Îmad Teha, endamê Bazneya Guftugo: Yek ji pirsgirêkên xerab ên polîtîzekirina civakê ew e ku proseya siyasî neseqit dibe û aştiya civakî jî hejanî dike
Îmad Teha, endamê Bazneya Guftugo û endamê Beşê Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya
Demokrat a Kurdistanê ye. Di guftugoya vê carê ya «Bazneya Guftugo» de (Proseya
siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê), bi vî rengî dîtin û nerînên xwe
anîn ziman:
Yek ji pirsgirêkên xerab ên polîtîzekirina civakê ew e ku ji bilî wê ku berdewam
proseya siyasî neseqit dibe, di heman dem de aştiya civakî jî hejanî û şepirze
dike. Lewma ev rewş tenê taybet nîne bi civaka Kurdistanê, belku li dewletên
pêşkeftî yên Ewropayê jî ku ev pirsgirêk ser hildide, êdî seqitbûna proseya
siyasî û hikumranî dikeve girêyeke siyasî ya mezin. Bi eşkereyî, encamên vê
pirsgirêkê peywendiya wan bi civaka pêşkeftî û civaka paşketî ve nîne, belku wek
petayekê ye ku ser hildide; wek nexweşiyeke kujer divê em li pey çareseriyê yan
dîtina vaksîna wê bigerin, ne ku nexweşxaneyên zêdetir ava bikin ji bo ku tenê
bi encamên wê yên xerab re mijûl bibin.
Ji vir ve, heger bi ruhê berpirsiyariyê û kurdayetiyê li ser vê pirsa hestiyar
biaxivin, divê em bi eşkereyî wê rastiyê bibêjin ku zêdetirî şeş dehsalan e
tevgera rizgarixwaza Kurdistanê tûşî vê pirsgirêk û petayê bûye. Her 10-12 salan
carekê bi şêwazekî din û bi encamên xerabtir xwe dubare kiriye û şerê xwenavî yê
navxweyî li pey xwe aniye. Encamên wê yên xerab ne tenê aştiya civakî xistiye
metrsiyê, belku wek emrê waqiî Herêma Kurdistanê dabeşî ser du zonan kiriye, ku
ev metirsiya herî mezin e bo paşeroja pêgeh û hêza Herêmê di nav dewleta Iraqê
de.
Di sala 1991ê de piştî Raperîna mezin a xelkê Kurdistanê, Serok Barzanî hewl da
Eniya Kurdistanî bigihîne qinaetê ji bo ku bi rêya sindoqa dengdanê vê kêşeyê
çareser bike. Lê di yekem ezmûna vê gava şaristanî de ku xelkê Kurdistanê bi
germî pêşwazî lê kir, ezmûna xerab a «pêncî bi pêncî» berhem anî. Hewldana ji bo
rêkxistina vê sîstema xerab, şerê çar salan ê navxweyî li pey xwe aniye, heta ku
di îlona sala 1998an de, birêzan Serok Barzanî û Mam Celal li Washingtonê
rêkeftinek bi navê «Rêkeftina Washingtonê» ji bo aştîbûna Partî û Yekîtiyê îmza
kirin.
Armanca wê rêkeftinê dîtina rêgeçareseriyekê bû ji bo ku milmilaniya Partî û
Yekîtiyê li ser desthilatê di hilbijartinan de bi dawî bibe. Ev arasteye piştî
bi dehan û bi sedan civînên navbera Mekteba Siyasî ya Partî û Yekîtiyê, gihîştin
wê rêgeçareseriyê ku ber bi rêkeftina stratejîk ve gavan biavêjin. Li gorî vê
rêkeftinê, her du alî (Partî û Yekîti) bi yek lîsteyê beige beşdarî
hilbijartinan bûn di bin navê «Lîsteya Kurdistanî» de û berî encamdana
hilbijartinan jî şayisteyên hilbijartinê di navbera Partî û Yekîtiyê de hatibûn
dabeşkirin.
Ji bo dîrokê divê em bibêjin ku rêkeftina stratejîk yek ji wan destkeftan bû ku
divê şanazî pê bê kirin, ji ber ku di bin siya wê rêkeftinê de karîn beşekî zêde
yê mafên gelê Kurdistanê di destûra sala 2005an de biçespînin. Li Herêma
Kurdistanê jî di çarçoveya pêkanîna kabineya pêncem de, her du îdareyên Hewlêr û
Silêmaniyê yek girtin û dawî bi du-îdareyî hat. Lê piştî nexweşketina birêz Mam
Celal û derzbûna rêkeftinê û paşê nemana wê rêkeftina stratejîk bi awayekî
kiryarî, êdî piştî sala 2012an ve ev e rewşa proseya siyasî û hikumraniya
Kurdistanê ku di tu demê de nekariye tenê ji bo şeş meh an salekê bi seqitbûn
karên xwe bi rê ve bibe.
Encama herî xerab a vê petayê berî her tiştî serhildana gendeliya siyasî bû, ku
diyardeya popolîstî wek diyardeyeke xerab di nav proseya siyasî û di nav faza
medyayî û sosyal-medyaya Kurdistanê de da sepandin.
Niha ku ev 20 meh in hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine kirin (ku dike
zêdetirî 600 rojan), me nekariye perlemanê kara bikin û hikumeta nû pêk bînin.
Ev şikandina rekoreke cîhanî ye bo paşketina pêkneanîna hikumetê. Berî me
dewleta Belçîkayê piştî hilbijartinên sala 2010an, 18 meh û 541 rojan ma heta ku
partî gihîştin rêkeftinê û hikumet pêk anîn. Vê şikestê nivîskar û dîroknasê
Belçîkî «David Van Reybrouck» han da ku pirtûka "Dijî Hilbijartinan" (Against
Elections) di sala 2013an de belav bike. Ev pirtûk tam rengvedana wê yekê ye ku
proseyên hilbijartinê li wan civakên ku tê de fireh-partiyek nateandurust heye û
cemsergiriyeke tund di nav civakê de drust dikin, ne ku tenê kêşeyan çareser
nakin, belku encamdana hilbijartinan kêşeyên nû bi dû xwe de tîne.
Nexwe bi sûdwergirtin ji ezmûna hemû sîstemên demokratîk ên cîhanê û dersên şeş
dehsalên borî yên tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û ezmûna şeş hilbijartinên
Perlemana Kurdistanê, divê em bi eşkereyî bigihin wê qinaetê ku tu encamekî
hilbijartinan wek xwe kar pê nehatiye kirin, ji bilî kabineyên pêncem, şeşem û
heftem ku berhemê encamên Lîsteya Kurdistanî bûn. Kabineyên din (heştem û nehem)
bi hêsanî pêk nehatine û piştî pêkanînê jî, wek her kes dizane, seqitbûna
hikumraniyê drust nebûye, belku neseqitbûna siyasî û hikumranî pir bi xerabî
kûrtir kiriye.
Di dawiyê de dikarin bibêjin: Divê li derveyî encamdana proseyên hilbijartinê,
li dermanê pirsgirêka polîtîzekirina civakê bigerin. Ew derman jî tenê di nav
mektebên siyasî yên partiyan, ji hev têgihîştina siyasî û bi nermî-nîşandanê
drust dibe.
