Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Sirushtî: Îradeya Serokê Hikûmetê, neft ji guşareke siyasî guhart bo karteke bihêz a peywendiyan û rêgirî li wê kir ku neft dijî xelkê Kurdistanê bê bikaranîn
Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Sirushtî: Îradeya Serokê Hikûmetê, neft ji
guşareke siyasî guhart bo karteke bihêz a peywendiyan û rêgirî li wê kir ku neft
dijî xelkê Kurdistanê bê bikaranîn
Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Sirushtî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Biryar bû bi awayekî rasterast di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgo» de
(Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darêtina stratejiya hevkêşeyên siyasî yên li
navçeyê de) amade bibe, lê berî destpêkirina guftûgoyê pabendbûnek ji bo wî
derket, lewma bi vê nivîsê beşdarî kir û dîtin û pêşniyarên xwe bi vê awayî
xistin rû:
Ez pir kêfxweş im ku Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Mekteba Siyasî ya Partiya
Demokrat a Kurdistanê, ji rûgeha xemxoriya neteweyî û nîştimanî ve, babetekî
girîng ê wekî «enerjî» hilbijartiye ji bo guftûgokirinê ligel desteyek ji
pispor û şarezayên vê warî. Wekî li cem hemûyan eşkere ye, Herêma Kurdistanê di
dirêjahiya dîroka xebata xwe de, şehîd û qurbaniyên zêde di pêxema azadî û
parastina mafê Kurd û Kurdistaniyan de dane. Ew azadiya ku beşek ji wê ji ber
dewlemendiya axa wê bi samanên sirushtî ve ne tenê jê hatibû zeftkirin, belku bi
dahata wê samana neftê jî, dijminên Kurd şalawên Enfal û wêrankirina gundan û
jêrxana wê û bi dehan komkujiyên din derheqê Kurd û Kurdistaniyan de encam
dane.
Di wê rûgehê de, sîmbola neteweyî, «Mela Mistefa Barzanî» di Şoreşa Îlonê de
xebateke mezin saz kir û Kurd bi cîhanê nasand bo bidestxistina mafên rewa yên
gelê Kurd, ku yek ji wan mafan, dabînkirina jiyaneke tije kerdarî, serbestî,
azadî û xweşguzeranî bû. Ev rêbaz ji aliyê Serok Barzanî ve hat berdewamkirin û
di kabineya nehem de jî daxwazkirina van mafên destûrî û yasayî berdewam bûye.
Ew bû ku derxistin û hinardekirina neftê, wek mafekî sirushtî yê gelê me û li
gorî destûr, yasa û urfên navdewletî hat encamdan û di destûra herêmî ya Iraqê
de di çendîn madeyan de tekezî li ser hatibû kirin. Dema ku dîrokê xwe dubare
kir û hat xwestin ev mafê rewa ji gelê Kurdistanê bê zeftkirin û rêgirî li
sûdwergirtina ji neftê hat kirin û bi hincetên curbecur û bi siyasîkirina
Dadgeha Federal, hinardekirina nefta Herêmê rawestandin û pirsa nefta Herêmê wek
hemû kêşeyên din ên hilpesartî kirin astengeke mezin li pêşiya seqamgiriya aborî
û siyasî ya Herêmê û asayîbûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Ligel van hemû dorpêç û astengan jî ku dihatin danîn li pêşiya mafê gelê
Kurdistanê di xwedîderketin û hinardekirina nefta xwe û sûdwergirtina ji
samanekê bo avakirina jêrxana xwe, Rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, wekî di karnameya wezarî de jî hatiye, berdewam bû li ser nêzîkbûn û
gihîştina bi lêktêgehiştinê ligel hikûmeta federal a Iraqê, di vê pêxemê de jî
hemû asankarî û hemahengî nîşan da. Ew bû ku di hengaveke dîrokî de baweriyeke
nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava kir, dema ku di dîroka 4ê Nîsana 2023yan
de peymana hinardekirina nefta Herêmê îmze kir. Ev ne tenê îmzekirineke teknîkî
bû li ser kaxezekê, belku hengaveke dîrokî û werçerxaneke cewherî bû ku dawî bi
qonaxeke tije girjî anî û dergeh bo çareseriya rîşeyî ya kêşeyan vekir, bi vê jî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî dawî bi seqebestûyiya rawestandina
hinardeya nefta Herêmê bîne, ku ne tenê ziyan bo aboriya Kurdistanê hebû, belku
lêdaneke kujer bû li hemû dahata nîştimanî ya Iraqê û zêdebûna kurtehênana
budceya federal. Li vir girîngiya îradeya siyasî ya kabineya nehem a hikûmeta
Herêmê diyar dibe, ku her ji destpêka destbikarbûna xwe ve pirsa asayîkirina
peywendiyan û çareseriya destûrî ya kêşeyan di pêşîneya karên xwe de danî, lewma
karî girêka herî mezin vebike û rê neda astengên siyasî bibin rêgir li
seqamgiriya aboriya enerjiyê ku beşeke danebirraw (veneqetandî) ye ji
seqamgiriya Iraqê.
Birêzno, ev pêşekî pir girîng bû bo gotûbêjên vê carê yên bazneya guftûgo; ji
ber ku qonaxên dosya neftê di navbera Herêm û Iraqê de îsbatkerê wê rastiyê ne
ku «enerjî» her wekî di cîhanê de baldar e, li vir jî bizivînerê hevkêşeyên
siyasî ye. Enerjî di cîhana îro de ne tenê kelûpelekî bazirganî û pîşesazî ye,
belku navenda hevrikiya navbera cemserên cîhanê ye. Iraq û Herêma Kurdistanê jî
di navçeya Rojhilata Navîn de li gorî wê pêgeha jeopolîtîk a taybet ku heye, li
ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê ne û têkelî hevrikiyên siyasî yên cîhan û navçeyê
ne û gelek caran bi ziyana aborî û siyasî ya Iraq û Kurdistanê jî bi dawî bûye.
Lewma girîng e bêalîbûn di hevrikiyan de bê parastin û kerta neftê li Iraqê
nekeve bin rikêf û ajandeyên derekî ve. Me dît şerê navbera Amerîka, Îsraîl û
Îranê û gefa girtina Gerûyê Hormuz ku şademarka derbasbûna 20% ya enerjiya
cîhanê ye, çi girjiyeke cîhanî jê ket û metirsiya mezin bo ser Iraqê jî dirust
kir ku 95% aboriya wê pişt bi dahata petrodolaran dibeste.
Li vir careke din girîngiya Herêma Kurdistanê wek «rêrewekî cîgir» (alternatîf)
û stratejîk bo hinardeya nefta Iraqê û nefta Kurdistanê jî derket holê, ku bo
asayîşa nîştimanî ya Iraqê û dabînkirina enerjiya Ewropayê zerûretekî henûkeyî
(niha) ye. Rêzdar Mesrûr Barzanî hemû asankariyek pêşkêş kir û di demeke kêm de
hat karîn, tevî ziyana êrîşên dronî û rawestana piraniya berhemanîna kêlgehan û
nedana şayisteyên darayî yên kompaniyan, bi îradeya wî û di pêxema gelê Kurd û
gelên Iraqê de, boriyên Kurdistan-Ceyhan bo hinardekirina nefta Herêmê û Kerkûkê
bê xebitandin, bi vê jî Herêm gihîşt hawara aboriya Iraqê û di dawiyê de Herêmê
jî bo dabînkirina mûçeyên mûçexoran sûd jê wergirt.
Bi awayekî giştî, îradeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştgiriyên wî
wisa kir ku karta enerjî, neft û gazê ji guşar û cezayên siyasî ve bibe karteke
bihêzkirina peywendiyan û dawîanîna bi wê ku neft dijî xelkê Kurdistanê bê
bikaranîn. Niha peywendiyeke baş di navbera Wezareta Samanên Sirushtî û Wezareta
Nefta Iraqê û kompaniya SOMO de heye. Ez nabêjim girift û destwerdan nîn in, lê
îrade bi vî rengî ye ku em bi ser kêşeyan de zal bûne. Ev tevî nebûna yasaya
federal a neft û gazê ku kelênake yasayî ya mezin e û bûye sedema xwendinên cuda
bo maddeyên 111 û 115 ên destûrê. Tiştê li cem me girîng e ew e ku serkirdeyên
mezin û dilsozên Iraqê gihîştine wê qinaetê ku asayîkirina kêşeya neftê,
derfeteke zêrîn e bo seqamgiriya aboriya Iraqê û bihêzkirina dahata welat, ku
hemû sûdê jê dibînin. Lewma dengê yên ku xêra welat naxwazin û dixwestin
hevrikiyên teknîkî bikin şerê desthilatê, kêmtir bûye. Di beramber de, bo ku
Iraq pêgeha xwe di bazara cîhanî de bihêz bike, divê guşarên ser kompaniyên
neftî yên Herêmê kêm bike û hevkar be.
Li vir cihê xwe ye ku em amaje bi êrîşên komên çekdar ên ji yasayê derketî bo
ser kêlgehên neft û gazê bikin, ku peyameke nerênî ye bo veberhêneran û ziyana
mezin bi dahata Iraq û Herêmê geyandiye, heta xelkê sivîl ê nêzîkî kêlgehan jî
ketine metirsiyê. Lewma hemahengiya asayîşa navbera Herêm û Iraqê û bikaranîna
sîstema dij-dron û desteserkirina tawanbaran bo dawîanîna bi van metirsiyan pir
pêwîst e.
Beşdarên vê gotûbêjê, tevî behskirina girîngiya enerjiyê di hevkêşeyên siyasî de
û ziyana welatan ji berdewamiya bargirjiyan (wek ya di şerê Rûsya-Ukrayna û
girjî û şerên navçeyê de tê dîtin), bi pêwîst dizanim behsa wan destkeftên
dîrokî jî bikim ku Herêma Kurdistanê bi dest xistine. Heke geşekirina kerta
enerjiyê û hebûna kompaniyên mezin neba, ziyanên xelkê Kurdistanê di dema birîna
budce û mûçeyan de pir ji wê zêdetir dibû ku me dît. Di encama veberhênana di
kerta enerjiyê de, hat karîn rê li hilweşîna aborî bê girtin û girifta
kompaniyan heta astekî bad hat çareserkirin. Peymana sêalî ya navbera Wezareta
Neftê, SOMO û kompaniyên berhemanîner, hengaveke girîng bû bo derbasbûna
astengên siyasî û destwerdanên derekî.
Li aliyekî din, di encama siyaseta hekîmane ya hikûmetê de, bo cara yekem di
dîrokê de hat karîn dawî bi kêşeyeke mezin a kehrebeyê (elektrîkê) bê anîn û
«Projeya Runaqî» bo kehrebeya 24 saetî dest pê kir. Biryar e heta nîvê meha
Hezîrana îsal, hemû Herêma Kurdistanê bibe xwediyê kehrebeya 24 saetî. Niha
pênc milyon û pêncsed hezar hemwelatî sûdmend in û zêdetirî 5900 molîdeyên
(jeneratorên) tenê yên taxan hatine vemirandin. Heke em hejmara wan molîdeyên
taybet ên ofîs, mal, kompanî, otêl û cihên giştî jî bihejmêrin, dê zehmet be bi
hêsanî amarekî rast destê me bikeve. Her çi be, tenê ew nêzîkî şeş hezar
molîdeyên taxan ên ku bi saya projeya Runaqî hatine vemirandin, rêgiriyê li
belavbûna yek milyon û sed hezar ton gaza duoksîda karbonê dike, ku mîna wê ye
ku yek milyon otomobîl ji ser şeqaman hatibin rakirin. Ev kehrebeya 24 saetî
piranî bi rêya gaza kêlgeha Kormorê tê dabînkirin. Herwiha hatiye karîn
sotemeniya benzîn, neft û gaza malan bê dabînkirin; her çend êrîşên dronî
giriftên demkî dirust kirin, lê nekarîn ziyana mezin bi jêrxanê bigeyînin.
Em di Wezareta Kehrebeyê û Wezareta Samanên Sirushtî de bi vî rengî kar dikin ku
kerta enerjiyê di xizmeta aboriyê de be. Pirçebûna (diversification) çavkaniyên
enerjiyê me kiriye armanc, tenê pişt bi gazê nebestiye, belku enerjîya karkatî
(hîdro-elektrîk) û rojê me geşepêdan pê daye. Berhemanîna kehrebeya rojê bi rêya
kerta taybet û malan gihîştiye zêdetirî 115 megawatt, ev ji xeynî ku çendîn
wêstgehên din ên berhemanîna kehrebeyê bi enerjiya rojê di bernameya me de ne
ku zêdetirî 500 megawatt kehrebeyê berhem tînin. Li aliyekî din, di kabineya
nehem de jêrxaneke bihêz a kehrebeyê, neft û gazê hatiye avakirin û bi sedan
wêstgehên guhestin û dabeşkirinê hatine cihbicîhkirin. Li vir mînaka yek ji wan
wêstgehên berhemanîna kehrebeyê li Germiyanê behs dikim ku bi rêya gaza bi
fîroçûyî ya kêlgeheke neftê hatiye xebitandin û 165 megawatt kehrebeyê jê tê
berhemanîn. Cara yekem e di dîrokê de ku ji ber geşepêdana kerta gazî û
çaksaziyên kerta kehrebeyê, Herêma Kurdistanê karî ye kehrebeyê hinardeyî
navçeyên din ên Iraqê bike li Deşta Neynewa, Kerkûk û Diyalayê.
Ligel van hemûyan jî, hêşta asteng mane ku divê hikûmeta Iraqê kar bo wan bike,
ji van: Dawîanîn bi diyardeya çekdarî ya li derveyî yasayê û pesendkirina
yasayeke hevçerx a neft û gazê ku mafê destûrî yê hemûyan û bi taybet mafên
destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê biparêze. Ev yasa divê bi hevparî di
navbera Hewlêr û Bexdayê û parêzgehên berhemanîner (wek Basra) bê darêştin û êdî
rê neyê dan aqiliyetê navendî (merkezîyet) ziyanê bi vê welatî û gelên Iraqê û
gelê Herêma Kurdistanê bigeyîne. Herwiha pêwîst e Iraq wek çawa sotemeniya
piştgirîkirî bo hemwelatiyên xwe dabîn dike, bo hemwelatiyên Herêmê jî dabîn
bike. Herwiha hebûna posta Cîgirê Giştî yê kompaniya SOMO bo Kurd pir girîng e û
divê desthilata zêdetir pê bê dan.
Bi awayekî giştî kerta neft û gazê li Herêmê, bi îradeya Serokê Hikûmetê ji
karteke guşarê ve guherî bo karteke hevpar a yasayî. Pêşwaziya germ a Amerîka,
Neteweyên Yekbûyî û Ewropayê ji peymanên navbera Herêm û Bexdayê, piştgiriyeke
siyasî û yasayî ya bihêz daye me û dandanpêdaneke fermî ye bi wê ku proseya
neftê li Kurdistanê destûrî ye. Niha nexşerêyek ber bi pesendkirina yasaya neft
û gaza federal û cîgîrkirina pişka Herêmê di budceyê de heye, ku ev jî
seqamgiriya darayî ya demdirêj bo xelkê Kurdistanê dabîn dike. Rêznegirtin li
destûrê û sepandina navendîyetê ziyana mezin bi aboriya enerjiyê û demokrasiyê û
xweşguzeraniyê geyaniyê, lê peyrewkirina felsefeya federalî û namerkezîyetê wisa
dike ku enerjî û neft bibe hewênê xêr û xweşiyê bo hemû pêkhateyên Iraqê û gelê
Kurdistanê.
