Mizgevta Mezin a Barzanî li Hewlêrê: Têkelkirina telarsaziya modern û resenatiya kultûrî ya ayînî ya Kurdistanê Gulan Media, 28ê Hezîrana 2026an, Rapor
Telarsaziya ayînî berdewam wek rengvedaneke giring a nasnameya rûhî, fikrî û
siyasî ya gelan di dîrokê de hatiye dîtin. Ji vê perspektîfê, destpêkirina
projeya duristkirina «Mizgevta Mezin a Barzanî» li bajarê Hewlêrê, ku wek yek ji
kevntirîn bajarên berdewam ava yên cîhanê tê hesibandin, pêngaveka berçav e bo
guzarştkirinê ji nasnameya niştimanî û şaristaniya Kurdistanê. Ev projeya
stratejîk, ku li ser bingehê bîrokeya Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê hatiye nexşandin, hewl dide havsengiyekê di navbera aliyên rûhî,
niştimanî, jîngehî û telarsaziyê de bi dest bixe.
Şîrovekirina vê projeyê çendîn aliyên cuda li xwe digire, ji wan felsefeya
bingehîn a duristbûn û dîzayna wê ya endazyarî, li gel taybetmendiyên teknîkî û
kariyariya wê ya civakî û ferhengî li ser her du astên navxweyî û derekî. Bi vî
şêweyî, proje tenê wek şûnewarekî ayînî namîne, belku wek sîmbolekî kultûrî û
telarsaziya giring di navçeyê de tê pênasekirin.
Damezrandina Mizgevta Barzanî: Avêtêbûna îman, pêkvejiyan û dîroka berxwedanê
Damezrandina vê telara ayînî ya mezin ji wê pêdiviya bingehîn serçave girtiye ku
paytexta Herêma Kurdistanê, wek navendeke giring, pêdivî bi sîmbolekî niştimanî
û ayînî yê giştgir heye; sîmbolek ku bikaribe bi kûrî rengvedana bihayên
xudanasiyê, mirovdostiyê û dîroka tije ji berxwedan û qurbaniyên gelê Kurdistanê
be, di pêxema parastina nasnameyê û rûbirûbûna sitemkariyê de.
Navdêrkirina vê saziyê bi navê rêberê niştimanî «Mistefa Barzanî» wek nîşaneyek
bo rûmetgirtinê li dîroka serkirdeyekî tê dîtin, ku hewlên wî bo çespandina
dadperwerî, aştiya civakî û pêkvejiyanê hatibûn terxan kirin. Di heman demê de,
proje bihayên xwe yên sereke ji bîrubawerê şêxên terîqeta Barzan werdigire, ji
Şêx Ebdulselamê Barzaniyê Şehîd ve ta Şêx Ehmedê Barzanî, ku herdem pêşeng bûn
di tekezkirina li ser parastina jîngehê, bihayên mirovdostiyê, rêzgirtin li
firehiya ayînî û redkirina zordariyê. Li vir ve ev mizgevt tenê wek cihek bo
encamdana perstişan nayê dîtin, belku dibe pireke giring di navbera boriya tije
ji xebat û paşerojeka geş, ku tê de hezkirina niştimanî û xizmetkirina
mirovahiyê wek beşekê veneqetiyayî ji bawerî û ayînî tê hesibandin.
Telarsaziya mizgevtê: Rengdaneweya sîmbolên dîrokî û şiyanên endazyariya
navxweyî
Projeya Mizgevta Mezin a Barzanî, wek yek ji wan telarsaziyên modern tê
hesibandin ku aliyekî kultûrî û dîrokî yê kûr li xwe digire û aliyê hunerî û
telarsaziya vê projeyê taybetmendiyeke berçav bi avahiyê dibexşîne. Dîzayna
derekî ya avahiya sereke ya mizgevtê li ser şêwazê «Reşmalê Kurdî» hatiye
binyadnan, ev hilbijartina telarsaziyê tenê aliyekî avasaziyê nîne, belku
guzarştê ji nasnameya kultûrî, jiyana koçerî û sextiyên jiyana çiyayî ya gelê
Kurd dike. Reşmal û xîvet di dîroka navçeyê de sîmbolek bûn bo qonaxên cuda yên
xebat, awareyî, berxwedan û bergîrîkirinê di pêxema manê li ser axê.
Ji aliyekî din ve, ev projeya niştimanî bi temamî berhema bîrokeyî û şiyanên
navxweyî ye. Endazyarê Kurd «Doktor Goran» bi hemahengiya Wezareta Ewqaf û
Karûbarên Ayînî, erkê dîzaynkirina wê li stûyê xwe girtiye. Bicîhkirina vê karî
ji aliyê ciwanan û kadirên navxweyî ve di qonaxa karkirinê de, amajeyeka eşkere
ye bo geşebûna şiyanên mirovî yên navxweyî di rêvebirina projeyên stratejîk û
niştimanî de, ku dikarin telarên hevçerx û manabexş pêşkêşî civakê bikin.
Poxteya dîzayn û taybetmendiyên teknîkî yên projeyê
Li gorî plan û nexşesaziya endazyarî, ev proje li ser rûberekî berfireh ku
zêdetirî du milyon metir dûca (m²) dibe, tê binyadnan. Ev pantiya li ser asta
navçeyê wek yek ji rûberên herî mezin bo projeyên di vî şêwazî de tê hesibandin.
Dîzaynerên projeyê di rêka vê telarsaziyê re kar dikin bo bicîhkirina çendîn
pîvanên endazyariyê li ser asta nêvdewletî, ku giringtirînên wan ev in:
1. Hola sereke ya mizgevtê ku biryar e li ser girdekî çêkirî cih bigire,
pantiya wê bi şêwazekê ye ku cihê nêzîkî 9000 nimêjkeran dike. Di heman demê
de, hewş û baxçeyên derveyî telarê bi şêwazekê dîzayn kirine ku di dema
helkeftên ayînî û niştimanî yên mezin de, şiyana li xwe girtina
zêdetirî 700,000 kesan di yek dem de hebe, ev jî asankariyeke baş e bo
rêveçûna kombûn û civînên cemawerî.
2. Proje çendîn sîmbolên diyar ên telarsaziyê li xwe digire, ji wan qubeyeka
pir mezin û dergehekî sereke, ku bi bilindahiya xwe cuda dibe. Herwiha çar
minareyên bilind di projeyê de têne cihkirin ku sîstema liftên elektrîkî tê
de tê danan, ev jî derfetê bi geştiyaran dide ta ji bilindahiyê ve dîmena
giştî ya bajarê Hewlêrê bibînin.
3. Têkelkirina aliyê jîngehî li gel aliyê avasaziyê yekeke din e ji
taybetmendiyan. Bo vê armancê jî, biryar e zêdetirî yek milyon dar, dirext û
şitilên cure bi cure di baxçe û daristanên derdora mizgevtê de bên çandin.
Ev rûberê keskatiyê cuda ji xemlandina navçeyê, rolekî pozîtîf di
baştirkirina jîngeha paytextê de digire.
4. Yekeke din ji dîmenên diyar ên nav dîzaynê, duristkirina şelaleyeka çêkirî
ye, ku bi bilindahiya 48 metran diherike nav golekî çêkirî ve. Ligel vê jî
fîskiyeyeka mezin di navenda projeyê de tê binyadnan, ku wek yek ji
taybetmendiyên balkêş ên dîzaynê tê hesibandin.
Civakekî giştgir û pir-alî: Bo zanist, dîrok û xizmetkariya giştî
Mizgevta Mezin a Barzanî, tenê telareke ayînî ya sade nîne, belku projeyeke
şaristanî û civakekî pir-alî ye ku di sêktorên cuda de xizmetkariya rewşenbîrî,
zanistî, civakî û mirovî pêşkêş dike. Ev navend bi şêwazekê dîzayn kiriye ku
bibe pireke giring di navbera borî û paşerojê de, û giringtirîn beşên wê ev in:
- Pirtûkxane û arşîva niştimanî: Ev beş holeke sereke û berfireh li xwe digire
ku taybet dibe bi komkirin, parastin û sinifandina belgenameyên dîrokî û
giringtirîn nivîsarên ayînî û kurdî. Ev şûn wek jêderekî zanistî yê
dewlemend, xizmetê bi lêkolîneran û xwendekarên zankoyê dike.
- Mozexaneya dîrokî: Holeke taybet e bi nîşandana dîroka dêrîn a Kurdistanê û
parastina destnivîs û belgenameyên kultûrî, ku armanca wê naskirina nifşê nû
û geştiyaran e bi resenatiya navçeyê.
- Qutabxaneya zanistên ayînî: Navendeke akademîk û pêşkeftî ya xwendinê ye bo
pêgehandina fêrxwazên zanistên şer'î, bi rengekî ku kar li ser belavkirina
bingehên navendîbûnê, pêkvejiyanê û lêborînê dike di navbera pêkhateyên cuda
de.
- Holên konferans û helkeftan: Holên mezin û modern bo birêvebirina forum,
sîmînar û konferansên ayînî, fikrî û civakî li ser her du astên navxweyî û
nêvdewletî.
- Kertê xizmetkariyên giştî: Ev kert çendîn beş li xwe digire, ji wan hola
nanxwarina giştî (metbexa xêrxwazî) bo dabînkirina danên xwarinê bo
welatiyên kêm-dahat, bazarekî kultûrî bo naskirin û firotina kelûpelên ayînî
û karên destî yên resen ên kurdî, parkekî mezin bo bêhnvedana xêzanan, ligel
garageke berfireh bo rawestandina trumbêlên serdanikeran.
Aliyê stratejîk û şaristanî yê projeyê: Ji hêza nerm ve bo gotara lêborînê û
geşepêdanê
Ji dîtineke stratejîk ve, projeya duristkirina vê mizgevtê wek amrazekî
bandordar ê «Hêza Nerm» (Soft Power) bo Herêma Kurdistanê tê dîtin. Armanca
sereke ya vê navendê nîşandana wêneyekî rûn û dirust e bi civaka nêvdewletî, ku
tê de pir-rengiya kultûrî, ayînî û prensîbên pêkvejiyana aştiyane ya nêvbera
pêkhateyên cuda berceste dibin.
Ji bilî aliyê nimêjê, hebûna hola konferansê û navenda lêkolîna akademîk di
çarçoveya vê projeyê de, pêngaveka giring e bo guhertina arasteya gotara ayînî
ber bi diyalogeke hevçerx û vekirî ligel cîhana derve û şaristaniyetên cuda de.
Ev pêkhateya me'rifî dibe bingehek bo geşepêdana zanistê û belavkirina peyama
rasteqîn a ayînê Îslamê, ku li ser bingehên lêborînê, mirovdostiyê û qebûlkirina
yekdu hatiye damezrandin, dûr ji her cure tundrewî û ladanekê.
Di heman demê de, ev proje bi sedema dîzayna balkêş, mezinahî û taybetmendiyên
telarsaziya ferhengî, şiyana wê heye bibe yek ji navendên giring ên geştiyariya
ayînî û kultûrî li ser asta Iraqê û navçeyê. Ev pêngava jî ne tenê pêgeha
şaristaniyê ya bajarê Hewlêrê bihêz dike, belku dibe piştgiriyeke bandordar bo
geşbûna kertê geştiyarî û rexsandina derfetên nû yên aborî di navçeyê de.
Di dawiyê de, dikare bê gotin ku projeya Mizgevta Mezin a Barzanî li bajarê
Hewlêrê, pêngaveka bingehîn û giring e bi arasteya bercestekirina nasnameya
niştimanî, dîrokî û ayînî ya gelê Kurdistanê di çarçoveya telarsaziyeke hevçerx
de. Ev navenda pir-alî, di rêka têkelkirina sîmbol û nexşandina resen a kurdî
ligel taybetmendiyên jîngehî û zanistî yên pêşkeftî de, tenê wek cihek bo
encamdana erkên ayînî nayê dîtin, belku wek sîmbolekî şaristanî û kultûrî kar
dike bo parastina dîroka tije ji têkoşana gelê Kurdistanê û veguhestina peyama
aştiyê, lêborînê û pêkvejiyana mirovî bo hemî cîhanê.
Ev proje nîşanderê wê rastiya bingehîn e ku çawa hunerê telarsaziyê dikare bibe
zimanekî zîndû û hemîşeyî bo vegotina rûdawên dîrokî, resenatiya kultûrî û
bihayên mirovî yên balayên neteweyekê, wek pireka peywendiya bihêz di navbera
bîranînên borî û armancên paşeroj ên civakê de.
