• Wednesday, 06 May 2026
logo

D. Xurşîd Mezûrî, Serokê Grûpa Kompanyayên Tanc: Enerjî di vê serdemê de bûye zimanekî dîplomasiyê yê çalak û amrazekî yekker ji bo guhartina nexşeya hêz û peywendiyên navdewletî

D. Xurşîd Mezûrî, Serokê Grûpa Kompanyayên Tanc: Enerjî di vê serdemê de bûye zimanekî dîplomasiyê yê çalak û amrazekî yekker ji bo guhartina nexşeya hêz û peywendiyên navdewletî

D. Xurşîd Mezûrî, Serokê Grûpa Kompanyayên Tanc: Enerjî di vê serdemê de bûye
zimanekî dîplomasiyê yê çalak û amrazekî yekker ji bo guhartina nexşeya hêz û
peywendiyên navdewletî.

D. Xurşîd Mezûrî serokê kompanyayên «Tanc Group» e ku di warê pîşesaziya petrol
û gazê de kar dikin. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Girîngiya
enerjiyê di ji nû ve darıştina hevsozeniyên siyasî yên herêmê de), bi vî rengî
dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:

"Di serî de destxweşiyeke germ û rêzeke bêdawî ji bo birêveberên vê guftûgo û
panela zanistî û siyasî, ku ev mijara hestiyar û cewherî ji bo nîqaş û lêkolînê
hilbijartine. Ez wek «Doktor Xurşîd Mezûrî» xwediyê kompanyayên «Tanc Group» ku
bi awayekî berfireh di sektora pîşesaziya petrol û gazê de çalak in û xwediyê
çendîn parzûngehên (refinery) modern in li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha
xwediyê bingeha stratejîk a depo û ambarkirina berhemên petrolê ne li dewleta
Îmarata Yekbûyî ya Erebî, dixwazim amaje bi wê bikim ku mijara «Girîngiya
enerjiyê di darıştina stratejiya hevsozeniyên siyasî de» mijara bingehîn û stûna
pişta siyaseta cîhanî ya îro ye.

Di rastiyê de, enerjî di vê serdemê de ne tenê çavkaniyek e ji bo dabînkirina
sotemeniyê, belkî bûye zimanekî dîplomasiyê yê çalak û amrazekî yekker ji bo
guhartina nexşeya hêz û ji nû ve darıştina peywendiyên navdewletî. Navçeya
Rojhilata Navîn ji ber ku xwediyê dewlemendtirîn yedeka petrol û gaza cîhanê ye,
her dem wek navenda hevrikiyan û rêkkeftinên siyasî yên mezin maye. Ev girîngî
ne tenê di warê aborî de kurt dibe, belkî bandoreke rasterast û kûr li ser
seqamgiriya siyasî, parastina ewlehiya navdewletî û heta darıştina stratejiyên
nû yên cîhanê heye. Ji ber ku enerjî (petrol, gaz û kehrebe) bingeha sereke ya
geşepêdana aborî ye, her guhartinek di vê sektorê de, dibe sedema guhartina
hevsengiyan û avabûna hevpeymaniyên nû li herêmê, ev jî dixwaze ku em bi
nêrîneke kûrtir li van hevsozeniyên aloz binêrin.

Welatên xwedî yedekên mezin ên hîdrokarbonê, wek (Iraq, Îran û Erebistana Siûdî)
ji ber dewlemendiya wan bi çavkaniyên mezin ên petrol û gazê, giraniyeke bêwêne
û yekker di bazarên enerjiyê yên cîhanî de hene. Ev pêgeha stratejîk kiriye ku
zilhêzên cîhanî her dem di hewleke dijwar de bin ji bo çespandina hegemonyaya
xwe û bandora xwe li ser biryarên siyasî û aborî yên van welatan, çunke
kontrolkirina rêyên enerjiyê tê wateya kontrolkirina damarên aboriya cîhanê.

Di niha de, berjewendiya enerjiyê bûye motora sereke ji bo guhartina nexşeya
hevpeymaniyên navdewletî. Bo nimûne, em dibînin ka welatê Çînê di çarçoveya
projeya stratejîk a «Rêya Hevrîşimê» de, peywendiyên xwe yên bazirganî û siyasî
ligel Îranê li ser bingeha dabînkirina enerjiyê bihêz kiriye. Ji aliyekî din ve,
peywendiyên dîrokî û stratejîk ên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û
welatên Kendavê û cîhana Erebî, wek stûneke sereke ji bo parastina seqamgiriya
bazara enerjiyê û ewlehiya aboriya cîhanê dimîne.

Hevdem, ligel guhartinên bilez ên salên dawî û hewla ciddî ya cîhanî ji bo
berêxwedana ber bi «enerjiya nûbûyî» û dostê jîngehê, welatên herêmê rûbirûyî
kêşeyeke (tehediyeke) dîrokî bûne. Ev rewşa nû kiriye ku hikûmet neçar bin
stratejiyên xwe nû bikin û hewleke mezin bidin bo pirrengkirina çavkaniyên
dahatê. Êdî tenê piştbestin bi petrolê wek çavkaniya yekane, garantiya mayîna
di nav hevrikiya navdewletî de nake, belkî pêwîst e aboriyek were darıştina ku
ligel guhartinên sedsala bîst û yekê de bigunce.

Bi berçavgirtina wê yekê ku piraniya aliyên girîng ên vê mijarê ji aliyê birêz û
axêverên berê ve bi hûrgulî ronahî hatiye xistin ser, ez li vir dixwazim tenê
wek kurteyek û ji bo nîşandana dîtineke stratejîk a komker beşdar bibim. Pêwîst
e em hemû li ser wê rastiyê hevnerîn bin ku enerjî ji sînorê qada aborî ya rût
derketiye û êdî tenê ne mijareke bazirganî ye, belkî wek çawa amaje pê hate dan,
enerjî çavkaniya cewherî ya hêzê û lûtkeya desthilatê ye li navçeya Rojhilata
Navîn de.

Di rastiyê de, enerjî çekekî stratejîk ê yekker e bo guhartina hevsozeniyên
siyasî, diyarkirina cureyên hevpeymaniyên navdewletî û arastekirina hevrikiyan.
Ev faktor bandoreke wisa kûr heye ku dikare rol di ji nû ve darıştina sînoran û
çespandina hegemonî û bandorên nefermî de bilîze, bi taybetî li wan navçeyên
cîhanê yên ku tûşî naseqamgiriyê bûne. Nexwe, naye dikarin tu stratejiyekê bo
aştiyê yan hevrikiyê li herêmê darêjin, bêyî ku enerjî wek navenda hevkêşeyê
neyê hesibandin."

Top