Fîlmên Kurdî" hatiye nivîsandin.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê roja sêşemê dest pê kir û dê 6 rojan biajo.

Di festîvalê de 30 fîlm tên nîşandan ku yek ji wan fîlman di zindanê de hatiye nivîsandin.

Ev cara 10emîn e ku ev festîvala salane tê lidarxistin.

Dengê sînemaya Kurdî

Damezirînera Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê Xeyal Qertel ji Rûdawê re axivî:

"Pêwîstiya cîhanê bi wê yekê heye ku guh bide nêrîna me.

Bilindkirina dengê sînemaya Kurdî di dilê hunera cîhanê de gelekî girîng e û em erkê xwe gelekî cidî dibînin."

Kurdên Kurdistanê û yên Diyasporayê fîlmên xwe bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî girtine.

“Ji bo sînemaya Kurdî zêde platform tunin”

Derhênerê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Kazim Oz jî ji Rûdawê re behsa girîngiya festîvalê kir:

"Festîval ji bo gel û neteweyên din girîng in lê ji bo Kurdan girîngtir in çimkî ji bo sînemaya Kurdî heta niha jî zêde platform tunin. Tenê festîvalên me hene."

“Ez ji gelê Kurd gelekî hez dikim”

Piraniya beşdarên festîvalê Kurd in lê Amerîkayî jî di nav wan de hene.

Ew Amerîkayî dixwazin li ser çand û nasnameya neteweya herî mezin a bêdewlet a cîhanê zêdetir agahiyan peyda bikin.

Fîlmsaz û Senarîsta Amerîkî Laura Hamletê ji Rûdawê re got, "Ez bi tenê ji bo dîtina fîlmên Kurdî bi kelecan im."

Laura Hamletê diyar kir ku ew ji gelê Kurd gelekî hez dike û pê de çû:

"Heta ji min hatiye min li ser dîroka Kurdan lêkolîn kiriye û ez hêvîdar im ev fîlm kêmpeyda bin.

Ez ji bo îşev bi kelecan im. Ez bi taybetî ji bo wê belgefîlma ku dê îşev were nîşandan bi kelecan im."

Fîlmê “Yol” ê Yilmaz Guney

Roja dawî ya festîvalê dê fîlmê "Yol" (Rê) were nîşandan.

Yilmaz Guney ev fîlm di zindaneke Tirkiyeyê de nivîsandiye.

Fîlm sala 1982yan xelata herî mezin a Festîvala Cannesê ya li Fransayê wergirt.

Piştî wê xelatê fîlm 17 salan li Tirkiyeyê hat qedexekirin.

44 sal piştî Cannesê, roja yekşemê dê fîlm careke din li New Yorkê were nîşandan.

 

Rudaw

Top