• Tuesday, 19 May 2026
logo

Hikûmeta Elî Ez-Zeydî di navbera aqiliya pragmatîzma bazirganî û astengiyên giran de

Hikûmeta Elî Ez-Zeydî di navbera aqiliya pragmatîzma bazirganî û astengiyên giran de

 

 

Pejirandina Elî Ez-Zeydî ji bo posta serokatiya hikûmeta dahatû ji aliyê
parlamena Iraqê ve, ne tenê wekî guhertineke asayî di nav navên siyasetmedaran
de tê dîtin, belkî nîşana hewleke cidî ye ji bo ceribandina modelekî cuda yê
birêvebirinê ku di dîroka nû ya Iraqê de kêmwêne ye. Ez-Zeydî ku wekî
kesayetiyekî «navxweyî» tê naskirin û paşxaneyeke bi hêz di warê bazirganî û
yasayê de heye, di demeke gelekî hestiyar de tê pêş, dema ku Iraq ne tenê di
rûbirûyê krîza siyasî ya xitimandî de ye, belkî metirsiya hilweşîna yekcarî ya
jêrxana aborî û bandorên nerênî yên şerên herêmî gefê li hebûna dewletê dikin.
Ev gav dikare wekî «hikûmeta rizgarkirina neteweyî» were binavkirin, an jî bibe
rûpela dawî ya şikesta wî sîstemê ku piştî sala 2003an hatibû avakirin.

Heger em li dîroka pêkanîna kabîneyên hikûmeta Iraqê piştî hilweşîna rejîma Baas
û Sedam binêrin, em dibînin ku li şûna ku li ser bingeheke hevçerx û neteweyî ya
sîstemeke federalî ya rastîn hatiba avakirin, wekî me dît li ser jêrxaneke
lerzok û tije ji hilweşîna pêkhateyî ava bû. Mixabin rastiya siyasî di du
dehsalên borî de bi zelalî îsbat kir ku welat di nav bazneyeke girtî ya krîzên
mezin de asê maye. Ev rewşa xitimandî ne tenê bi guhertina navên serkirde û
kesayetan ve girêdayî ye, belkî pirsgirêkeke sîstematîk a kûr e ku rehên wê
vedigerin ser şêwaza dabeşkirina desthilatê û nebûna baweriyê di navbera
pêkhateyên sereke de.

Ji hilbijartina yekem a sala 2005an û heta îro, ti hikûmetek di rewşeke asayî û
bi îstîkrar de ji dayik nebûye. Her qonaxeke veguhastina desthilatê, li şûna ku
bibe gavek ber bi geşepêdanê, bûye sedema teqîna krîzeke nû. Bo nimûne,
hikûmetên Îbrahîm Ceferî û du xulên Nûrî Malîkî di nav şerê tayifî û
serhildanên çekdarî de asê mabûn. Piştre qonaxa krîzên destûrî dest pê kir, ku
tê de şîrovekirina tekstên yasayî bû qurbaniya berjewendiyên siyasî yên demkî.

Yek ji qonaxên herî reş, ew dem bû ku sêyeka xaka Iraqê ket bin destê terorîstên
DAIŞê. Wê demê dewletê ne tenê şerfiyeta siyasî, belkî şiyana parastina mafên
seretayî yên welatiyan (ewlehî û serweriya xakê) jî ji دست dabû. Her çend DAIŞ
ji aliyê leşkerî ve hat têkbirin, lê pirsgirêk bi dawî nebûn, belkî guherîn bo
cureyekî metirsîdar ji astengiyan, ku ew jî derketin û serdestiya hêzên milîs û
komên çekdar ên «Eniya Berxwedana Îslamî» bû li derveyî çarçoveya fermî ya
dewletê.

Pirsgirêka herî mezin a pêkhateyî ku Iraq peyrew kiriye, şêwandina têgeha
«lihevkirina siyasî» ye. Ev têgeha ku di destpêkê de wekî amrazek ji bo
parastina mafên pêkhateyan hatibû danîn, di rastiyê de guherî bo sîstema
«pişk-pişkênê» ya wêranker. Îro li Iraqê hikûmet ne li ser bingeha bernameyeke
siyasî ya karasaz, belkî di encama rêkeftinên tarî û bazara pişt perdê ya
kutilên siyasî de ava dibin. Vê rewşê cureyek ji aqiliyeta «bazirganî» di nav
dilê siyasetê de berhem aniye; siyasetmedar wekî bazirganan tevdigerin û
dixwazin krîzan bi rêkeftinên bilez û demkî derbas bikin.

Di proseya vê carê ya pêkanîna hikûmetê de, cara yekem e piştî hilweşîna rejîma
berê, proseyek tê de kesayetiyek hatiye erkdarkirin ku li şûna «îdeolojiya
hizbî» û dirûşmên olî û neteweyî, ji cîhana «bazar, kar û yasa»yê hatiye.
Pirsiyara girîng ev e: Gelo bazirganekî serkeftî dikare wekî «projeyeke neteweyî
ya mezin» li dewletê binêre ku pêdivî bi jêhatîbûn û berhemdariyê heye?

Ji aliyekî din ve, Elî Ez-Zeydî her çend wekî berbijêrê «Çarçoveya Hevahengiyê»
(Şîe) derketiye, lê heman demê mohleteke 90 rojî wekî ceribandin ji aliyê
Tevgera Sedr ve ji bo hatiye dayîn. Divê Ez-Zeydî îsbat bike ku dikare di
navbera daxwazên cemawer û fişarên hêzên siyasî de hevsengiyekê çêbike. Di asta
navdewletî de jî, berbijêrkirina kesekî ne îdeolojîk, peyamekî dilxweşker e bo
Waşîngton û paytextên erebî.

Astengiyên li pêşiya hikûmeta Ez-Zeydî

Rêya gihîştina bi îstîkrarê bo wî qet ne bi gulan hatiye reşandin. Ez-Zeydî
rûbirûyê komek astengiyên mezin dibe:

1. Astengiya Ewlehî: Dewlet di nav dewletê de Taqîkirina herî mezin, rûbirûbûna
diyardeya «dewlet di nav dewletê de» ye. Çawa dikare serokwezîrekî ku
piştgiriyeke bi hêz a leşkerî yan hizbî nîne, li hember komên çekdar ên
«Eniya Berxwedanê» bisekine? Ev kom ne tenê çekdar in, belkî destê wan di
aborî û dergehên sînorî de jî heye.

2. Hevsengiya di navbera nifûza Îranê û fişara Amerîkayê de Iraq qada şerê
stratejîk ê Tehran û Waşîngtonê ye. Ez-Zeydî di navbera du berdaşan de ye:
Waşîngton fişarê dike bo bêçekkirina milîsan û kontrolkirina bankan, lê
Tehran manevraya van grûpan wekî parastina berjewendiyên xwe dibîne.

3. Astengiya aboriya lawaz û metirsiya Tengava Hurmiz Aboriya Iraqê 95% pişta
xwe bi petrolê girêdide. Heger di encama aloziyên navçeyê de Tengava Hurmiz
were girtin, Iraq rasterast rûbirûyê «îflasa dewletê» dbbe. Di rewşeke wiha
de, kabîneya Ez-Zeydî tew di dabînkirina mûçeyan de jî dê bêçare bibe.

4. Şerê Dolar û sizayên Gencîneya Amerîkayê Wekî bazirganek, Ez-Zeydî dizane ku
sîstema darayî ya Iraqê di bin çavdêriya hûr a Amerîkayê de ye. Erka wî ya
giran ew e ku sîstema bankî ji lîsteya reş derxîne bêyî ku têkiliyên xwe yên
enerjiyê bi Îranê re qut bike.

5. Mohleta 90 rojî ya Sedriyan Sîbera giran a Muqtada Sedr wekî gefekê li ser
hikûmetê dimîne. Mohleta 90 rojî wekî demjimêreke teqînê ye. Heger Ez-Zeydî
di vê demê de gavên berbiçav neavêje, Sedr dê cemawerê xwe birêje ser
kolanan.

Herêma Kurdistanê wekî kilîta îstîkrarê

Îstîkrara her hikûmetekê li Bexdayê, bêyî rêkeftineke dadperwerane û domdar bi
Herêma Kurdistanê re, ne gengaz e. Bo Elî Ez-Zeydî, bidestxistina baweriya
Hewlêrê ne tenê bijardeyek e, belkî pêdiviyeke stratejîk e. Divê ew «mafên
darayî yên Herêma Kurdistanê» û debara jiyana welatiyan ji milmilaneya siyasî
cuda bike. Serkeftina wî di wê de ye ku zimanê «gef û birîna mûçeyan» biguhere
bo gotara «hevbeşiya rastîn û rêzgirtin li destûrê».

Parastina bêlayeniyê û dûrxistina Iraqê ji şer

Di vê dema ku navçe di nav agirê şerekî giştgîr de ye, Elî Ez-Zeydî divê Iraqê
ji qada milmilaneyê biguhere bo «navçeyeke aram» yan pireke peywendiyê. Lê di
jîngehekê de ku piraniya komên çekdar fermanên xwe ji derveyî sînoran
werdigirin, ev armanc wekî «xewneke nepêkan» xuya dike.

Serkeftina vê hikûmetê ne tenê ceribandina kesekî ye, belkî «shansa dawî» ye bo
rizgarkirina sîstema siyasî ya Iraqê. Heger Ez-Zeydî di nav 90 rojan de îsbat
neke ku xwedî îradeyeke serbixwe ye, hikûmeta wî dê bibe navekî din di lîsteya
dirêj a şikestên dîroka hevçerx a Iraqê de.

Top