Maykil Allen, pisporê warên hevrikiyan û hevpeymaniyên leşkerî ji bo Gulan: Dîroka Afxanistanê mînaka wan dewletan e ku hêzên derve nekarîn hikûmeteke neteweyî ya mayinde tê de ava bikin
Profîsor Maykil A. Allen, yek ji şarezayên navdar û lêkolînerên diyar ên warê
zanistên siyasî û hevrikiyên navneteweyî ye. Mijara sereke ya karên wî
lêkolînkirina li ser pirsa nahevsengiya hêzê di têkiliyên navneteweyî de ye,
bi taybetî di warên hevrikiyan, hevpeymaniyên leşkerî û bandora aborî li ser
siyasetê. Yek ji rehendên herî diyar ên lêkolînên wî, pirsa bicihkirina hêzên
leşkerî yên Amerîkayê li derveyî welat e û lêkolînê li ser encamên erênî û
neyînî yên vê amadebûnê dike, li ser îstîkrar û rewabûna siyasî ya welatên
mazûban.
Ji bo axaftin li ser paşeroja hevpeymaniya NATOyê, metirsiyên alozî yên ligel
Îranê û şêwazê danûstandina welatên piçûk ligel zilhêzan, me çend pirs arasteyî
Profîsor Allen kirin.
Gulan: Di lêkolîna te ya dawî de derbarê yekgirtûyiya navxweyî ya NATOyê, te
amaje bi wê yekê kiriye ku fişarên Amerîkayê derbarê Îranê de metirsiya çêkirina
aloziyan li ser yekrêziya hevpeymaniyê heye. Gelo tu vê wekî aloziyeke siyasî ya
demkî dibînî, an wekî rəngvedana guherîneke bingehîn a kûr di çawaniya nêrîna
hevpeymanan de ji bo serkêşiya Amerîkayê di nav NATOyê de?
Maykil Allen: Di rabirdûyê de derzên kûr di navbera endamên NATOyê de hebûne. Ew
nakokî her çend nehatine paşguhkirin, lê nekarîne bi şêweyekî herdemî vê saziyê
lawaz bikin. Krîza Kanala Suweyşê di sala 1956an de û hevrikiya di navbera
Tirkiye û Yewnanistanê de di sala 1974an de, du qonaxên tije dabeşbûna mezin bûn
di navbera endamên NATOyê de. Lê fişarên berdewam ên Trump li ser hevpeymaniyê,
hewildanên wî yên ji bo kirîna Grînlandê û ew cemsergeriya ku li ser pirsa şerê
Îranê hat rojevê, serkêşiya Amerîkayê di nav vê rêxistinê de xistiye metirsiyê.
Niha endamên hevpeymaniyê di dilgiraniyê de ne ka gelo Amerîka wekî beşek ji
rêxistinê dimîne? Gelo di dema pêwîst de dê pabendî xala pêncem bibe? Gelo dê
rêz li serweriya axa hevparên xwe bigire (wekî ku di pirsgirêka Grînlandê de me
dît)?
Beşek zêde ya serkeftina NATOyê wekî hevpeymanî, ji bo pabendbûna Amerîkayê bi
vê rêxistinê ve vedigere. Amerîka di warê siyasî û darayî de ji şiyana xwe
zêdetir pêşkêşî NATOyê kiriye, ev jî wiha kiriye ku NATO berdewam be, di demekê
de ku dibe ku hevpeymaniyên din hilbiweşiyan. Keşûhewaya niha laderketineke
eşkere ye ji dîrokeke 70 salî û hevpeymanî di qonaxa xwe ya herî nazik de ye.
Heke îdareya niha êdî daxwazên xwe li ser NATOyê zêde neke, bi baweriya min NATO
dikare vegere ser pabendiyên xwe yên berê. Xala girîng ew e ku NATO li ser
bingeha baweriya endamên wê bi wê saziyê geş dibe, lewma vegerandina wê baweriyê
(di çavê hevpeyman û neyaran de jî) pêdivî bi kar û mandûbûneke zêde heye.
Berdewambûna aloziyan dibe sedema ziyaneke wiha ku ji bo îdareyên dahiya nayê
qerebokirin.
Civîna bê ya NATOyê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, wê bibe stasyoneke girîng ji
bo têgihiştina li ser wê yekê ka Amerîka çawa ligel hevpeymanên xwe tevdigere,
her wiha ka hevpeymanên Ewropî û Kanadayî çawa hewil didin bi ser pirsgirêkên
niha de zal bibin. Hevpeymanên NATOyê berê jî bersiva daxwazên Amerîkayê dane ji
bo zêdekirina lêçûnên xwe yên leşkerî û wê berdewam bin jî di hewildanên xwe de
ji bo parastina hemahengiyên kûr ên ewlehî ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,
tevî wan nakokiyên ku vê dawiyê serî hildane.
Gulan: Li ser bingeha karên te yên meydanî û datayên te, faktora herî paşguhkirî
çi ye ku diyar dike gelo amadebûna leşkerî ya biyanî di dawiyê de wekî faktoreke
îstîkrarê tê dîtin, an wekî destwerdaneke bêzarker?
Maykil Allen: Encamên karên me nîşan didin ku têkiliyên kesane yên di navbera
hêzên leşkerî û xelkê sivîl de, bandora sereke li ser nêrîna giştî dikin. Di
wan welatên ku mazûvaniya binkeyên leşkerî yên Amerîkayê dikin, hemwelatî pir
zêdetirî dîplomatkaran, rûbirû ligel serbazan dicivin. Ji ber wê jî, karmendên
leşkerî di dema erkên xwe de li derveyî welat, di rastiyê de wekî "dîplomatkarên
kiryarî" (de facto diplomats) derdikevin.
Ev rastî aliyên erênî û neyînî hene; tevgera baş a rojane dibe sedema
bihêzkirina piştgiriyê ji bo amadebûna Amerîkayê, lê reftarên nengun, tawun û
aloziyên kesane nêrîneke neyînî li cem xelkê ava dikin. Di dema aştiyê de, bi
piranî danûstandinên pozîtîf zêdetir in û baweriyê ava dikin, lê gava serbaz di
nav binkeyan de têne girtin û rê li wan tê girtin ku tevli civakê bibin, derfeta
çêbûna wan têkiliyên erênî bi şêweyekî berçav kêm dibe.
Gulan: Gelek caran tu tekezî li ser pirsa nahevsengiyê (Asymmetry) di têkiliyên
navneteweyî de dikî. Di çarçoveya pirsa bicihkirina hêzên Amerîkayê de, welatên
lawaz an welatên mazûban, bi çi şêweyekî hûr û nerasterast, reftarên
lîstikvanekî pir bihêz wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê araste dikin an
koto-bend dikin, tevî hebûna wê nahevsengiya mezin a ku di hêzê de heye?
Maykil Allen: Vê karî bi çendîn rêyên cuda pêk tînin. Binkeyên leşkerî wekî
sermayeyeke neguhêr (Fixed Assets) in ku Amerîka nikare wan veguhêze, ji ber wê
jî di dema nûkirina girêbestan de, welatê mazûban dibe xwediyê celebek "karta
fişarê" (Leverage) di danûstandinan de. Ji xeynî vê jî, her çend rêkeftinnama
pêgeha hêzan (SOFA) mafên Amerîkayê diyar dike, lê şêwaza bikaranîna binkeyan
her dem mijareke cihê nîqaş û danûstandina berdewam e. Ji bo mînak, vê dawiyê
Brîtanyayê bikaranîna binkeyên xwe ji aliyê Amerîkayê ve li dijî Îranê sînordar
kir û tenê rê da çalakiyên berevaniyê, ne yên êrîşberiyê. Her wiha di
sala 2003an de parlemana Tirkiyeyê daxwazeke Amerîkayê ji bo bikaranîna axa wê
di proseya êrîşa ser Iraqê de red kir. Welatên lawaz her çend di çendîn rehendan
de bêhêz bin jî, lê hêj xwediyê serweriya axa xwe ne û ew biryarê didin ka kî
mafê gihîştin û bikaranîna wê axê hebe.
Gulan: Aloziyên vê dawiyê yên Îranê û nîqaşên nav NATOyê, gumanê li ser
yekgirtûyiya stratejîk a Rojava ava dikin. Gelo bicihkirina pêşwext a hêzan hêj
rêgiriyeke (deterrence) pêbawer e, an tenê amrazeke sembolîk e ku metirsiya
bilindbûna aloziyan zêde dike, bêyî ku tu destkeftiyeke stratejîk a hevseng jê
derbikeve?
Maykil Allen: Ew binke hêj wekî yek ji amrazên herî pêbawer ên rêgirtinê
(Deterrence) dimînin. Êrîşkirina welatekî ji bo ser binkeyeke Amerîkî, giranî û
girîngiyeke pir dide Amerîkayê ji bo bersivdanê, di demekê de ku êrîşkirina ser
binkeya welatekî hevpeyman dibe ku ne xwedî heman giraniyê be. Binkeyên leşkerî
yek ji bihêztirîn nîşanên pabendbûna dewletekê ne li hember hevpeymanên xwe, ji
ber ku hêzên wê hem li wir amade ne û hem şiyana bersivdana her cure îstifzaz û
handanekê hene.
Gulan: Di bin siya dabeşbûna raya giştî û hevpeymaniyan de, darêjerên siyasetê
çawa hevsengiyê di navbera lojîka leşkerî û rastiya siyasî de diparêzin? Ji ber
ku rewabûna (legitimacy) navxweyî û navneteweyî, faktora yekalîker û sereke ye
ji bo misogerkirina serkeftina demdirêj a proseya bicihkirina hêzan?
Maykil Allen: Lêkolîna me tekez dike ku piştevaniya cemawerî ji bo siyaseta
derve, asta hevkarî û ewlehiya zilhêzan ligel welatên piçûk diyar dike. Yanî
tenê hebûna stratejiyê ne bes e, belku pêdivî ye hemwelatiyên navxwe û
hevpeyman jî qanî bikî ku armancên te ligel baha û dîtina wan ji bo cîhanê
hevaheng in. Heke di serdema Şerê Sar de biryar di destê nuxbeyên siyasî de
bûna, îro ji ber demokratîkbûna medyayê û belavbûna bilez a zanyariyan, raya
giştî bandoreke bêhempa li ser biryaran peyda kiriye. Lewma, têgeha
"bidestxistina dil û mejiyan" ku berê tenê ji bo şerên navxweyî dihat bikaranîn,
îro ji bo serkeftina siyaseta derve di serdema aştiyê de jî bûye pêdiviyeke
jêneger.
Gulan: Di Iraqê de amadebûna leşkerî ya Amerîkayê di nav hevrikiyên navxweyî û
herêmî de bi nakokiyan ve hatiye hûnandin. Gelo hebûna van hêzan bandorê li ser
proseya hikûmranî dike?
Maykil Allen: Ew lêkolînên ku li dora mijara têkiliya navbera "rewabûn" û
"hevkariyên leşkerî yên navneteweyî" dizivirin, çendîn nêrîn û dîtinên stratejîk
ên kûr ji bo têgihiştina vê hevkêşeyê pêşkêş dikin. Ev cure amadebûna leşkerî
dikare bi çendîn rêyên cuda wekî motora pozîtîf ji bo îstîkrarê kar bike; heke
amadebûna hêzên derve bibe sedema avakirina saziyên neteweyî û bihêzkirina
şiyana xwebirêvebirina welatê mazûban, wê demê roleke bilind di afirandina
jîngeheke civakî û siyasî ya mayinde de digire ku tê de deselat bikaribin li
ser pêyên xwe bisekinin. Yek ji encamên bingehîn ên lêkolînên min ew e ku hebûna
hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di herêmekê de, bi şêweyekî berçav îhtîmala
rûdana kûdetayên leşkerî di nav welat de kêm dike. Ev jî ji du rehendan tê:
Yekem, ev amadebûn rewabûneke navneteweyî û parêzbendiyê dide pêkhateyên
hikûmran; duyem, sûd û destkeftên kûdetayê ji bo kûdetaçiyan kêm dike, ji ber
ku ew dizanin Amerîka qet amade nîne piştevaniya hikûmetekê bike ku bi rêya
laderketina ji proseya yasayî û bi kûdetayê hatibe ser deselatê.
Li aliyê din, pêdivî ye were gotin ku hevkariyên derveyî her dem encamên erênî
nînin û dikarin encamên neyînî jî hebin. Heke hikûmetek bi celebê be ku tenê bi
piştevaniya lîstikvanekî biyanî hatibe rawestandin û tu bingeheke wê ya cemawerî
tune be, wê demê ew hikûmet ji bingeh de bêrewabûn dibe û di demdirêj de
rûbirûyî tehdît û krîzên pir metirsidar dibe. Di nav wêjeya zanistên siyasî
de, têgehek naskirî heye bi navê "nefreta çavkaniyan" (Resource Curse). Ev têgeh
behsa wê dike ku ew hikûmetên dahatên wan ji çavkaniyên wekî (neft, kanza, an
hevkariya derve) têne dabînkirin, pir caran meyla wan ber bi wê yekê ve ye ku
saziyekê ava bikin ku nûneriya vîna gel nake. Berevajî vê, ew deselatên ku
dahata wan ji baca hemwelatiyan tê, neçar in wekî "girêbesteke civakî"
berpirsiyar û bersivder bin li hember gelê xwe. Hevkariyên darayî û leşkerî yên
biyanî jî dikarin heman cureyê vê "nefretê" ava bikin û hikûmetê ji milet
bibirin.
Mînaka herî tund û berçav a vê rewşê di dîroka hevçerx a Afxanistanê de tê
dîtin; li wir gelek ji hêzên derve hewil dan piştevaniya hikûmeteke navendî li
Kabulê bikin, lê serneketin di avakirina hikûmeteke neteweyî ya wiha de ku
bikaribe bêyî piştevaniya derve li ser pêyên xwe bisekine. Vegerîna ji nişka ve
ya Amerîkayê di sala 2021an de û destdanîna bilez a Talîbanê li ser welat, ew
rastiya tal derxist holê ku hikûmeta navendî heta çi astê girêdayî derve bûye.
Ew hikûmet ji ber ku xwediyê rewabûna navxweyî û şiyana serbixwe nebû, nekarî li
hember tehdîtên navxweyî xwe ragire û bi lez şikest xwar.
