Dilêr Ebdulxaliq endamê Encumena Siyasî ya Tevgera Gorran: Eger em rêk nekevin û stratejiyeke niştimanî ya hevseng danerêjin, hemû destkeftên gelê me dê ji dest biçin
Dilêr Ebdulxaliq, endamê Encumena Siyasî ya Tevgera Gorran e û yek ji wan
siyasetmedaran e ku bi hûrgulî li ser pirsên çarenivîssaz radiweste. Di
guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Proseya siyasî li Herêma Kurdistanê
û astengiyên wê), bi vî awayî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:
"Êvara we baş. Ez xweşhal im ku di 42emîn xeleka «Bazneya Guftûgoyê» de ligel we
me. Hêvîdar im beşdarî û guftûgoyên me bibin derfetek bo xistinerûya dîtineke
babetî û helsengandineke rexnegirane û zanistiyane derbarê proseya siyasî ya
Herêma Kurdistanê û astengiyên (alingariyên) wê, bi wê armancê ku diyalogeke
bunyadner (avakêr) bikin, ku di xizmeta geşepêdana jiyana siyasî, derketina ji
qeyran û asêbûna siyasî û bi saziyîkirina sîstema hikûmraniya Herêmê de be.
Di vê rewşa hestiyar a îro ya Herêma Kurdistanê de û bi vegera bo bingehên
zanistiya siyasî, bo têgehiştinê ji astengiyan û diyarkirina çareseriyan, pêdivî
ye em dest ji «gotara pesindanê û xoşduyî» berdin û bi babetî helsengandin û
lêgerînê bo qeyranên navxweyî yên sîstema siyasî û hikûmraniya Herêmê bikin. Ji
vê dîtinê (perspektîfê), eşkere ye ji destpêka damezrandina ezmûna hikûmraniyê
li Herêma Kurdistanê, mixabin (bi mixabiniyê ve) piranîya caran berjewendiyên
niştimanî û neteweyî hatine xistin pişt berjewendiyên hizbî. Li ser vî bingehî
jî, rewşek hat pêş ku hêzên siyasî yên opozîsyon, ku gotara çaksaziyê (reformê)
bilind kirin (mebesta me ew hêz in ku xwediyê çek, jêderên darayî û peywendiyên
herêmî nebûn) piştguh xistin. Lewma, ew qeyran û tengasiyên kûr ên ku niha
Herêma Kurdistanê pê dinalîne, heta radeyekî zêde dermanê piştguhxistina vê
gotara reformxwaziyê bû. Ev daxwaz jî, ne tenê li cem Tevgera Gorran, belku ji
aliyê elîta siyasî û azadîxwazan û wekî din jî ji aliyê beşek ji berpirsên YNK û
PDKê ve bi hestkirina bi metarsiyan piştgirî lê dihat kirin. Lê mixabin, ji
aliyê elîta siyasî ya deselatdar ve, qonax bi qonax û bi bername û plan
dijayetiya wê daxwaza çaksaziyê hat kirin, ta em gehiştine îro, ku em li pêşberî
guhertinên jeopolîtîk û guhertina havkêşeyên navçeyî û nêvdewletî ne li
Rojhilata Navîn de. Ji aliyekî din ve, li ser asta Iraqê jî em li pêşberî
havkêşeya bihêzbûna deselata navend û lawazkirina bingehên federalîzmê û
biçûkbûna qewarê destûrî yê Herêma Kurdistanê ne.
Derbarê wê pirsê ku Gorran li kîderê havkêşeyên siyasî yên Herêm û Iraqê ye,
dikarim bêjim: «Gorran» baca gotara niştimanî, neteweyî û hestkirina bi
berpirsyariyê da. Heta du caran ezmûna beşdarîkirina di kabîneya heştem û nehem
a hikûmetê de, bû sedema paşekşêya cemawerî û dûrketina alîgirên wê, ev jî
nîşana hestkirina bi berpirsyariya niştimanî bû, çunkî di girantirîn û
dijwartirîn rewşan de mil da ber wê berpirsyariyê ku bû «cama jehrê» bo wê.
Pêdivî ye ev jî bê gotin, di ezmûna beşdarîkirina me de di kabîneyên hikûmetê
de, em tenê bo temamkirina kabîneyan hatin bikaranîn, yanî em beşdar bûn, ne ku
hevbeşekî rasteqîn. Mebesta me ew bû ka çawa diruşmên PDKê di dawîn hilbijartina
Encumena Nûnerên Iraqê de veger bû bo «hevbeşî, hevsengî û sazan», xwezî ew
diruşm bo navxweya Herêmê jî dihatin bicîhkirin, ku ez piştrast im niha em tûşî
wê peartewazeyî û bêbaweriyê ligel hev nedihatin. Bi aliyekî din de, ew tiştê
partiyên deselatdar bo xwe bi rewa dibînin li Bexdayê, bo aliyên din jî, PDK li
Hewlêrê û YNK li Silêmaniyê bi rewa bibînin.
Di vê guftûgoyê de ku sernavê wê ronahiyê diêxîne ser asteng û rêgiriyan, eger
em demên xwe bi pêşkêşkirina lîsteyek ji pesin û mujamelên siyasî bi fîro bidin,
em nagahen çi encameke drust. Pêdivî ye bi raşkavî behsa wan birîn û kêşeyên kûr
bikin ku li ser mêza guftûgoyê ne, çunkî encamdana helsengandineke babetiyane bo
proseya siyasî û sîstema hikûmraniyê li Herêma Kurdistanê, diyar dike ku em tûşî
komeke kêşe û astengiyên siyasî yên cidî bûne, ku pêdivî ye hêzên siyasî yên
baladest û aliyên din jî pêkve hewla çareserkirina wan bidin. Ji wan pirsa
çalakkirina parlamenê pirseke giring e li cem me, ew sazî nûneratiya îradeya
siyasî û rewayetiya siyasî ya xelkê Kurdistanê dike, lewma sazan bo çalakkirina
parlamenê di xizmeta proseya siyasî ya Herêmê de ye. Ji vî alî ve heftiya borî
şanda mektebê siyasî yê PDKê bi nûneratiya birêz Mesûd Barzanî dûr ji çavê
kamerayan serdana me kirin, serdana aliyên din jî kirine. Ev pêngaveke giring e
bo wêya guftûgoyê bikin û bigahen xala hevbeş, çunkî ew metarsiyên rû li Herêma
Kurdistanê kirine, ewqas mezin in wek ronahî û germiya rojê nayên veşartin.
Bo mînak, em ji 19ê Gulana 1992an ve yekem hilbijartina parlamenê me encam da û
yekem xula parlamena Kurdistanê dest bi kar kir, lê herdem kêşeya paşêxistina
hilbijartinan me hebûye û me nekariye di dema destûrî ya xwe de encam bidin.
Eger berawerdyekê (muqayeseyekê) ligel Iraqê bikin, em dibînin Iraq di dema 23
salên borî de şeş xulên hilbijartinan encam dane û niha xula şeşem a Encumena
Nûneran li kar de ye, di demekê de Herêma Kurdistanê bi temenekî 34 saliyê ve,
nû di xula şeşem de ye û bi nakarayî maye, ku di rastiyê de deba niha em di xula
nehem a parlamenê de bûna. Ji bilî vê jî, proseya pêkanîna hikûmeta Herêmê
herdem dereng ketiye. Xwezî ev derengketin di pêxema xizmetkirina baştirîn
karnameya xizmetguzarî, çespandina demokrasiyê, geşepêdana azadiyên giştî û
baştirkirina fezaya azadiya raderbirînê ba, lê mixabin, kêşe her car peywendar
bûye bi dabeşkirina destkeftên hizbî û kesî ve. Dema hilbijartin û pêkanîna
hikûmetê di dema xwe de nayên encamdan, bêguman baweriya siyasî û rewayetiya
hikûmraniyê paşekşê dikin. Ev rewş bûye sedema wêya heta ew dewletên dost yên
berê piştîvanên me bûn, niha bi dîtineke rexnegirane li vê sîstema hikûmraniyê
dinêrin.
Li Iraqê piştî sala 2003 û bi taybetî piştî pesendkirina destûrê hemîşeyî di
sala 2005an de, ji ber bicîhnekirina destûrê û zalbûna berjewendiyên hizbî û
nebûna îradeya rasteqîn a kurdistanî, du cure destûr hene. Yekem ew destûra
nivîskî ye ku xelkî dengê pê daye, lê beşekî zêde ji maddeyên wê nehatine
bicîhkirin, ku li gorî dûvçûn û encamên çendîn vekolînan nêzîkî (55) maddeyên
destûrî ji koma giştî ya maddeyên destûrê hemîşeyî yê Iraqê kar pê nehatiye
kirin. Di beramber de, destûreke nenivîskî li kar de ye, ku li ser bingehê
urfekî (nerîtekî) siyasî yê deselatdarên Bexdayê bicîh dikin, ku ajandeya vê
destûra nenivîskî pêçewaneya bingehên dewleta federalî ye û bo biçûkkirin û
sînordarkirina qonax bi qonax a deselatên yasayî, qezayî, siyasî û destûrî yên
Herêma Kurdistanê ye.
Ev paşekşêkirina deselatên Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku ev ezmûna
demokratîk berhema dehan salan xebat û qurbaniya gelekî çewsawî, karesata Enfal,
jenosîd û rûbirûbûn û jêbirina nasnameya neteweyiya me bûye. Pirsyar li vir ew
e: Çima deselatdarê navend serkeftî bûye di bihêzkirina navend û lawazkirina
Herêmê? Diyar e beşek ji bersiva pirsê nakokiya navxweyî û dabeşbûn e bi ser
ajandeya derekî de. Ji aliyekî din ve, du sedemên sereke bandora rasterast li
ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê dadênin, yekem sedema derekî ye, ku
peywendar e bi guhertinên jeopolîtîk û herêmî, milmilaneya hêzên zilhêz û dûbare
dabeşkirina nexşeya aborî û siyasî li cîhan û Rojhilata Navîn de, ku bêguman ev
havkêşe li derveyî deselat û îradeya me ye. Duyem jî sedema navxweyî ye, ku bi
temamî di bin deselata me bixwe de ye û divê kêşe û astengiyên xwe çareser
bikin.
Eger bi waqiyane seryê rewşê bikin, berpirsyariya yekem û sereke di vê rewşa
naxwazî de, ji ber pêgeh, rêjeya dengine û hejmûna (bandora) siyasî, dikeve
stûyê PDKê, û piştî wê jî YNK berpirsyar e. Hêzên din jî bi pêgeha xwe
berpirsyar in. Lewma erkê aliyên sereke ye, ku bi giyana berpirsyariyê ve ber bi
çareserkirina kêşeyên navxweyî û yekxistina gotara kurdî pêngavan baven. Çunkî
ew metarsiya îro rûbirûyî qewarê siyasî yê Herêma Kurdistanê bûye, mezin û
hestiyar e û pêdivî bi xwendinê heye. Bo mînak pirsa yekenexistinê û bi
niştimanîkirina hêzên Pêşmerge, ku niha weha lê hatiye deselatdarên Bexdayê
rexneyê li PDK û YNKê digirin, ku heta amade nînin hêzên Pêşmerge teslîmî
hikûmeta Herêmê jî bikin. Ew rexneyeke rşd û cewherî ye. Pirsyara sereke ew e:
Çawa dibe gelek ku bi dirêjahiya dehan salan qurbanî di pêxema azadî û
damezrandina qewareyekî niştimanî de dabe, piştî sî û pênc salan ji ezmûna
hikûmraniyê û hebûna parlamen û hikûmetê, xwediyê hêzeke niştimanî nebe û
nekarîbe yek hêza nîzamî hebe?
Ev rewşa niha pê me dibêje, kêşe tenê peywendî bi faktorên derekî ve nîne, belku
reha wê di cureyê bîrkirinê û dîtina navxweyî ya me bixwe de heye bo ezmûna
hikûmraniyê. Dema ji aliyê dîrokî ve helsengandinê bo proseya hikûmraniya Herêmê
dikin û seryê dîroka Kurd dikin piştî şerê Çaldiran di sala (1514)an de, ku
zêdetirî pênc sed sal e, em dibînin ezmûna mîrnişînên kurdî berdewam bi sedema
milmilaneya navxweyî û nebûna gotareke yekgirtî tûşî lîktrazan û ji navçûnê
bûne. Awirdanê bo wê dîrokê nîşana me dide ku em hêşta nekarîne waneyê ji
rabirdûyî werbigirin û heman wan şeletiyên (xeletiyên) dîrokî dûbare dikin, ku
berê bûne sedema ji destdana qewarê û qelemrewiya kurdî.
Yekek din ji payeyên bingehîn ên hikûmraniyeke tendurust, serweriya yasayê û
serbixwebûna deselata dadwerî ye. Dema bi hûrgulî li gotar û lêdwanên
serkirdeyen balayên Herêmê dinêrin, dibînin hemû berdewam tekez li ser giringiya
bicîhkirina yasayê û parastina serbixwebûna dadgehan dikin, lê kêşeya sereke di
wê de ye ku ev diruşm û gotin li ser erdê waqiî reng nadin û heta ew yasayên ku
ji aliyê parlamena Kurdistanê ve derçûne, bi temamî nayên bicîhkirin. Li vir jî,
sedema derekî û deselatdarên Bexdayê berpirsyar nînin, berî wan em bixwe li
pêşberî dadgeha miletê xwe berpirsyar in. Li ser asta navçeyî jî, pêdivî ye ddan
bi wê de bênin ku Kurd li Iraq û Sûriyê de, wek karkterekî nadewletî li pêşberî
asteng û metarsiyên nû de ye. Di rewşeke weha nask de, baştirîn rêçare bo
rûbirûbûna van herêşan û parastina destkeftan, bidestveanîna yekrêzî û gotareke
siyasî ya hevbeş e. Yekbûn bi wateya jêbirina cudahiyên fikrî û siyasî yan
nemana qewarê hizban nîne, belku bi wateya îdarekirina cudahiyan û rêkeftin û
hawdengiyê ye li ser hêlên giştî û niştimanî ku parêzgariyê li berjewendiya
giştî ya gelê me dikin.
Cihê balê ye ku pêkhateyên din ên Iraqê, tevî hebûna milmilaneyeke pir tund di
navbera wan de, karîne di demên hestiyar de bigahen sazanê. Bo mînak, pêkhateya
sunne tevî hemû nakokiyên navxweyî, di dawiyê de li ser diyarkirina kesayetiyek
bo serokatiya parlamenê rêk dikevin. Pêkhateya şîe jî bi heman şêweyî, di demekê
de navçeyê di nav qeyraneke mezin de ye û welatên derdor destwerdana rasterast
dikin, dikarin pêkve sazan bikin û hikûmeta federalî pêkbînin. Lê cihê daxê ye
ku Kurd bo diyarkirina kesayetiyek bo serokatiya komarê nikare li ser mêzeke
guftûgoyê kom bibe û nûneratiyeke hevbeş û yekgirtî ya bloka kurdî diyar bikin.
Ev lîktrazane jî ziyaneke mezin bi pêgeha Kurd li Bexdayê gehandiye û fişarên
ser Hewlêrê jî zêdetir kirine.
Di dawiyê de, berpirsyariya dîrokî ya serkirde û biryarderên Herêma Kurdistanê
pir giran e. Ewên di lûtkeya deselatê de ne divê sîngfirehtir bin û rexneyan bi
dilekî vekirî werbigirin. Eger em bixwe nekaribin di bin sîwana berjewendiya
niştimanî û bazneya Kurdbûnê de bigahen sazanê, nexwe havkêşeyên derekî me neçar
dikin bi kemtirîn destkeft ve mil bi wî waqiî bidin ku bi ser me de tê sepandin.
Dîrok bextê bi komelên lawaz û dabeşbûyî nabe. Eger em bixwe bi hev re rêk
nekevin û stratejiyeke niştimanî ya hevseng li ser asta Herêm, Bexda û navçeyê
jî danerêjin, hemû ew destkeftên siyasî û destûrî yên bi deryayek ji xwîn û
komelkuajî û qurbaniya gelê me bi dest hatine, dê ji dest biçin. Bi aliyekî din
ve, pêkve nebin, dê me perçe bikin û deselat û berjewendiya yên din bi ser me de
zal dikin."
