Balyoz James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Berê yê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê: Amerîka modelekî bazirganî yê realîst dixwaze ku tê de hevparên navxweyî erka ewlehiyê bigrin ser milê xwe û Waşîngton jî wekî hevparekî aborî û teknolojîk bimîne
Balyoz James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Berê yê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê:
Amerîka modelekî bazirganî yê realîst dixwaze ku tê de hevparên navxweyî erka
ewlehiyê bigrin ser milê xwe û Waşîngton jî wekî hevparekî aborî û teknolojîk
bimîne
Li Korbenda Diyaloga Iraqê ya sala 2026an li Enstîtuya Atlantîk (Atlantic
Council), Balyoz James Jeffrey, nûnerê taybet ê berê yê Amerîkayê bo karûbarên
Sûriyê, bi vê awayî ronahî xist ser pêvajoya siyasî ya li Iraqê:
Di nav kûrahiya pirsgirêkên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn de, Iraq wekî qadeke
sereke ya pêşbaziya navbera Waşîngton û Tehranê dimîne. Tevî ku guhertin di
îdareyên Amerîkayê de (ji Trump ber bi Biden ve) çêbûne û tên hîskirin, lê
bingehên siyaseta derve ya Amerîkayê li hember herêmê, cureyek ji berdewamiyê pê
ve diyar e; ji ber ku ev siyaset di bin bandora "siruşta tiştan" û berjewendiyên
bilind de ne, ne tenê daxwaza serokan.
Îran wekî faktora herî mezin a bêîstîkrariyê li herêmê tê dîtin, ku bernameyeke
wê ya zelal heye ji bo têkdana serweriya dewletên cîran; Iraq di vê hawêkêşeyê
de armanca sereke ya Tehranê ye. Metirsî di wê de ye ku Iraq ber bi modelekî
wekî yê Libnanê ve biçe, yanî çêbûna "artêşekê di nav dewletê de" ku pabendî
biryarên neteweyî nîne. Tevî ku Iraq xwedî hinek nêrînên neteweyî ye ku rêgiriyê
li hejmoona tam a Îranê dikin, lê metirsî di wê de ye ku bandora milîsan di nav
damûdezgehên hikûmeta Iraqê de, heta ji ezmûna Libnanê jî derbas kiribe.
Stratejiya nû ya Amerîkayê li herêmê, li ser bingeha "hevsengiyeke aborî ya
hêzê" hatiye avakirin. Waşîngton hewl dide bi kêmî ve du armancan bi dest
bixe: Yekem, kêmkirina êrîşan bo ser hêzên xwe û parastina îstîkrareke rêjeyî.
Duyem, hiştina Iraqê wekî aliyekî bêlayen di nakokiyên herêmî de. Ev dîtin
palnerên din jî li pişt in, ji wan: berdewamiya şerê dijî terorê, bi taybetî
DAIŞ, parastina pîşesaziya petrol û veberhênanê, girîngîdan bi têkiliyên taybet
û stratejîk ligel hevparên wan li Herêma Kurdistanê.
Amerîka dixwaze modelekî bazirganî yê realîst peyrew bike, bi wî awayî ku
hevparên navxweyî erka ewlehiyê bigrin ser milê xwe û Amerîka jî wekî hevparekî
aborî û teknolojîk bimîne, bi hevkariya kompanyayên mezin û teknolojiya pêşketî.
Lê cîbicîkirina vê modelê li Iraqê, ji ber destwerdanên berdewam ên Îranê,
karekî pir dijwar e. Iraq ne wekî Libnanê ye ku bi temamî radestî grûpan bûbe,
ne wekî Omanê ye ku bikaribe hevsengiyeke bêhempa di navbera Tehran û Waşîngtonê
de rabigre. Lewma erka îdareyên niha û yên pêşerojê yên Amerîkayê li Iraqê,
berdewambûna nakokiyeke aloz dibe ji bo parastina berjewendiyan di nav deryayeke
tije hejmoona dijber de.
