• Thursday, 30 July 2026
logo

Li Qamişloyê Festivala Genim li dar ket

Li Qamişloyê Festivala Genim li dar ket

1'emîn Festîvala Genim a Salane îro li Qamişloyê li dar ket. Armanca festîvalê ew e ku dîroka genim û qonaxên çandiniya wî, girîngiya wî ya aborî û çandî nîşan bide.

Serê sibê festîvalê li Stada 12`ê Adarê ya Qamişloyê dest pê kir û ber êvarkî bi dawî bû.

Di festîvalê de amûrên destan ên ku di qonaxên cuda yên çandinî û berhevkirina genim de têne bikaranîn, her wiha amûrên kevneşopî yên çandiniya genim hatin nîşandan.

Her wiha xwarinên ji genim hatine çêkirin, li gel cureyên nan û xwarinên kevneşopî, şîraniyên gelêrî yên ku ji genim hatine çêkirin, hatin pêşkêşkirin.

Di beşeke din de hunerên destan û aksesuarên folklorîk ên ku ji hêla jinan ve ji sinbilên genim hatine çêkirin hatin pêşandan. Beşdarên li qada festîvalê xwarinên kevneşopî jî amade kirin, wekî nanê tenûrê, genimê kelandî û meyîr.

Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava, Navenda Lêkolînên Çandiniyê, meclisên bajar û şaredariyên Hesekê û Qamişloyê, malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya Sporê, Kongra Star, Enstîtuya Jineolojiyê, Enstîtuya Jinwar, Saziya Jinan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedê, Tevgera Civaka Demokratîk û Desteya Çandê beşdarî festîvalê bûn.

Her wiha di festîvalê de komên govendê govend gerandin, Humermend Comerd û Berbang Hilal stranên xwe pêşkêş kirin.

 

ANHA

Top