Dr. Mela Azad Xurşîd Kerkûkî, Berpirsê Liqê Kerkûkê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê: Zana bawer dikin ku Xwedê nasnameya kurdî daye wan, lewma jêbirina nasname, ziman û çandê ji aliyê dagirkeran ve wek "kufr" (bêbawerî) tê hesibandin.
Dr. Mela Azad Xurşîd Kerkûkî, kesayetiyekî olî û akademîsyenê bajarê Kerkûkê ye.
Xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê Şerîetê de û niha Berpirsê Liqê Kerkûkê
yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û endamê Lijneya Fetwayê ya
parêzgehê ye. Ji bo axaftina li ser rola zanayên olî yên Îslamê di girêdana
hezkirina axê bi îmanê re, her wiha li ser rewşa nexwestî ya niha li navçeyên
dabeşkirî bi giştî û li Kerkûkê bi taybetî – ku bi rêya fişarên olî û mezhebî
dixwazin nasnameya me ya kurdbûnê û girêdana ciwanên me ji nav bibin – di vê
çarçoveyê de bi vî rengî bersiva pirsên "Gulan"ê da:
1. Heta çi astê zana û mamosteyên olî li Kurdistanê karîne bi rêya ola Îslamê,
hevsengiyekê di navbera parastina îmanê û hezkirina niştiman de di dîrokê de ava
bikin?
- Role û girîngiya mamosteyan di wê de diyar dibe ku di dîroka Kurdan de tu
zanayekî me nîne ku ne niştimanperwer be, û tu helbestvanekî me jî nîne ku
malikek (beytek) wî li ser ziman, ax û neteweyê nebe. Belgeya herî mezin a
vê rastiyê ew e ku di dîroka şoreşan de, zanayên olî roleke sereke lîstine û
bi dirêjahiya dîroka xebata gelê me re, di her tevgerê de beşdar bûne. Di
her warî de mamosteyên olî pêşeng û rêber bûne û her dem di çeperên pêşî de
bûne.
Wate, mamosteyan "mihrab" û "çeper" bi tundî bi hev ve girê dane. Bi taybetî di
tevgerên Şêx Mehmûd, Pêşewa Qazî û Şêx Seîd de, ku serkirdeyên wan hemû şêx,
mela û perwerdekiriyên hucereyên pîroz bûn. Ew mîrata çandî ya ku ji me re maye,
piranî li cem zana û helbestvanên mezin ên niştimanê me bûye. Ev jî ji ber ku di
dîroka neteweya Kurd de qeydkirin û dokumentkirin qels bûye, lê helbest her dem
di dilan de mane û hatine gotin. Lewma em dikarin bêjin tu edîb û helbestvanek
nîne ku ji bo yekbûn, yekgirtin û raperîna niştimanî ya gelê xwe helbest
nenivîsîbe. Her dem mamosteyên olî, helbestvan û edîb bi dilsozî xemxorê gelê
xwe bûne. Ev hest, bêguman ji ruhê ola pîroz a Îslamê hatiye girtin ku tê de
niştiman, ax û cudahiya navbera neteweyan (gel û qebîle) wek pîroziyekê hatine
dîtin. Zana bi kûrî bawer dikin ku Xwedê nasnameya kurdî daye wan, lewma jêbirin
û guhartina nasname, ziman û çandê ji aliyê dagirkeran ve wek "kufr" dibînin. Ji
bo vê yekê pişta xwe bi fermaneke (hedîs) zelal a Pêxamber (s.a.w) girê didin ku
dibêje: "Her kesê xwe bide pal gelekî ku ne ji wan be, bila cihê xwe di agirê
dojehê de amade bike." Ji vir ve, zana, edîb û helbestvanên Kurd ku piranî
mamosteyên olî bûn, baş têgihiştibûn ku ji navbirina nasnameya neteweyî tawaneke
mezin e, lewma bi cidî xebat û têkoşîna bêrawestan di rêya parastina vê doza
rewa de kiriye.
2. Bingehê şer'î û exlaqî yê redkirina sitemkariya rejîmên Iraqê ji aliyê
zanayên olî yên Kurdistanê ve çi ye? Ma ev dijayetî bi temamî ji deq û bingehên
olî serçavkanî girtiye?
- Bêguman, di Qurana Pîroz de ewqas tekezî li ser rûbirûbûna sitemê hatiye
kirin, û di hedîsên şer'î de ewqas behsa dijayetîkirina zilmê hatiye kirin,
ku em dikarin bêjin ev tewerekî sereke ye û yek ji armancên bilind ên Îslamê
ye. Mebesta min jinavbirina diyardeya sitemkariyê ye. Heta sitem di Îslamê
de ewqas nayê qebûlkirin ku her kesê serî lê bide, an ji dûr ve alîkar û
piştgir be, ew jî wek sitemkar tê hesibandin.
Ola pîroz a Îslamê fermana rêwerzî û hişyarkirinê daye. Çendîn nêrînên çewt hene
ku dixwazin xelkê wisa têbigihînin ku tenê bêdeng bin û sebir bikin, lê nexêr!
Îslam li ser sitemkariyê dibêje: "Eger we dît ummeta min ji zalim re nabêje 'tu
zalim î', êdî xatir ji wan bixwazin (ango qedrê wan namîne)." Lewma ji her
misilmanekî hatiye xwestin ku rûbirûyê sitemê bibe û her dem piştgiriya mezlûm
bike. Gelê Kurd vê rastiyê baş dizane û tama tal a sitemê çêştiye, lewma gelekî
hesas e. Gelên derdorê ew hesasiyet tune ne, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de
piranî di eniya sitemkaran de bûne. Di çanda ereb, tirk û farsan de kêm behsa
mezlûman tê kirin. Bo nimûne: Derbarê mijara "tehcîr" (koçberkirina bi darê
zorê), min nedîtiye di van 15 salên dawî de jî babetek hatibe nivîsandin; hukmê
tehcîrê di Îslamê de çi ye? Di demekê de ku çendîn ayetên pîroz hene wek "Yên ku
ji warên xwe hatine derxistin". Derxistina xelkê ji malên wan tawaneke mezin e.
"Çima em di rêya Xwedê de şer nekin di demekê de ku em ji warên xwe hatine
derxistin?" Wate xebat di rêya niştiman de, bi taybetî dema dagirker tê û axê
dagir dike, erkeke "ferz" (wajîb) e û ew xebat wek "cîhad" di rêya Xwedê de tê
hesibandin. Lewma di nav çand û zanista şer'î ya nivîskarên Kurd de, pir behsa
metirsiya sitemkariyê hatiye kirin û ev bûye bingeha hemû şoreşên Kurd.
3. Hucereyê çawa karî di nebûna zanîngehan de, serkirdeyên dîrokî yên Kurd wisa
perwerde bike ku Xwedêperestî û dilsoziya bo ziman, ax û nasnameyê yek bixin?
- Wek min amaje pê kir, tu mamoste û mizgefteke me nîne ku ruhê neteweyî û
ruhê berxwedanê tê de nebe. Mizgeft "navenda fêrbûnê" ya miletê Kurd bû.
Berî ku şoreş çêbibin, di dema Osmaniyan de tiştek bi navê dibistanên
hikûmetê ku perwerdeya kurdî bidin nebû. Lewma mizgeftê hemû rol dîtine;
rola baxçeyê zarokan, seretayî, navendî, amadehî, kolêj û doktorayê. Her çi
edîb, helbestvan, zana, dana û nivîskarên me yên dîrokî hene, hemû derçûyên
hucere û mizgeftan ne.
4. Eger em behsa rewşa niha ya Kerkûkê bikin, bi taybetî di warê vekirina
huseyniye, kolêj û dibistanên olî yên her du aliyên erebên şîe û sunne, hûn wek
zanayên Kurd çawa bi vî rastiyê re serederiyê dikin?
- Derbarê Kerkûkê de, ez ji sala 2003yan ve li vî bajarî me. Em li vir
rûbirûyê êşeke mezin bûne. Piştî 2003yan, erebên sunne kolêja "Îmamê Ezam"
damezirandin, erebên şîe jî kolêja "Îmam Ceferê Sadiq" vekirin û perwerdeya
xwe bi bernameya (menheca) xwe didin. Di nav 21 dibistanên olî yên li vir
de, tenê 3 rêveber Kurd in, ew jî Weqfa Sunnî ya Bexdayê danîne, ne bi
daxwaza me. Me çendîn caran daxwaza dibistaneke olî ya kurdî kiriye, lê
nehatiye kirin. Me daxwaza peymangehekê kiriye, nehatiye kirin. Em dixwazin
di kolêjên me de li şûna dîroka "Omer Muxtar", behsa "Şêx Mehmûdê Hefîd"
were kirin. Li şûna şêxên biyanî, behsa "Melayê Gewre yê Koyê", "Şêx
Ubeydullahê Nehrî" û "Selahedînê Eyûbî" were kirin. Ji ber nebûna navendên
me, zarokên me diçin cem wan û li wir nasnameya wan a kurdewarî lawaz dibe.
Rewşa me ya mamosteyên Kurd li Kerkûkê gelekî giran e û em bi tenê xebatê
dikin. Heta niha ne hikûmet û ne jî partiyên Kurdî giringiya pêwîst nedane
vê qadê. Li Bexdayê bi dehan rêxistinên mezin ên olî hene ku piştgiriya
darayî û siyasî lê tê kirin, lê em li Kerkûkê carna nikarin tabelayekê jî
hilwasên, ji ber ku dibêjin "destûra (moleta) we nîne". Em gelekî "bêkes" in
di vê mijarê de.
5. Gelo gotara olî ya pêkhate û mezhebên din, bandoreke nerênî li ser ziman,
cilûberg û nasnameya ciwanên Kurd li Kerkûkê dike?
- Ev mijar bandoreke du-alî kiriye. Beşek ji me bi tundî li ser nasnameya xwe
radiwestin, lê beşek din çavê wan li wan îmtiyazan e ku li cem wan
rêxistinan hene; mîna şandina bo Hec û Umreyê, an xwendina li derveyî welat
(Misir, Urdun, Tirkiye). Ji ber van berjewendiyan, mixabin niha hinek
melayên Kurd bi wan re alîkar in. Ez gelekî ji wan gilîdar im, ji ber ku
mela divê her dem niştimanperwer be. Prensîb ew e ku mirov ax û zimanê xwe
biparêze. Her kesê dest ji ziman û axa xwe berde, bila nebêje ez misilman
im, ji ber ku Xwedê ev ziman daye te; eger tu jê razî nebî û biguherînî, ev
ber bi "kufrê" (ango neşukriyê) ve diçe. Divê hikûmet li Kerkûkê roleke
aktîf bibîne û ola Îslamê ji bo parastina nasnameyê were bikaranîn, ne ku bi
navê dîn zimanê me ji destê me were girtin.
