• Wednesday, 10 June 2026
logo

Serok Barzanî: Karesata Zêwe rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de

Serok Barzanî: Karesata Zêwe rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de

Duh Sêşemê 09.06.2026, Serok Mesûd Barzanî di salvegera bombebarana kampa Zêwe de peyamek belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Karesata Zêwe rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de. Ew roj yek ji rojên herî xemgîn ên jiyana min bû. Nalîn û girîna dayikan, laşên şewitî û parçekirî yên şehîd û birîndarên Zêweyê, dil û derûniya her mirovekî xwedî wijdan dihejand."

Peyama Serok Barzanî waha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di 9ê Hezîrana 1985an de, rejîma berê ya Iraqê tawaneke mezin li dijî gelê Kurdistanê encam da. Di wê rojê de balafirên rejîmê bi awayekî hovane kampa penaberan a Zêweyê li Rojhilatê Kurdistanê bordûman kirin û di encama wê êrîşa dermirovî de, bi sedan jin, zarok, kal û ciwanên bêguneh bûn şehîd û birîndar.

Karesata Zêwe rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de. Ew roj yek ji rojên herî xemgîn ên jiyana min bû. Nalîn û girîna dayikan, laşên şewitî û parçekirî yên şehîd û birîndarên Zêweyê, dil û derûniya her mirovekî xwedî wijdan dihejand.

Armanca rejîmê di tawana komkujiya Zêwe û tawanên din de, şikandina îradeya penaber, pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê bû. Lê belê wan tawanan îradeya pêşmerge û kurên gelê Kurdistanê bo berdewamkirina xebata li dijî sitemkar û desthilatdarên wê demê yên Iraqê xurtir û bihiztir kir. Di encama wan qurbanîdan, têkoşîn û xebatê de, çarenûsa zalim û tawanbaran serşorî û şikestin bû; serbilindî û serkeftin jî bo gelê Kurdistanê ma.

Di 41emîn salvegera karesata Zêwe de, silavan ji bo ruhê pak ê şehîdên Zêweyê û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê dişînin.

 

Mesûd Barzanî 9ê Hezîrana 2026

 

Top