Nivîsandina dîrokê bi zimanê diyalog û jihevfêmkirinê
Nivîsandina dîrokê bi zimanê diyalog û jihevfêmkirinê
Roja 29ê Tîrmeha 2026an, Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK), rêûresma weşandina pirtûka heftem a "Bazneya Diyalogê" bi
sernavê "Nivîsandina dîrokê bi zimanê diyalog û jihevfêmkirinê" bi rêve dibe.
Wekî kovara Gulan, me bi pêwîst zanî ku bi vê helkeftê, pêşgotina vê pirtûkê
belav bikin.
Heke Karl Marx dîroka mirovahiyê wekî qadeke berdewam ji bo "têkoşîna çînî"
pênase kiribe, û her wiha Jordan Peterson jî tekezî li ser "hevrikiya di navbera
neteweyan de" wekî motora sereke ya rûdanên dîrokî kiribe, wê demê li hember vê,
ezmûna dewlemend a "Bazneya Diyalogê" bi rêya sazkirina 42 diyalogên eşkere û
kûr û weşandina heft pirtûkên mezin bi zimanên kurdî û erebî, vê rastiyê ji bo
me ronî dike ku mirov dikare dîrokê bi rengê din pênase bike. Bi awayekî ku
dîrok wekî pêvajoyeke berdewam ji "diyaloga vekirî û jihevfêmkirina di navbera
netewe, ol û îdeolojiyên siyasî yên cihêreng" bê dîtin, ku tê de mirovahî li
şûna pevçûnên nerênî, hewl dide xalên hevpar bibîne.
Ji vê perspektîfê, bîrmendê Amerîkî Amitai Etzioni di pirtûka xwe ya "Civaka
Çalak: Teoriyek ji bo pêvajoyên civakî û siyasî" de, bi kûrahî ronahiyê dixe ser
kêşeyên herî kûr ên nav civaka modern. Ew eşkere dike ku sedema sistbûn û
rawestana civaka modern vedigere bo wê yekê ku "eqlê amûrî" û teknîkî, cihê
hişmendiya resen û zanîna rastîn a civakê girtiye. Di bin siya pergala
sermayedarî de, kompanî û saziyên mezin tenê wekî amûrên bêcan ên hilberînê
reftarê ligel mirov dikin. Ev rewş dibe sedema zêdebûna serdestiya pergalê bi
ser jiyana kesane de, û li hember vê jî asta jihevfêmkirin û lihevkirina civakî
daketiye asta herî nizm. Ew kesên di kargeh û saziyên vê pergalê de kar dikin,
ji ber bêhêvîbûna ji guhertina rewşê bi rêya diyalogê, neçar in serî ji rastiyê
re bitewînin û baweriya wan bi reforman namîne. Ji bo rûbirûbûna vê krîza dîrokî
û civakî, Etzioni teoriya "Civaka Çalak" pêşkêş dike, bi mebesta birêkûpêkkirina
qada siyasî û civakî di pergala lîberal-demokrat a rojavayî de. Ev teorî tekez
dike ku gava yekem ji bo parastina demokrasî û aştiya civakî, bilindkirina
hişmendiya giştî û afirandina zemîna guncaw e ji bo diyaloga di navbera hemû
endamên civakê de, da ku bi rêya vê jihevfêmkirinê civaka modern ji rawestanê
rizgar bibe û ber bi çalakbûnê ve gavan biavêje.
Seraî giringiya nirxa zanistî ya hewlên Etzioni di sala 1968an de, lê di navenda
fikrî ya cîhana rojava de wekî pêwîst pêşwazî lê nehat kirin. Di destpêka salên
heftêyî yên sedsala borî de, herikîna fikrî ya "Post-Modernîzmê" ji Fransayê
serî hilda û nêrîneke bi temamî cuda û nû anî qadê. Bîrmendê navdar ê Fransî
Michel Foucault, têgeha "mirina mirovê modern" ragihand; bi wateya ku êdî ew
pênaseyên felsefî û sosyolojîk ên berê ji bo nirx û rûmeta mirov dihatin kirin,
di pratîkê de nayên cîbicîkirin. Foucault di pirtûka xwe "Peyv û Tişt" de bi
karanîna mînakeke sembolîk dinivîse: "Borges di pirtûkekê de karîbû hemû
zindiyan bi hev re kom bike, lê modernîteyê tewra karîna wê nemaye ku du kesan
li dora maseyekê kom bike." Ev berhevkirina kûr amaje ye ji bo şeqeke mezin di
ramana hevçerx de ku tê de peywendiyên mirovî hilweşiyane.
Ev encamên fikrî û felsefî ji bo me ronî dikin ku diyalog û peywendî tenê amûrên
hêsan nîn in ji bo veguhastina peyamên demkî, belkî afirandina qadeke bingehîn a
fikrî û civakî ye ku mirov tê de nasname û hebûna xwe ya hevpar dibîne. Ji ber
vê yekê, her civak an pergaleke siyasî ku hêviya avakirina dadperwerî, aştiya
rastîn û jihevfêmkirinê hebe, pêwîst e nêrîneke giştgir û kûr ji bo dariştina
wan bingeh û mercan dabeşîne ku arasteya diyalogan ber bi jihevfêmkirineke resen
ve dibin.
Ew ezmûna cewherî ya ku Bazneya Diyalogê di dema heft werzên karê xwe yê
berdewam de nîşan daye, dayîna rûmeteke cuda ye bo têgeha zanîna diyalogê. Ev jî
bi wê wateyê ku pêvajoya diyalogê tenê ji bo axaftineke demkî û ji bo xatirê
axaftinê nebûye, belkî diyalog kiriye platformeke neteweyî ji bo komkirin û
birêkûpêkkirina hemû dîtin û nêrînên cuda. Bazne her dem wekî workshopeke
zanistî ya berdewam kar kiriye ji bo guhertina gotara devkî bo gotara nivîskî.
Piştre ev babet bi emanet ve ji bo xwediyên wan hatine şandin û piştî
pesendkirinê, di kovara Gulan de hatine belavkirin. Ji vê zêdetir, di nav wan
gotarên ku berê xwediyên wan pesend kirine, bazneyê hewl daye di çarçoveya
raportên taybet de nirxandineke pir hûr ji bo asta diyalogan bike, pêşniyar û
raspardeyên biqîmet jê berhem bîne û arasteyî desthilata siyasî û saziyên şerî
yên vê nîştimanê bike. Her wiha her şeş mehan carekê, hemû diyalogên wî werzî di
nav du pirtûkên qebare mezin de bi her du zimanên kurdî û erebî çap kiriye û di
rêûresmeke mezin û hêja de, piştî pêşkêşkirina rêznameyan li ser beşdarbûyan,
pirtûk jî dabeş kirine.
Dîroka serhildana ramana damezirandina organekî serbixwe bi navê "Bazneya
Diyalogê" vedigere bo civînên Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat
a Kurdistanê. Di wê qonaxê de, bi zelalî hest bi wê valahiya mezin dihat kirin
dema ku zemîna diyaloga vekirî û eşkere kêm dibe. Bêyî hebûna vê qadê, civak ber
bi sistbûn û rawestanê ve gavan diavêje û pirsa hevahengî û hevkariya di navbera
pêkhateyên neteweyî, olî û aliyên siyasî yên cuda de rûbirûyî metarsiyê dibe. Ji
ber vê yekê di nîvê duyem ê sala 2022an de, biryar li ser vê projeyê hat dan ku
pêwîst e Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina vê
projeya nîştimanî bibe.
Di meha Çileya sala 2023an de, ev biryar bi awayekî pratîkî ket warê
cîbicîkirinê. Di vê mehê de yekemîn panela diyalogê di bin sernavê "Ciwan û
rexneyên wan ên siyasî" hat amadekirin û di hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê
de birêve çû. Tevî ku rexneyên ciwanan di çarçoveya rapirsî, raportên meydanî û
diyalogên germ ên ser maseya Bazneya Diyalogê de li hember desthilata siyasî û
hikûmeta Herêma Kurdistanê pir tund bûn, lê pêşwaziya Serok Barzanî, Mekteba
Siyasî ya PDKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê destpêşxeriyê re, ji bilî ku
bû piştgirî û hanerekî mezin, di heman demê de bû cihê bala wan kesayetên siyasî
û akademîk ên ku di xelekên paşerojê de beşdar bûn.
Ji dema destpêkirina karê Bazneya Diyalogê di destpêka sala 2023an de heta niha
ku Hezîrana sala 2026an e, pêvajoya siyasî li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê
di qonaxeke ne aram û dijwar re derbas bûye. Bi taybetî peywendiyên navbera
Herêm û Bexdayê, dema ku di sala 2023an de hinartina nefta Herêma Kurdistanê hat
rawestandin û di destpêka sala 2024an de destê derve ket nav pêvajoyê û bi
mûşekên balîstîk êrişî Hewlêra paytext hate kirin, ku di encamê de zarokeke wekî
"Jîna" ya neh mehî şehîd bû. Di demeke wiha hestiyar de, aliyên siyasî yên erebî
(Şîe û Sune) ji Bexdayê ve dihatin vexwendin bo Hewlêrê, da ku ligel kesayetên
siyasî, fikrî û akademîk ên Herêma Kurdistanê li ser maseya Bazneya Diyalogê
bicivin û nêrînên cuda biguherînin. Rewşa diyalogan bi qasî ku aram bû, cudahî
nedibûn sedema redkirina hevdu. Tewra beşek ji siyasetmedarên Çarçoveya
Hevahengiyê ya Şîeyan bi eşkere ji me re gotin: "Diyalog di vê asta bilind de li
ser asta dîroka siyasî ya dewleta Iraqê kêmwêne ye, lewma em ê raportekê ji bo
serokwezîr binivîsin da ku bibe babetekî giring ê civînên Encûmena Wezîran a
hikûmeta federal."
Li ser asta navxwe ya Kurdistanê, bi serbilindî mirov dikare bêje ku nûnerên her
çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat (diyaspora), ligel nûnerên hemû partiyên
siyasî yên Kurdistanê bêyî cudahî û nûnerên hemû pêkhateyên neteweyî û olî, di
rûniştinên Bazneya Diyalogê de beşdar bûne. Hemû beşdarbûyî wê şahidiyê ji bo
Bazneya Diyalogê didin ku li ser bingeha "rastgoyî, exlaq û baweriyê" reftarê
ligel hemû nêrînên cuda dike. Ev platform wekî yekane qada vekirî û azad tê
dîtin ku tê de nêrînên cuda temamkerên hev in û dibin pêşniyar û raspardeyên
rast ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina qewareya siyasî ya Herêma
Kurdistanê.
Yek ji wan giriftên sereke yên ku bûye asteng li pêşiya pergalên demokratîk li
cîhanê, gihîştina bi wê rastiyê ye ku hikûmetdarî tenê bi rêya hilbijartinên her
çar silan carekê û yasayên parlemanê û cîbicîkirina wan ji aliyê hikûmetê ve bi
rêve naçe. Ev diyardeya ku bîrmend li ser lihevhatî ne, peywendiya wê bi
dewletên pêşketî an nû-pêşketî ve nîn e, belkî encama xudî pergala demokrasiyê
bi xwe ye û pêwîstiya wê bi rêyeke heye ji bo dagirtina wê valahiya di navbera
hola parleman û kolanê de heye. Ev jî bi rêya avakirina "qada giştî" (public
sphere) dibe. Qada giştî bi wê wateyê ku welatî bikaribin bi eşkereyî diyalogê
li ser kêşeyên welatê xwe bikin û zimanekî hevpar pêş bixin da ku her kes ji hev
fêm bike, bi mebesta dabînkirina rewşeke diyalogî ya nimûneyî (ideal speech
situation) ku bikaribe rê li ber wê qada siyasî bigire ku tê de siyasetmedar û
partiyên populîst geş dibin; ewên ku mebesta wan têkdana saziyên şerî û
nîştimanî yên welat e.
Derbarê giringiya çêbûna qada giştî wekî hokarek ji bo parastina pergala
demokrasiyê, Jürgen Habermas tekez dike ku qada giştî dikare "demokrasiya
lîberal" biguherîne bo "demokrasiya şêwirînê" (deliberative democracy). Ev jî bi
wê wateyê ye ku hikûmet û parleman tenê di dema hilbijartinan de bi rêya
sindoqên dengdanê reftarê ligel beşdariya siyasî ya welatiyan nakin, belkî divê
berdewam ew şêwir û berhemê ku di nav diyalogên qada giştî de çêdibe, bibe
hêzeke din di nav parlemanê de û şêwira xelkê arasteya diyalogên parlemanê ji bo
derxistina yasa û biryaran bike.
Bazneya Diyalogê wekî destpêşxeriyeke şêwirînê ya nîştimanî, li ser wê arasteyê
berdewam dibe ku Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê nexşesaziya wê kiriye.
Armanca îsbatkirî ya vê platformê di dema karê xwe de ew bûye ku ramanê ji
çarçoveya hizbî ber bi asta nîştimanî bilind bike. Ev gav jî di nav Beşa
Rewşenbîrî û Ragihandinê de dest pê kiriye û di hola vê beşê de deriyê diyalogan
hatiye vekirin. Ev yek bi awayekî rasterast nîşandana wê dîskursê ye ku tê de
hewl ji bo avakirina rewşeke nîştimanî tê dayîn. Em platformekê saz dikin da ku
xalên xwe yên hevpar tundtir bi hev ve girê bidin û bi rêya diyalogê xalên nakok
ên navbera xwe çareser bikin. Em tekez dikin ku cudahiyên me yên neteweyî, olî û
siyasî ji çarenivîsa me ya hevpar di vê nîştimanê de pir biçûktir in. Hewlên me
ji bo wê ne ku di çarçoveya parastina hêlên sor ên neteweyî û nîştimanî de
reftarê ligel cudahiyan bikin, ji ber ku em çiqas cuda bin, hîn jî em hemû
hildêrên yek nasnameya hevpar in ku ew jî Kurdistan e.
Bazneya Diyalogê li tabloya mezin a Kurdistanê dinêre ku tê de armanca yekem
parastina serweriya nîştiman e. Piştî vê jî, ronahiyê dixe ser wan hûrguliyan ku
welatiyên vê axê şayesteyî jiyaneke asûde û xweşguzeran bin.
Bazneya Diyalogê di dema 42 diyalogên vekirî de, ev tewer û babetên giring
gotûbêj kirine û di çarçoveya heft pirtûkan de pêşkêş kirine:
Pirtûka Yekem: Diyalog ligel nerazîbûna xelkê
- Ciwan û rexneyên wan ên siyasî.
- Rol û beşdariya jinan di qada siyasî de.
- Întîmaya nîştimanî; pirs û gotûbêj.
- Medyaya kurdî; qonax û berpirsiyarî.
- Xelk û asta pêşkêşkirina xizmetguzariyan.
- Alingariyên li pêşiya serweriya yasayê li Herêma Kurdistanê.
Pirtûka Duyem: Alingariyên asayîşa nîştimanî
- Madeyên hişbir û metarsiyên wan.
- Îslama siyasî û gumanên li ser çand û nasnameyê.
- Referandum û helwesta civaka navdewletî.
- Herêma Kurdistanê û şerê aborî.
- Hilbijartinên Herêma Kurdistanê û kotaya pêkhateyan.
- Guhertina demografî û metarsiyên wê li ser nasname û axê.
Pirtûka Sêyem: Kurdistan û hevrikiya herêmî û navdewletî
- Armancgirtina Herêma Kurdistanê û sedemên wê.
- Hevrikiya hizbî û paşeroja Herêma Kurdistanê.
- Dadgeha Federal a Iraqê; diyalog û helwest.
- Herêma Kurdistanê di nav aloziyên hevrikiya herêmî û navdewletî de.
- Herêma Kurdistanê di nêrîna dewleta federal a Iraqê de.
- Reftara Herêma Kurdistanê ligel rûdanên Iraq û herêmê.
Pirtûka Çarem: Kurdistan û guhertinên Iraq û Rojhilata Navîn
- Yasaya neft û gaza federal; xwendin û nirxandin.
- Hemwarkirina yasaya bariya kesî ya Iraqê û encamên wê.
- Pirsa serjimêriya giştî li Iraqê; rehendên yasayî û encam.
- Hemwarkirina destûrê û destpêkirina çareseriya aştiyane ya kêşeya kurd li
Tirkiyeyê.
- Îhtîmalên pêkanîna kabîneya dehem û paşeroja Herêma Kurdistanê.
- Encamên ketina rejîma Esed li ser Herêma Kurdistanê.
Pirtûka Pêncem: Hikûmetdarî û xizmetguzarî
- Xizmetguzariya tendurustiyê di navbera kerta giştî û taybet de.
- Pergala xwendinê li Herêma Kurdistanê.
- Xizmetguzariya elektrîkê û giriftên wê.
- Giringiya parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê.
- Bername û plan ji bo geşepêdana kerta çandiniyê.
- Geşepêdana projeyên rê û ban û çareserkirina giriftên hatûçûnê.
Pirtûka Şeşem: Jeneolojiya nasnameyê di nav hêzên nerm ên neteweyê de
- Alingariyên niha yên li pêşiya zimanê kurdî.
- Huner û nasname; kurd çi bikin baş e?
- Şûnwar; kodên naskirina neteweyê.
- Werzîş wekî amûrek ji bo xwenaskirina neteweyê.
- Xwendina bilind û şiyanên zanistî yên neteweyê.
- Geştûguzar; pira peywendiya navbera çandên cuda.
Pirtûka Heftem: Nivîsandina dîrokê bi zimanê diyalog û jihevfêmkirinê
- Encamên teknolojiya zanyariyan li ser civakê.
- Karîgeriya yekbûna kurdan di nav guhertinên Rojhilata Navîn de.
- Kurdistan di nav aloziya şerekî nexwestî de.
- Girîngiya enerjiyê di dariştina stratejiya hevkêşeyên siyasî de.
- Iraq; prensîba aştî û diyalogê bo çareserkirina kêşeyan.
- Pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê.
Ew tiştê ku di dawiyê de em dixwazin careke din tekeziyê li ser bikin, ew e ku
tenê rêçareya guncaw ji bo serkeftina bi ser kêşe û alingariyan de, û her wiha
ji bo komkirin û yekxistina hêz û aliyên cuda, berdewambûna li ser diyaloga
eşkere, cidî û giştgir e. Ev pêvajo pêwîst e hemû pirsên giring ên peywendîdar
bi vê ax û nîştimanê ve li xwe bigire.
Derbarê rastiya niha ya pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê, ku di nav cureyek
ji rawestanê de asê maye û tê de nehatiye kirin ku parleman çalak bibe û
hikûmeteke nû pêk bê, sedema herî sereke vedigere bo wê yekê ku aliyan xwe ji
diyaloga rastîn û jihevfêmkirina hevpar dûr xistine.
Di rewşeke wiha de, platforma "Bazneya Diyalogê" ku niha gava xwe diavêje werzê
heştem ê çalakiyên xwe, bi heman nîyet û mêtoda berê berdewamiyê dide karên xwe.
Ev platform pirsên neteweyî û daxwazên xelkê dike tewer û sernavên sereke yên
diyalogan û nêrînên cuda li dora maseyekê kom dike.
Armanca dawî ya Bazneya Diyalogê ew e ku welatiyên Kurdistanê bi awayekî pratîkî
hest bi wê bikin ku xwedî beşdariyeke çalak in di pêvajoya siyasî û nîştimanî ya
xwe de. Bi awayekî ku nêrîn û pêşniyarên wan bibin nexşerêya wan diyalogên ku di
paşerojê de dibin yasa û biryar.
Bazneya Diyalogê Tîrmeha 2026
