• Wednesday, 10 June 2026
logo

Seyfedîn el-Deracî, şêwirmendê karûbarên navneteweyî li Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê: Serkeftina proseya çekdanîn û hilweşandina pêkhateyên nadewletî, pêdivî bi berdewamiya piştgiriya navneteweyî û Amerîkayê heye ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Seyfedîn el-Deracî, şêwirmendê karûbarên navneteweyî li Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê: Serkeftina proseya çekdanîn û hilweşandina pêkhateyên nadewletî, pêdivî bi berdewamiya piştgiriya navneteweyî û Amerîkayê heye ji bo parastina ewlehiya herêmê.

 

Di korubenda (forum) "Iraq di Rojhilata Nû de" li Peymangeha Dewletên Erebî yên
Kendavê (AGSI), Seyfedîn el-Deracî, şêwirmendê karûbarên navneteweyî di Encûmena
Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê de, bi vî rengî behsa çaksaziya hêzên ewlehiyê yên
Iraqê kir:

"Iraq îro di nav dilê veguhastineke stratejîk a berfireh de ye, ku tê de
dijwariya (alingarî) ewlehî, aborî û siyasî bi tundî bi hev ve hatine girêdan.
Hikûmeta Iraqê bi eşkereyî hemû wan êrişan red dike ku hevkarên navneteweyî û
binesaziyên hesas dikin armanc. Ev kar nîşana dewletê nînin û em pabend in bi
parastina serweriya xaka xwe.

Ji bo çaksazî di kerta ewlehiyê de, Iraq modela (DDRR) peyrew dike, ku pêk tê
ji: Çekdanîn (disarmament), hilweşandina pêkhateyên nadewletî û tevlîkirina wan
di nav saziyên fermî de, yan vegerandina wan ji bo jiyana sivîl. Serkeftina vê
proseyê di çarçoveya Çaksaziya Kerta Ewlehiyê (SSR) de, pêdivî bi berdewamiya
piştgiriya navneteweyî heye, bi taybetî piştgiriya Dewletên Yekbûyî, ji ber ku
Iraqeke biîstîkrar, kilîta ewlehiya herêmê ye.

Ji aliyê aborî û enerjiyê ve, armanca me ya sereke cihêrengkirina rêyên
hinardekirina petrolê ye bi rêya 'Urdun, Erebistana Siûdî, Sûriye û Tirkiye' ji
bo kêmkirina metirsiyên ser Tengava Hurmuzê. Ev pêngav ne tenê ewlehiya enerjiyê
ya nîştimanî, lê belê îstîkrara bazarên cîhanî jî dabîn dike.

Di heman demê de, Iraq bi rêya projeya 'Rêya Geşepêdanê' (Development Road) û
tevlîbûn bi destpêşxeriyên herêmî re, dixwaze bibe navendeke bazirganiyê di
navbera Kendav û Ewropayê de. Ev dîtin derfetek e ji bo Dewletên Yekbûyî da ku
piştgiriya aboriyeke mtemannepêkirî li herêmê bike.

Di dawiyê de, hevbeşiya me ya stratejîk bi Amerîka û welatên Erebî re, ne tenê
bijardeyek e, belê zerûreteke ewlehî û aborî ye. Em li vir in ji bo guhartina
dijwariyan bo derfetan û avakirina Iraqeke xwedî serwerî, ku bibe parçeyekî
çalak di civaka navneteweyî de."

Top