Ferîd Mîrbaqirî, Profesorê Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Nîkosyayê ji bo Gulan: Bilindbûna nasyonalîzmê şikestina projeya globalîzmê (cîhangeriyê) xiste rû.
Ferîd Mîrbaqirî, Profesorê Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Nîkosyayê ji bo
Gulan: Bilindbûna nasyonalîzmê şikestina projeya globalîzmê (cîhangeriyê) xiste
rû.
Di demekê de ku Rojhilata Navîn di yek ji qonaxên herî hesas ên dîroka hevçerx
de derbas dibe, mijara şer, hevsengiya hêzê, sîstemên ewlehiyê û paşeroja
birêkûpêkkirina têkiliyên navneteweyî, ji her demê bêtir giringî û nirx bi dest
xistine. Di vê hevpeyvîna xwe ya bi "Gulan"ê re, Profesor Ferîd Mîrbaqirî,
pisporê têkiliyên navneteweyî, bi nêrîneke rexneyî rewşa herêmê, hevrikiya
Amerîka û Îranê, bilindbûna nasyonalîzmê, şikestina globalîzmê, guherîna
sîstemên ewlehiyê û sînorên modela dewleta serwer şîrove dike û banga pêdiviya
bîrkirineke nû ji bo paşeroja birêkûpêkkirina cîhanî dike.
* Hûn rewşa niha ya Rojhilata Navîn çawa dibînin, bi taybetî di têkiliya bi şer
û nakokiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) û Îranê re?
- Ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku ji aliyê hin beşên Rojhilat ve
nêrîneke taybet li ser Rojava heye, ku bawer dikin Rojava şaristaniyeke
xerabkar e. Em dikarin di çarçoveya wê nêrîna ku "Samuel Huntington" amaje
pê dike de lê binerin, ku ew jî "pêkdandana şaristaniyan" e. Ev yek bi
mijara nasnameyê ve girêdayî ye. Niha li Rojavayê jî em bilindbûna
nasyonalîzmê, siyaseta nasnameyê û populîzmê dibînin. Globalîzm ku yek ji
qonaxên pêşkeftî yên sermayedariyê (kapitalîzm) ye, di van demên dawî de li
ser destê nasyonalîzmê rastî şikestinê hatiye. Bo nimûne, hilbijartinên dawî
yên serokatiya Amerîkayê; mebesta min ew e ku Amerîkayê serokekî nasyonalîst
li ser berbijêrên din ên ku ne nasyonalîst bûn hilbijart, yên ku bêtir kesên
lîberal û globalîst bûn. Nexwe em vê bilindbûnê li Rojava, li Brîtanya, li
Fransa û li cihên din jî dibînin. Ez bi xwe li Qibrisê (Nîkosya) dijîm;
partiya nasyonalîst ku partiyeke piçûk bû, rêjeya dengên xwe sedî sed bilind
kir, ango hejmara kursiyên xwe gihand heşt kursiyan, ku berê tenê çar
kursiyên wê hebûn. Lewma mirov dikare vê mijarê di çarçoveya pêkdandana
şaristaniyan de şîrove bike. Piştre, eger em ji perspektîfa "siyaseta
realîst" (realpolîtîk) li vê mijarê binerin, Îran xwediyê 90 mîlyon nifûs e
û xwediyê hin çavkaniyên herî dewlemend ên xwezayî ye û şaristaniyeke pir
kevnar e. Pir tê gotin ku pirsgirêka sereke çekên navokî (nukleer) ne, lê ez
bi xwe bawer dikim ku hebûna çekên navokî ne di berjewendiya Îranê de ye. Ji
ber ku Îran xwediyê pêgeheke jeopolîtîk û cografî ye, çavkaniyên xwezayî
hene û welatekî mezin e, heta xwediyê çavkaniyên mirovî ye jî. Eger Îran
bibe xwediyê çekên navokî, wê demê Tirkiye û Erebistana Siûdî jî heman gavê
davêjin. Wê demê asta hêza van welatan nêzîkî hev dibe, ango hevsengiyek
çêdibe ku her welatekî xwedî çekên navokî be, dê bitirse ku êrîşî welatekî
din ê xwedî heman çekê bike. Ji ber wê, pir zehmet e ku serî li bikaranîna
wan çekan bidin.
* Gelo hûn bawer dikin ku ev qeyrana niha rewşeke demkî ya bilindbûna aloziyan
e, an sîstemeke nû ya ewlehiyê ya bi temamî cuda derketiye holê?
- Bi baweriya min, hatina sîstemeke nû ya ewlehiyê tiştekî jêneneger e
(hacetmî ye). Gava yekem di vê rêyê de "Peymanên Îbrahîmî" bûn. Piştre divê
em bêjin ku her dem her aliyek di hewildana pêkanîna ewlehiyê de ye, ji ber
ku bawer dikin dijminên wan hene û divê xwe biparêzin. Guherîna nêrînan jî
bandorê li ser rêkarên ewlehiyê dike. Bo nimûne, eger Îmarat û Behreyn û
piştre Siûdî ragihînin ku êdî em Îsraîlê wek dijmin nabînin û têkiliyên
dîplomatîk ên fermî pê re girêdidin, wê demê ev dibe sedema guherîna rêkarên
ewlehiyê. Guherîn jî wê ew be ku êdî hevpeymanî û şirîkatî û dîplomasiya van
welatan li gorî wê tirsê nabe ku Îsraîl êrîşî wan bike. Ji aliyekî din ve,
ez bawer dikim Amerîka dixwaze roleke zêdetir di darêjtina rêkarên ewlehiyê
û wê sîstema ewlehiyê ya ku tê çaverêkirin were holê de lîst bibe. Welatên
erebî xwediyê şiyaneke teknolojîk a wisa nînin ku vê karî bikin, lê xwediyê
şiyaneke darayî (pere) ya bilind in. Ji ber vê yekê, pêdiviya wan bi aliyekî
bihêz heye; herî kêm Îsraîl, eger em bêjin ne hêzên derveyî yên wek Amerîka
û welatên Ewropayê bin. Mebesta min ew e ku dewletên erebî nikarin bi tenê
vê karî bikin, lê çavkaniyên wan ên darayî hene û ez bawer dikim ku ew ê di
vê sîstemê de veberhênanê bikin. Derbarê bidestxistina çekên navokî de,
Îsraîl naxwaze tu welatekî din ê herêmê vê çekê bi dest bixe, lê tu garantî
tune ye ku di 20 heta 30 salên bê de rewş bi vî rengî bimîne. Ji ber ku niha
Pakistan xwediyê vê çekê ye û Îran jî xwedî şiyan e; di paşerojê de dibe ku
ev monopolkirina çekên atomî were şikandin û hevsengiya niha ya têkildarî
şiyana navokî wek xwe nemîne.
* Îstîna hûn tekeziyê li ser wê dikin ku divê nêrîneke ne-rojavayî di asta
têkiliyên navneteweyî de were girtin. Gelo ev qeyrana niha kêmasî û pirsgirêkên
sîstema ewlehiyê ya Rojava xiste rû? Ma pêdivî ye hêzên herêmî hewildana
darêjtin û girtina mîkanîzmayên cuda yên birêvebirina ewlehiyê bidin?
- Berî her tiştî divê em bêjin ku ew sîstema li cîhanê serdest e, berhema
Ewropayê ye û berhema "Sîstema Westfalya" ya sedsala 17an e. Di wê demê de
dewlet hatin avakirin bi vî rengê ku niha hene. Eşkere ye ku her civakek
dixwaze dewleta xwe ya taybet hebe da ku bi rêya wê xwe wek gelekî serbixwe
nîşan bide. Nexwe di bingeh de, "dewleta xwedî serwerî" têgeheke rojavayî û
lîstikeke ewropî ye. Li vir pirsgirêk ew e ku eger em tenê berjewendiya xwe
ya neteweyî pêş bixin û di vê rêyê de mafê welatên din jî binpê bikin, ev
wek karekî rewa tê dîtin. Ji bo guherandina vê rewşê, divê em li ser wê yekê
bîr bikin ku civakên xwe ji aliyê siyasî ve bi rengekî cuda birêxistin
bikin. Ewropayê xwest bi rêya Yekîtiya Ewropayê vê karî bike, lê armanca xwe
bi temamî bi dest nexist – ez nabêjim şikest xwar – lê ji ber ku ne artêşeke
yekbûyî û ne jî siyaseta derve ya hevbeş heye, ez bawer nakim karibin van
armancan pêk bînin. Her wekî ku dewleta serbixwe ya xwedî serwerî bûye
kevirê bingehîn ê têkiliyên navneteweyî û her dewletek dixwaze berjewendiyên
xwe pêş bixe, vê yekê wek armanceke rewa dibînin. Çi dibe bila bibe, di roja
îro de ew nêrîn jî çêbûye ku êdî dewleta serbixwe ya xwedî serwerî, ne
baştirîn rêçare ye ji bo birêkûpêkkirina civakan ji aliyê siyasî ve. Ev
nêrîn tekez dike ku ev model sedsalên xwe derbas kirine û êdî xizmeta
armancên mirovahiyê nake. Ango divê em li ser rêkar û rêçareyên nû bîr bikin
ku bi rastiya hevçerx a cîhanê re li hev bikin.
* Çima hûn bawer dikin ku ev model bi mercên hevçerx re nakeve?
- Ji ber ku dewlet pawanekar e (monopolîst e) û her tişt di bin destê wê de
ye. Ew te neçar dike ku tu dest ji beşek ji dahata xwe ji bo berjewendiya wê
berdî, nexwe rê li ber karê te digire. Daxwaz ji we dike ku hûn destwerdana
wê di nakokiyên xwe de qebûl bikin û ew aliyê yekalîker be; eger tu razî
nebî an serî hildî, te dixe zindanê. Dewlet îdia dike ku ji bo wê rewa ye ku
hêzê li dijî gelê xwe bikar bîne û tenê dewlet nûnertiya te dike; tu bixwazî
an nexwazî, te bi peymanên xwe ve girêdide. Dewlet te neçar dike ku tu herî
mirovên din bikujî, an tu werî kuştin. Eger biryara şer bide, divê tu beşdar
bî. Ev tişt bi wan nirxên ku di sedsala 21an de hene, naguncin. Ji ber wê
divê rêkarên nû werin holê. Divê di vê sîstema nû de rewş wisa be ku eger ez
wek Yewnanî ji dayik bibim, divê ev ne bi wê wateyê be ku ez li dijî Tirk
im. An eger ez wek Kambocî ji dayik bibim, nabe ku ez li dijî Viyetnamiya
bim. Ango divê em vê dabeşkarî û dijminatiyê derbas bikin, ji ber ku em di
civakeke piralî de dijîn ku cudahiyan dipejirîne û rêzê lê digire. Li vir
divê ez bêjim, çawa ku takekes di warê mafên siyasî de wekhev in, divê
dewlet jî xwedî mafên wekhev bin. Rast e di asta navneteweyî de û ji aliyê
teorîk ve her dewletekê dengekî wê heye, lê di warê pratîkî de ev nayê
dîtin. Tiştê li cîhanê serdest e, "hêz" e. Ez bawer dikim divê em ji asta
takekesan dest pê bikin. Ji ber ku eger takekesekî aram û bextewar hebe, ev
dê bandorê li ser pêkanîna aştiyê bike. Eger mîlyaran mirov hêrsbûyî, bêhêvî
û aciz bin, em ê çawa karibin aştiyê pêk bînin? Ev tiştekî nepêkan e.
Gotinek heye dibêje: "Şer di mejiyê mirovan de dest pê dike," ji ber wê divê
hewildanên avakirina aştiyê jî di mejiyê mirovan de dest pê bikin. Pirsgirêk
ew e ku heta niha perwerde lîberal û sermayedarî bûye, ku îdia dike divê her
kes bi daxwaz û xwestekên xwe ve mijûl bibe. Ez bi xwe kêfxweş im ku
herikîna globalîzmê rawestiya ye, herî kêm piştî girtina desthilatê ji aliyê
Donald Trump ve.
