• Tuesday, 19 May 2026
logo

Aaron Dawson, pisporê teknolojiya leşkerî û hêza esmanî ji bo Gulan: Dron di bilindahiya kêm de zeviyên mînan di esman de ava dikin û pirsgirêkan ji bo firîna balafiran derdixin

Aaron Dawson, pisporê teknolojiya leşkerî û hêza esmanî ji bo Gulan: Dron di bilindahiya kêm de zeviyên mînan di esman de ava dikin û pirsgirêkan ji bo firîna balafiran derdixin

 

Di serdemekê de ku teknolojiya leşkerî û hêza esmanî çarenûsa şeran û îstîqrara
navdewletî diyar dikin, guftûgokirin bi pisporekî piralî wekî "Aaron Dawson"
girîngiyeke taybet heye. Dawson, lêkolîner e di Peymangeha (Freeman) de ji bo
karûbarên esmanî li King's College London û endamê tora rêgiriya atomî ye li
Peymangeha Şahane (RUSI) û yek ji wan dengên zanistî ye ku endezyarî û zanistên
ewlehiyê bi hev ve girê dane.

Ji bo axaftinê li ser bandora teknolojiya agahdariyê li ser pêşketina çekan, bi
taybetî dronên xwekuj (kamikaze) ku niha çarenûsa şeran bi temamî guhartine, me
ev hevpeyvîna taybet bi Dr. Dawson re encam da.

- Di analîza we de li ser wê yekê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çawa
modelek mîna dronên îranî yên erzan hilberandiye, we amaje bi wê leza sosret
kir ku teknolojiyên leşkerî pê belav dibin û xwe bi hawirdora nû re
diguncînin. Gelo ev doz çi li ser guhartina astengiyên li pêşiya gihîştina
şerê modern nîşan dide?

- Ev doz balê dikişîne ser kêmkirina wan astengiyên ku berê li pêşiya
gihîştina hêza esmanî hebûn, bi taybet di warê êrîşên deqîq de (Precision
Strike). Di rabirdûyê de encamdana êrîşeke esmanî ya deqîq û bandordar, tenê
bi rêya platformên giranbiha, sensorên (Sensor) pêşketî û depoyeke mezin ji
teqemeniyên deqîq pêkan bû. Ev şiyan tenê li cem hejmareke kêm a welatan
hebûn, ku di serê hemûyan de DYA bû. Lê gihîştina pergalên dronan bi qonaxa
kemilînê, ev rastî guhartiye.

Bo mînak: Di lûtkeya hêza xwe de, DAIŞê dronên bi destan çêkirî (Improvised) li
dijî hêzên Amerîka û Iraqê bikar dianîn û mehane 60 heta 100 êrîş encam didan.
Di pevçûnên vê dawiyê yên wekî (Nagorno-Karabakh, Rûsya-Ukrayna û Îran-Îsraîl)
de hat selmandin ku niha dikare heman ew qebare tenê di yek êrîşeke çirr û bikom
de (Salvo) were encamdan. Ev werçerxan jî ji ber wê ye ku êdî dron tenê amrazekî
"destکرد" ê li cem aktorên nadedewletî nîn in, belku niha bi piştgiriya
rasterast a pîşesaziyên berevaniyê yên neteweyî, bi qebareyeke mezin tên
hilberandin. Xala bingehîn li vir de ew e ku ev yek serdestiyeke aborî dide
êrîşkar, ji ber ku lêçûna (mesrefa) berevanîkirinê li hember van gefan hîn jî
pir giran e.

Li hember vê, artêşên rojavayî bi rêya teknîka "têkelê asta bilind û asta nizm"
hewl didin xwe biguncînin; yanî têkelkirina platformên pêşketî yên wekî
balafirên şer ligel pergalên erzan ên wekî dronan. Her çend rêkarên berevaniyê
hîn jî pişta xwe bi mûşekên giranbiha girê didin – tenê li wan lêçûnên Amerîkayê
binêrin di bikaranîna pergalên Patriot û THAAD de ji bo berperçebûna êrîşên
Îranê – lê dron dikarin êrîşên dûrmewda yên erzantir dabîn bikin, ku ev yek
alîkar dibe di hevsengkirina beşek ji dînamîka lêçûnan di berjewendiya
berevanîkar de.

- Lêkolînên we pir caran tîrêjê dixin ser wê yekê ku pêşxistina amrazên cengî
çawa bi peywendiyên navdewletî re têkilîdar dibe. Di mijara balafirên
bêmirov de, gelo bi baweriya we dahênan zêdetir ji ber şiyanên zanistî û
teknîkî ne, an ji ber pêdiviyên lezgîn ên qada şer?

- Motora sereke ya li pişt serlêdana ji bo balafirên bêmirov, kêmkirina
lêçûnan û bidestxistina encamên çêtir e. Teknolojî rêyên nû ji bo
çareserkirina kêşeyên kevn pêşniyar dike, lê ev rêyên nû piranî wê demê cih
girtî dibin ku karibin bi lêçûneke kêmtir kêşeyên me çareser bikin.
Balafirên bêmirov çareseriyên erzan ji bo komên erkên "bêzarok, nexweş û
metirsîdar" (Dull, Dirty, Dangerous) pêşkêş dikin. Lewma carinan wekî
"mûşeka dûrhavêj a feqîran" tên binavkirin.

Ji bo erkên "bêzarok" wekî çavdêrîkirin û komkirina agahiyan, ev balafirên
bêmirov sûdeke berçav didin. Dikarin ji bo demeke dirêj li ser xaleke diyarkirî
bifirin bi lêçûneke pir kêmtir ji balafirên bi mirov. Derbarê erkên "nexweş" û
"metirsîdar" de, sûda wan di parastina canê mirovan de ye. Amrazên bêmirov rê
didin ku erkên metirsîdar – wekî pişknîna stasyonên atomî yan karkirin li
herêmên ku berevaniyeke tund lê heye – bêyî xistina jiyana pîlotan di bin
metirsiyê de, werin encamdan.

- Bi berçavgirtina şarezayiya we di her du warên endezyarî û lêkolînên
ewlehiyê de, divê biryarder çawa ji peywendiya navbera şiyana teknîkî û
bandorên stratejîk fam bikin, bi taybetî dema ku amrazên sade dikarin
encamên pir mezin bi dest bixin?

- Pêdivî ye darêjerên siyasetê bêtir giringiyê bidin nirxandina giştî û
berawirdkirina hûr a şiyanan di navbera neyar, hevpeyman û aliyên din de.
Êrîşa sala 2019an a li ser saziyên neftê yên Aramco li Erebistana Siûdî
mînakeke berçav e. Li wir dronan bi bandoreke pir mezin êrîşî jêrxaneyeke
girîng kirin; ev nîşandana şêوازekî nû yê şer bû ku piştre Rûsya û Îranê bi
serkeftî peyrew kir. Lê raporên seretayî yên artêşê li ser van taktîkên nû
nebûn cihê bala berdewam a siyasetmedaran. Ev yek wê kêşeyê nîşan dide ku
çawa carinan têbiniyên meydanî bi dirustî ji bo biryarên siyasî û stratejîk
nayên wergerandin.

Di dawiyê de, divê biryarder di asta zanistî de berfireh bin, lê nabe "sade"
(naiv) bin. Pêdivî ye mejiyê wan ji bo fêrbûna bikaranîna dronan vekirî be, lê
divê haydarî xalên wan ên lawaz jî bin. Ev balafir hîn jî pêdiviya wan bi
çavdêriyeke zêde heye û li hember keşûhewayê û şerê elektronîkî lawaz in.

- Pevçûnên vê dawiyê pola giring a teqemeniyên gerok (Loitering Munitions) û
şerê balafirên bêmirov di diyarkirina çarenûsa şeran de nîşan dane. Di
nêrîneke stratejîk de, gelo ev sîstem zêdetir ji bo zêdekirina deqîqbûn û
karîgeriya êrîşan in, an ji ber hêsaniya gihîştinê û veşartina nasnameya
êrîşkar metirsiyên nû diafirînin?

- Ji ber ku ev sîstem lêçûna wan kêm e, dikarin ji aliyê gelek aliyan ve werin
bikaranîn, ku ev yek diyarkirina aliyê berpirsiyar di êrîşan de aloztir
dike. Bo mînak, di êrîşa ser Aramco de, di destpêkê de nezelalî hebû ku gelo
Hûsiyan êrîş kiriye an Îranê. Ev cureya "temûmiya" di naskirina êrîşkar de,
metirsiya şaşfêmkirinê û geşebûna bêmebest a şer zêde dike.

Lê di warê pratîkî de, dewlet meyl dikin ku bendaveke bihêz a belgeyî deynin
berî ku berpirsyariyekê bixin stûyê aliyekî. Heta cureyên nû yên reftarê
derketine; bo mînak, xistina xwarê ya dronên mezin ên Amerîkayê ji aliyê Îran an
Rûsyayê ve rasterast nebûye sedema bersivdana leşkerî ya tund. Ev nîşan dide ku
miamele ligel dronan cuda ye ji balafirên ku pîlot tê de ne.

- Di dema ku aliyên dewletî û nadedewletî teknolojiya dronan bi dest dixin,
hûn paşeroja "rêgiriya stratejîk" di esman de çawa dinirxînin? Gelo çemkên
klasîk ên serdestiya esmanî rûbirûyî kêşeyên bingehîn bûne?

- Dron nabe sedema nemana serweriya esmanî, lê belê çawaniya bidestxistina
kontrola esmanî aloztir dike. Ev dikare bi rêya lêdana bingehên esmanî,
hêlên piştgiriyê yan êrîşa rasterast bo ser balafiran bi lêçûneke kêm be.
Bo mînak, dronên erzan hatin bikaranîn bo têkbirina 20% ji balafirên
stratejîk ên Rûsyayê dema ku li ser erdê bûn.

Heta heke ziyanê jî negihînin, tenê dîtina dronekê di esman de dikare
operasyonan rawestîne, ji ber ku fermanberan neçar dike geştan bidin sekinandin.
Ev wekî çêkirina "zeviyeke mînan a esmanî" ye di navbera erd û bilindahiya
firîna balafiran de. Di paşerojê de, giringî dê bêtir bikeve ser şiyana
pîşesaziyê bo berdewamiya operasyonan.

- Di çarçoveya Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ku gefên ewlehiyê bi şêweyekî
geşebûyî êrîşên dron û mûşekî dihewînin, belavbûna vê teknolojiya erzan
ewlehiya navçeyê çawa ji nû ve ava dike?

- Her çend ez ne pisporê karûbarên navçeyê bim, lê bi şêweyekî giştî, ez bawer
dikim belavbûna dron û mûşekên erzan dibe sedema zêdebûna êrîşên piçûk ku
çavkaniya wan bi hêsanî nayê dîtin. Ev sîstem pêdiviya bi hêza esmanî ya
mezin kêm dikin û rê didin gelek aliyan ku bi lêçûneke kêm bandoreke
stratejîk çêbikin.

Wekî min amaje pê kir, dron dikarin rêgiriya stratejîk aloztir bikin, ji ber ku
aliyan teşvîq dikin bo êrîşên ku tê de dikarin nasnameya xwe veşêrin. Lê bandora
van amrazan sînordar e, her weha heke ne bi hejmareke pir mezin û wekî beşek ji
stratejiyeke berfirehtir werin bikaranîn. Lewma ev teknolojî zêdetir dibe sedema
çêkirina fişar û bêîstîqrariya berdewam, ne ku bi tenê karibe hevsengiya hêzê li
navçeyê bi temamî biguherîne.

Top