Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan gihîşt 426 hezaran
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan 426 hezar kes in.
Wî red kir ku li girtîgehan ji bo girtiyan cihên manê tune bin.
Komîsyona Têkel a Mafên Mirovan çarşema borî (1ê Tîrmeha 2026an) li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo nirxandina rewşa girtîgehan civiya.
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê Çelebî Yilmaz di civînê de axivî.
Wî li ser kapasîte, xizmetên tenduristiyê û pêwîstiyên girtiyan agahî dan.
"Ji sedî 85ê wan mehkûm in"
Çelebî Yilmaz destnîşan kir ku heta Tîrmeha 2026an, li girtîgehan bi giştî 426 hezar kes hene.
Yilmaz amara girtiyan wiha parve kir:
"Ji sedî 15ê van kesan girtiyên ku darizandina wan didome ne. Ji sedî 85ê wan jî mehkûm in anku cezayê wan hatiye birîn.
Tevî rexneyên li ser kapasîteyê, ez dikarim bibêjim ku niha li ti girtîgehên me ti kes li erdê ranazê û nivînê her kesî heye."
Xizmetên tenduristiyê û îdiayên kêmbûna avê
Çelebî Yilmaz li ser dermankirina nexweşên li girtîgehan jî daxuyanî dan.
Wî diyar kir ku di nava girtîgehan de bijîşkên malbatê dixebitin û dema nexweşiyeke giran hebe, bi biryara bijîşkan nexweş bi lez ji bo nexweşxaneyên herî nêzîk tên şandin.
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê îdiayên ku dibêjin "li girtîgehan av kêm e" jî red kirin.
Yilmaz da zanîn ku ew her roj 200 lître avê didin her girtiyekî û wiha dewam kir:
"Em li her saziyekê rojane 50 lître ava germ û 150 lître ava sar ji bo her girtiyekî dabîn dikin da ku pêwîstiyên xwe yên paqijiyê bi cih bînin."
Di dawiya civînê de, rapora komîsyonê bi yekdengî hat qebûlkirin da ku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.
121 hezar kes ji kapasîteyê zêdetir in
Li gorî amaran li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene. Kapasîteya wan a ragirtinê nêzîkî 305 hezar kesî ye.
Anku niha ji kapasîteya heyî ya girtîgehan zêdetirî 121 hezar kesî zêdetir di girtîgehan de hene.
Saziyên mafên mirovan û baro tim raporan belav dikin û dibêjin ku girtî di odeyên teng de ji kapasîteyê zêdetir dimînin.
Di heman demê de xizmetên tenduristiyê yên ji bo girtiyên nexweş jî ne di asta pêwîst de ne.
Rudaw
