• Thursday, 07 May 2026
logo

Dr. Kebîr Ehmed Zêbarî, pisporê warê neft û avê: Divê Iraq rêyên hinardekirina neftê cihêreng bike da ku di demên krîzê de aboriya wê tûşî rawestandinê nebe

Dr. Kebîr Ehmed Zêbarî, pisporê warê neft û avê: Divê Iraq rêyên hinardekirina neftê cihêreng bike da ku di demên krîzê de aboriya wê tûşî rawestandinê nebe

Dr. Kebîr Ehmed Zêbarî, pisporê warê neft û avê: Divê Iraq rêyên hinardekirina
neftê cihêreng bike da ku di demên krîzê de aboriya wê tûşî rawestandinê nebe

 

Dr. Kebîr Ehmed Zêbarî, pisporê jiolojî yê di warê neft û avê de ye, ezmûna karê
wî bi Kompanyaya Nefta Başûr li Iraqê û her wiha bi kompanyaya neftê ya DNO li
Herêma Kurdistanê re heye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de
(Giringiya enerjiyê di darshtina stratejiya hevkêşeyên siyasî li navçeyê de), bi
vê şêweyê dîtin û nêrînên xwe bi rêya Skypê pêşkêş kirin:

Ji aliyê enerjiyê ve, navçeya Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke stratejîk a
gelek mezin e û kêşe û hevrikiyên vê navçeyê bi shêweyekî sereke li dora vê
samanê dizivirin. Wekî em dibînin, di niha de cîhan pişta xwe bi temamî bi neftê
girê dide, bi cûreyekî ku nêzîkî 80%ê enerjiyên cîhanê ji vê çavkaniyê tê
dabînkirin. Lewma çêbûna her kêşeyekê di sektora neftê de, bandoreke rasterast
û nerênî li ser hemû sêktorên din ên wekî pîşesazî, çandinî, tenduristî û
veguhastina asmanî û deryayî dike, ku ev jî ziyaneke aborî ya pir mezin digihîne
cîhanê.

Rawestandina hinardekirina nefta navçeyê û ew şerên ku ji bo vê enerjiyê dertên,
cihê ramanê ne. Li vir pirs ev e: Gelo ev neft ji bo me nîmet û bexşîş e, yan
bela û nefrete? Ev saman bûye sedema peydabûna hevrikiyeke siyasî ya tund di
navbera welatên navçeyê û hêzên zilhêz ên cîhanê de, ku her yek ji wan hewl dide
hegemonyaya xwe bisepîne û van çavkaniyan kontrol bike.

Ev rewş Iraqê dixe ber berpirsiyariyeke mezin ku berê xwe bide cihêrengkirina
(diversification) rêyên hinardekirina neftê. Pêwîst e kar li ser aktîvkirina
xetên kevin û çêkirina xetên nû bibe, wekî xeta «Banyas» bi rêya Sûriyê, xeta
«Eqebe» li Urdunê û her wiha hewlên bi Erebistana Siûdî re ji bo dîtina rêyên
alternatîf ber bi Deryaya Sor ve. Ev hemû ji bo wê yekê ne ku tenê pişta xwe bi
bendera Faw yan Bender Ebas nebestin û di dema qeyranan de hinardekirina neftê
raneweste. Bi kurtî, parastin û birêvebirina rast a vê samanê, mifteya îstîkrara
siyasî û aborî ye li navçeyê de.

Iraq hewl dide heta sala 2030 asta berhemanîna neftê bigihîne heşt mîlyon bermîl
di rojekê de, lê di niha de ji ber nebûna jêrxaneyeke bihêz û îmkanên pêwîst,
gihîştina bi wî armancî pir dijwar e. Kêşeya sereke li vir ne tenê di asta
berhemanînê de ye, belku di şêwaza bikaranîna dahata vê samanê de ye. Di niha de
dahata neftê tenê ji bo dabînkirina meaş û xerciyên rojane tê bikaranîn û tu
projeyeke stratejîk û berhemaner nîne ku paşeroja aboriya navçeyê mîsoger bike.
Ev piştgirêdana mutleq bi neftê, welat rûbirûyî metirsiyeke mezin kiriye, çûnku
nabe ji bo her û her tenê ji bo dabînkirina jiyanê pişta xwe bi yek çavkaniyê
bibestin ku bihayê wê di bazarên cîhanî de ne cîgir e.

Ji bo rizgariya ji vê rewşê, pêwîst e hikûmet li pey çavkaniyên alternatîf ên
enerjiyê bigere, wekî enerjiya rojê, enerjiya hîdro-elektrîk û enerjiya bayê. Bi
taybetî enerjiya rojê li Iraq û Herêma Kurdistanê de derfeteke zêrîn e û pêwîst
e giringiyeke gelek mezin pê bê dan, çûnku berevajî neftê, ev enerjî tu ziyaneke
jîngehî nîne û çavkaniyek e ku naqede.

Hevrikiyên siyasî û leşkerî yên navbera Amerîka û Îranê û ew rageşiyên tund ên
di navçeyê de tên dîtin, di cewher de têkiliyeke wan a rasterast bi mijara
enerjiyê û hewildana ji bo sepandina hegemonyayê bi ser çavkaniyên enerjiyê de
heye. Ji ber ku nêzîkî 80%ê aboriya cîhanê bi shêweyekî giştgir girêdayî neftê
ye, her welatekî ku bikaribe kontrola vê çavkaniyê bike, dikare arasteya
siyaseta navdewletî biguherîne. Navçeya me (Rojhilata Navîn û Kendav)
nêzîkî 50%ê yedeka nefta cîhanî tê de kom bûye, ev jî wiha kiriye ku bibe
qada sereke ya kêbirkiya zilhêzan.

Heke em li amarên bikaranînê binerin, em dibînin Amerîka rojane nêzîkî 20 mîlyon
bermîl, Ewropa 15 mîlyon û welatê Çînê zêdetirî 13 mîlyon bermîl neft bikar
tînin. Ji ber ku ev welatên pîşesazî paşkefta wan a navxweyî têra daxwazên wan
ên zêde nake, çavên xwe birîne nefta welatên Kendavê, Siûdiye û Iraqê. Ji aliyê
amarî ve, her çend e Venezuela bi paşkefteke 303 mîlyar bermîlî di pileya yekem
de ye, lê welatên navçeyê pêgeheke bêrikaber (unrivaled) heye: Siûdiye bi 267
mîlyar bermîl, Îran bi 208 mîlyar û Iraq wek welatê pêncem bi 145 mîlyar bermîl
yedeka neftê, cihê giringiya cîhanê ne.

Ew rewşa nebaş a ku niha li navçeyê heye, armanc jê kontrolkirina van çavkaniyên
dewlemend û bihêzkirina jêrxana aboriya wan dewletan e ku dixwazin fişarê bixin
ser rikaberên xwe. Hatina kompanyayên mezin ên biyanî bo Iraq û Herêma
Kurdistanê tenê ji bo armanca bazirganiyê nîne, belku beşek e ji wê hevrikiyê
ji bo desteberkirina dahatê.

Derbarê xwezaya wan peymanan ku di sektora neftê de tên îmzekirin, pêwîst e
amaje bi wê yekê bikin ku piranî ji cûreyê «peymana hevbeş a berhemanînê» ne. Ev
cûre peyman di gelek aliyan de ziyanê digihînin berjewendiyên dewlet û
welatiyan, çûnku dema lêçûna derxistinê û xerciyan zêde dibin, beşeke herî zêde
ya dahata neftê ji bo vegirtina wan xerciyan diçe û ew tiştê ku ji bo welat
dimîne kêm e. Ji vir ve pêwîst e stratejiyeke nû bê peyrewkirin ji bo ku
dahatên neftê bi shêweyekî rast ji bo pêşvebirina heralî bên terxankirin.
Dahata vê samanê divê bibe motora sektora perwerde, xwendin û tenduristiyê, da
ku bikaribe jêrxaneyeke mirovî û aborî ya bihêz ji bo navçeyê ava bike.

Pêwîst e proseya veberhênanê (investment) tenê di neftê de neyê sînorkirin,
belku dahata wê ji bo vejandina sektorên zindî yên wekî pîşesazî, çandinî û
xizmetguzariyên tenduristiyê bê bikaranîn. Ev cihêrengkirina çavkaniyên dahatê,
ewlehiya aboriya welat diparêze.

 

 

Top