Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Ger Îran nemîne, welatên Kendavê neçar nabin ewqas tawîzan bidin Amerîkayê
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Ger Îran nemîne, welatên Kendavê neçar
nabin ewqas tawîzan bidin Amerîkayê
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê û mamosteyê civaknasiyê ye li Zanîngeha
Selahedîn-Hewlêr. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Girîngiya
enerjiyê di ji nû ve sazkirina stratejiya hevkêşeyên siyasî yên navçeyê de), bi
vê şêweyê dîtin û nerînên xwe anîn ziman:
Bûyer û pêşhatên siyasî yên dawî yên Rojhilata Navîn, her ji destpêkirina şerê
Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê re, pir bi zelalî ew yek eşkere kirin ku enerjî, bi
taybetî neft û gaza xwezayî, çi girîngiyeke mezin di têkilî û hevrikiyên siyasî
û aborî de di her du astên herêmî û navneteweyî de heye. Êdî enerjî ne tenê
amrazekî dabînkirina sotemenî, pêdivî û geşepêdana aborî û pîşesaziyê ye, belku
çek û hêzeke nerm e jî, ku bandora wê ji hêza hişk ne kêmtir e. Ev jî ji ber wê
yekê ye ku enerjî pêdiviyeke sereke ya geşepêdaneke berdewam e di piraniya qadên
jiyanê de. Lewma piştrastî û ewlehiya çavkaniyên enerjiyê, bi wateya hebûna
enerjiyê bi berdewamî, di asta cîhanê de mijarekî girîng e. Hevrikiyên siyasî û
leşkerî yên dawî yên navçeyê jî, girîngiya rehenda jeopolîtîk a enerjiyê dupat
kirin, ku ka çi faktorekî bi bandor e di darêştin û birêvebirina siyasetan de û
heta di hevsengkirina hêz û berjewendiyên herêmî û navneteweyî de jî.
Şerê niha yê Îranê li gel Îsraîl û Amerîkayê, ger di rûkar de heta radeyekê
siyasî û olî be, di cewher de şer e li ser veberhênan û hinardekirina enerjiyê û
firotina wê bi wan kesên ku di eniya dijî Amerîkayê de ne. Dahata wê jî ji bo
Îranê bi xwe û hêzên wê yên proksî (wekîl) di warê aborî, leşkerî û siyasî de
bi cûreyekî ye ku siyaseta wê ya mezhebî, di warê siyasî û aborî de dike gefeke
cidî li ser berjewendiyên Amerîkayê û ewlehiya Îsraîlê di navçeyê de. Lewma
Amerîka hewl dide bi rêya kontrolkirina kêlgehên berhemhênana enerjiyê û rêyên
veguhastinê, hegemonyaya xwe li ser cîhanê nû bike (update bike) û nexşeya
cîhanê û bi taybetî ya Rojhilata Navîn bi cûreyekî fîzîkî (formele) bike ku di
berjewendiya xwe û hevalbendên xwe de be. Di bin ronahiya vê dîmenê de, ev pirs
derdikevin pêş: Piştî bûyer û pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî, di pêşerojê de
nexşeya siyasî ya navçeyê dê çawa be? Di egera guherîna nexşeya siyasî ya
navçeyê de, kî dê jê sûdmend bibe û kî dê zirarê bibîne?
Rojhilata Navîn ji ber ku çavkaniyeke sereke ya enerjiyê ye di cîhanê de, çavên
zêde li ser in. Tevî ku dahata enerjiyê heta radeyekê binesaziya civak û welatên
navçeyê guherandiye, lê zêdetirî sedsalekê ye ku ji ber hebûna çavkaniyên zêde
yên enerjiyê, navçe bûye cihê çavtêbirînê û qada hevrikiyên herêmî û
navneteweyî. Bi cûreyekî ku kêm welat hene di navçeyê de ku serweriya wan
parastî be û neçarî hevalbendî û qebûlkirina peymanên neçarî nebibin. Hevrikiyên
etnîkî û tayifî û mezhebî yên navçeyê jî, ku welatên zilhêz û xwedî nifûs ji bo
berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî berdewamî dane wan, kincekî wisa yê
jeopolîtîk li enerjiyê kirine ku li şûna geşepêdana sektorên medenî yên jiyanê,
bûne gef û faktorek ji bo wêrankarî û bêîstîkrariyê di navçeyê de.
Hewla welat û kompanyayên pir-neteweyî (transnational) ji bo garantîkirina
çavkaniyên enerjiyê, têkiliyên wan ên herêmî û navneteweyî ji berê aloztir
kirine. Her yek ji wan dixwaze bi formekê welatên navçeyê bike paşko û girêdayî
xwe: Amerîka bi rêya sepandina hêz û monopolkirinê; Çîn bi rêya hinardekirina
herî zêde ya kelûpelên pêwîst bi bihayê herî kêm; Rûsya bi zindîkirina gotarekî
îdeolojîk û eniyeke nîv-sosyalîst dijî Rojava û Amerîkayê. Welatên zilhêz û
xwedî nifûs bi wan mekanîzmayan û kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê di navçeyê
de, di pêşbaziyê de ne ku kî dibe hêza yekem a cîhanê û di warê aborî de herî
zêde geşê dike. Welatên Rojhilata Navîn jî, ew tiştê ku ji firotina enerjiyê bi
dest dixin, ji berê zêdetir neçar dibin beşa herî zêde ji bo kirîna çekan û
parastina wan ji lepên Îranê bidin Amerîkayê; beşekê jî di wêrankariyên piştî
şer û avakirina binesaziyê de xerc bikin. Lewma tê texmînkirin ku ew wek paşko
bimînin û berdewam divê di xema ewlehî û îstîkrara xwe de bin.
Bi vê pîvanê, nexşeya pêşerojê ya navçeyê di warê siyasî de, ku zilhêzên
temahkar û monopolîst wê dikişînin, zêdetir bi cûreyekî dibe ku xizmeta
berjewendiyên wan bike; hêz û welatên navçeyê jî her wek proksî û paşko dimînin.
Ji ber ku heta niha nîşane nîşan didin ku stratejiya Amerîkayê ne ji navbirina
Îranê ye, belku lawazkirina wê ye; ji ber ku ger Îran nemîne, welatên Kendavê
neçar nabin ewqas tawîzan (saziş) bidin Amerîkayê. Nexwe ji bo Amerîkayê zelal e
ku dixwaze bazara enerjiyê kontrol bike da ku ji wir ve armancên xwe yên siyasî
bi dest bixe. Êdî heta ku çavkaniyên enerjiyê bi şêweyê neft û gaza xwezayî
çavkaniyên sereke bin, hevrikî û bêîstîkrariya vê navçeyê û cîhanê jî dê
berdewam bike.
Her gava ku piraniya welatan berê xwe bidin bikaranîna enerjiyên nûjenbar
(Renewable energies) mîna sûdgirtin ji tîrêjên rojê, hêza ba, av, germahiya
zemînê û paşmayên ajelan û hwd, ku ji xwezayê tên girtin û berdewam xwe nû
dikin û naqedin, û nabin sedema pîskirina jîngehê, wê demê navçe bi vê şêweyê
niha wek qada qeyran û bûyerên germ namîne. Bila kes dilê xwe bi wê xweş neke ku
Amerîka di xema gelên navçeyê de ye; ew dixwaze nexşeya siyasî ya navçeyê
biguherîne. Kîjan nexşe di xizmeta berjewendiyên aborî û siyasî yên Amerîkayê de
be, ew wê nexşeyê cîbicî dike, heta ger li ser hesabê nirxên demokrasiyê û
jiyana gelên navçeyê be jî.
