Li Şamê Festîvala 'Rojên Çanda Kurdî' dest pê dike
Bi armanca danasîn û geşkirina çanda Kurdî, Festîvala Rojên Çanda Kurdî li Şamê dest pê dike û pênc rojan berdewam dike.
Li paytexta Sûriyeyê, Şamê, îro 13ê Gulana 2026an çalakiyeke hunerî û çandî dest pê dike. Festîvala "Rojên Çanda Kurdî" ya ku bi serperiştiya nivîskar û rojnamevan Îdrîs Murad tê amadekirin, deriyên xwe li ber hunerhezan vedike û dê pênc rojan berdewam bike.
Festîvala ku bi armanca danasîn û geşkirina çanda Kurdî tê lidarxistin, di bernameya xwe de gelek beşên hunerî yên wekî wêje, sînema, şano û muzîkê dihewîne.
Roja Yekem: Ziman û Muzîk
Di roja yekem a festîvalê de, giranî tê dayîn ser ziman û mîrateya muzîkê. Di vê çarçoveyê de, Dr. Ismet Remedan semînerekê derbarê dîrok û girîngiya zimanê Kurdî de pêşkêş dike. Herwiha, amadekarê festîvalê Îdrîs Murad jî bi axaftineke berfireh li ser kûrahiya muzîka Kurdî beşdaran agahdar dike.
Wêje, Sînema û Şano
Bernameya festîvalê ya rojên bê jî bi vî rengî hatiye plankirin:
Roja Duyem: Dê bibe qada xwendina helbest û çîrokên Kurdî, ku tê de nivîskar û helbestvan berhemên xwe pêşkêş dikin.
Roja Sêyem: Taybet e bi hunera heftemîn. Di vê rojê de fîlmê "Cîran" ê derhênerê navdar Mano Xelîl dê were nîşandan.
Roja Çarem: Hunera şanoyê derdikeve pêş. Şanoya bi navê "Ê ku nayê" ya derhêner Ebdulcabir Hebîb dê were lîstin.
Festîvala Rojên Çanda Kurdî, di 17ê Gulanê de bi çalakiyeke hunerî bidawî dibe. Koma Aştî ya Folklora Kurdî dê bi huner û dîlanên xwe yên folklorî reng bide festîvalê û bibe dawiya çalakiyên îsal.
K24
