• Tuesday, 19 May 2026
logo

Hiqûqnas Bilind Mihemed Mewlûd Mem, Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan ji bo Gulan: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşka xwe xistiye ser çaksazî û herî zêde hêsankariyê di kerta bazirganî û pîşesaziyê de

Hiqûqnas Bilind Mihemed Mewlûd Mem, Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan ji bo Gulan: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşka xwe xistiye ser çaksazî û herî zêde hêsankariyê di kerta bazirganî û pîşesaziyê de

 

Hiqûqnas Bilind Mihemed Mewlûd Mem, Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan ji
bo Gulan: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşka xwe xistiye ser çaksazî û herî
zêde hêsankariyê di kerta bazirganî û pîşesaziyê de

 

Hiqûqnas Bilind Mihemed Mewlûd Mem, Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan ji
bo Gulan: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşka xwe xistiye ser çaksazî û herî
zêde hêsankariyê di kerta bazirganî û pîşesaziyê de.

- Planê me heye ku heta dawiya îsal hemû proseyên piştî tomarkirinê, wek
firotin, zêdekirina sermiyan û daxistinê, bibin elektronîk. Bi vê yekê em ê
bibin yekem fermangeh ku tevahiya proseyan bi awayekî dijîtal encam dide.

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê gelek sazî û fermangehên girîng û têkildarî
jiyan û xweşguzariya welatiyan lixwe digire. Yek ji wan fermangehan, Rêveberiya
Giştî ya Tomarkirina Kompanyayan e ku li gorî çendîn rênima, rêkar û yasayan,
birwanameya tomarkirinê dide kompanyayên navxweyî (niştimanî) û tayên
kompanyayên biyanî. Ji bo em bizanibin ew rênima û yasa çi ne ku kompanya pê
tên tomarkirin, û heta niha çend kompanyayên navxweyî û biyanî hatine
tomarkirin, û proseyê çaksaziyê heta çi astê bandor li ser pêşveçûnê heye,
hiqûqnas Bilind Mihemed Mewlûd Mem, Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan
bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da:

- Di destpêkê de, em dixwazin rewşa kompanyayan û çawaniya tomarkirina wan
bizanibin?

- Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompanyayan yek ji fermangehên girîng û
hestiyar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ser bi Wezareta Bazirganî û
Pîşesaziyê ye. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşka xwe xistiye ser wê
yekê ku çaksazî û herî zêde hêsankarî di kerta bazirganî û pîşesaziyê de bê
kirin. Di pêşîniya van karan de jî tomarkirina liv û tevgera bazirganî ye ku
tomarkirina kompanya û cihên kar ên bazirganî lixwe digire. Me ji bo vê
mijarê planekî stratejîk ê demdirêj daniye. Di navenda sala 2023yan de, me
yekem sîstema tomarkirina kompanyayan bi awayê online damezrand. Sîstemeke
niştimanî ye û Fermangeha Teknolojiyaya Zanyariyan a Hikûmeta Herêmê
çêkiriye; girêbesta me bi ti kompanyayeke kerta taybet re nîn e. Herwiha
me çend yasa hinar (himoar) kirin da ku proseyê tomarkirina kompanyayan
bileztir bibe, wek yasayên hejmar 12, 13, 14 û 15. Van yasayan kiriye ku
prose bileztir bibe û desthilata dayîna navê bazirganî ji odeyên bazirganî
ve vegeriya bo Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê. Niha tomarkirina kompanyayan
di nava 24 saetan de tê encamdan, ku berê demeke pir dirêj dixwest.

- Gelo derbarê têçûna tomarkirinê de, çi guhartin hatine kirin?

- Berê bi tenê têçûna tomarkirina navê kompanyayê serê milyonek dînaran bû û
bi giştî tomarkirina kompanyayekê 3 heta 4 milyon dînaran dixwest; eger nav
biyanî bûya hîn zêdetir bû. Niha li gorî vê proseyê ku di çaksaziyê de
hatiye danîn, bi tenê bi 162,500 dînaran kompanya tê tomarkirin. Herwiha me
nasnameyeke dijîtal ji bo kompanyayan daniye bi navê (UEN - Unique Entity
Number) ku jimareyeke yekeya bêhempa ye û di bin standardeke cîhanî de ye,
mîna welatên Ewropa û Amerîkayê. Ev yek bûye sedem ku kompanyayên Herêmê
bikarin li welatên erebî û ewropî tayan (liq) vekin. Xaleke din, divê her
kompanyayek bayometriya rêveberê xwe bike; ev ji bo wê ye ku em bizanibin
gelo rêveberê rîpêdayî karmendê kerta giştî ye yan na, ji ber ku karmend
mafê wî nîn e bibe rêveberê kompanyayê. Vê yekê jî kiriye ku derfetên kar
ji bo ciwanan zêdetir bibin.

- Gelo hêsankarî ji bo ciwanan û kompanyayên nû hene?

- Belê, li Silêmaniyê bi rêya nivîsgeha Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û li
Hewlêrê jî me daxwaz ji Dezgeha Rwangah kiriye ku "Hub"ek ji bo ciwanan bê
danîn. Li gorî yasayê, divê her kompanyayekê baregeha wê hebe. Em cihê wan
bi bêberanber (belaş) dabîn dikin ji bo piştgirîkirina kompanyayên navîn û
biçûk, heta wê dema ku digihin qazancê. Ji bo vê proseyê em di hewildanê de
ne ku li bajarên din ên herêmê jî were bicîhkirin. Ev yek zêdetir ji bo wê
ye ku ciwanên me sûdeke zêdetir werbigirin.

- Ji bo tomarkirina kompanya û navê bazirganî, çi rêkar pêwîst in?

- Kilîta çûna nava her karekî bazirganî, navê bazirganî ye. Ji bo kompanyayan,
di destpêkê de divê rêveber pencemora bayometrî bike û nasnameya niştimanî û
zanyariyên xwe pê re bin. Ji bo karên din ên bazirganî jî bi tenê pencemora
bayometrî û nasname pêwîst e.

- Gelo ji bo tomarkirina kompanyayan astengî çi ne?

- Astengiya herî mezin ew dijayetiya ku ji aliyê hikûmeta federal ve tê kirin
e, wek sîstema Asyckuda (ASYCUDA) ku barê kompanyayan giran dike. Herwiha
birîna bûdce û şayisteyên darayî yên Herêmê bandoreke rasterast hebûye. Ji
bilî vê, kêşeyên cîhanî wek petaya Koronayê, şerê DAIŞê û aloziyên navbera
Amerîka û Îsraîl û Îranê, bi taybetî daxistina Geroa Hurmuzê, bandora wan li
ser çalakiya kompanyayan hebûye û kiriye ku hinek ji wan çalakiyên xwe
rawestînin.

- Gelo li Herêma Kurdistanê heta niha amara kompanyayên tomarkirî çend e?

- Heta niha li Herêma Kurdistanê 43,358 kompanya hatine tomarkirin: 38,362
kompanyayên niştimanî, 3,645 tayên kompanyayên biyanî, û 1,351 kompanyayên
federal ku tayên wan li Herêmê hene. Piştî sîstema nû, tomarkirina
kompanyayan du qat zêde bûye, lê eger em îsal bi sala par re berawurd bikin,
ji ber rewşa siyasî û aborî ya me behs kir, tomarkirina kompanyayan
nêzîkî 18% kêm bûye.

- Peywendiya we bi Bexdayê re çawa ye?

- Peywendiya me bi Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompanyayan a li Bexdayê re
pir baş e. Me piraniya kêşeyên xwe çareser kirine. Ji bo çareserkirina
kêşeyan, sala par me pênc caran serdana Bexdayê kir û îsal jî heta niha sê
caran me serdana Bexdayê kiriye. Lê kêşeyên ku niha hene, ti peywendiya wan
bi aliyên têkildar ên Bexdayê re nîn e, belku kêşe zêdetir di warê hinek
pirsgirêkên gumrik û bacê de ne, ku kar û hewldan ji bo çareserkirina wan
berdewam in.

- Peywendiya we bi sendîkayên nehikûmî re çawa ye?

- Li gorî yasayê, divê her kompanyayekê şêwirmendekî yasayî (parêzer) û
çavdêrekî jimarî (hesabdar) hebe, lewma peywendiyeke me ya bihêz bi
Sendîkaya Parêzeran û Jimaryaran re heye.

- Rêkara yasayî li hemberî wan kompanyayan çi ye ku serpeçiyê dikin?

- Li gorî yasaya hejmar 21 ya sala 1997an a hinarakirî ya kompanyayan, ehkamên
cezayî ji bo her kompanyayekê hene ku karê nedirust û dûrî rênimayan encam
bide. Hinek kompanya karên fêlbaziyê dikin, ji bo nimûne wek kompanyayên
Forex ku bi awayekî nayasayî kar dikin; me bi hevkariya dezgehên ewlehiyê û
Wezareta Navxwe rêkarên yasayî li hemberî wan girtine ber.

- Ji bo zêdetir pêşveçûna tomarkirina kompanyayan, planên we yên paşerojê çi
ne?

- Planê me heye ku heta dawiya îsal tevahiya proseyên piştî tomarkirinê, wek
firotin, zêdekirina sermiyan û daxistinê, hemû bibin elektronîk. Îmzeya
elektronîk û paredana elektronîk di nava sîstemê de tên cîhkirin. Bi vê yekê
em ê bibin yekem fermangeh ku tevahiya proseyên xwe bi awayekî dijîtal encam
dide.

Top