Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê: Girîngiya enerjiyê skêça hevkêşeyên siyasî yên nû diyar dike
Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a
Kurdistanê: Girîngiya enerjiyê skêça hevkêşeyên siyasî yên nû diyar dike.
Navnîşanî (Sernavê) vê carê yê bazneya gotûbêjê «Girîngiya enerjiyê di ji nû ve
dariştina stratejiya hevkêşeyên siyasî de li herêmê» bi awayekî eşkere amajeye
(îşarete) bo هندێ ku em dixwazin gotûbêjê li ser wan «hevkêşeyên siyasî yên nû»
bikin ku piştî van şeran bi awayekî giştî li ser asta navçeya Rojhilata Navîn û,
bi awayekî taybet di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de guhertin bi ser de tên,
ne ku nexşeya siyasî ya navçeyê. Ev jihevveqetandine jî nîşana hûrbîniyê ye.
Tom Barrak, Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û nûnerê Serok Trump ji bo Sûriye û
Libnanê û bi awayekî nerasterast ji bo Iraqê jî, pir bi zelalî tekez li ser wê
yekê kiriye ku «tevî ku nexşeya Sykes-Picot di maweyê zêdetirî 100 salan de
îsbat kir ku nexşeyeke şikestxwarî ye, lê ev nexşeya nayê guhertin û hevkêşeya
siyasî ya nav dewletan tê rastkirin». Ev rastkirina jî bêguman wekî ku ew bi xwe
tekeziyê li ser dike «divê berjewendiyên Amerîkayê tê de parastî bin». Bêguman
berjewendiya Amerîkayê jî li seranserê cîhanê serçaviyên enerjî û dahatê ne.
Di nav vê çarçoveyê de, eger em xwendinekê ji bo Herêma Kurdistanê wekî
qewareyeke yasayî û destûrî di nav dewleta Iraqê de bikin û girê bidin bi herdu
serçaviyên enerjiyê «neft û gaz» ku Iraq jî xwediyê yedekeke pir mezin a herdu
serçaviyên «neft û gaz» e, nexwe divê hevkêşeya siyaseta nû ya neft û gaza Iraq
û Herêma Kurdistanê bi cûreyekî bê dariştin ku berjewendiya kompaniyên mezin ên
navneteweyî yên «neft û gaz» parastî bin. Di vê çarçoveyê de heta niha jî
îdareya Amerîkî ji siyaseta birêvebirina neft û gaza Iraqê nerazî ye. Donald
Trump rasterast bi serokwezîrê Iraqê re got: «Iraq xwediyê nefteke pir zêde ye,
lê nizane birêve bibe».
Di raporta vê gotûbêjê de ku di vê jimareya Gulanê de dixwînin, pir bi hûrbînî
behsa kêşeyên navbera Wezareta Nefta Iraqê û Samanên Siruştî yên Herêmê û şêwazê
hinardekirin û firotina nefta Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ez naxwazim wan
dubare bikim, belku têm ser wê yekê ku çend girîng e ku niha Herêma Kurdistanê
wekî qewareyeke destûrî li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê heye?
Ji bo bersivdana vê pirsê, divê em vegerin bo wê demê ku proseya nivîsandina
destûrê Iraqê dest pê kir, ku cenabê Serok Barzanî rasterast serperiştiya
(serokatiya) piraniya şanda danûstandinkara Kurdistanê dikir, ji bo gotûbêjkirin
li ser dariştina rešnivîsa destûrî.
Ew tiştê ku di dîroka nivîsandina destûrê Iraqê de ji bo Herêma Kurdistanê bû
destkeft û cihê şanaziyê, sê xalên girîng in ku bi pêdagiriya Serok Barzanî
hatin xistin nav destûrî de:
1- Çespandina maddeya 140 ji bo çareserkirina kêşeya navçeyên Kurdistaniyên
derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. 2- Hiştina hêza Pêşmerge wekî beşek ji
sîstema bergiriya Iraqê û parêzera Herêma Kurdistanê. 3- Derxistina desthilat û
siyaseta neft û gazê ji çarçoveya desthilatên hêsrî (taybet) yên hikûmeta
fîderal û dabeşkirina wê desthilatê di navbera herêm û parêzgehên xwedî neft û
hikûmeta fîderal de.
Ev sê xalên girîng, ku sê kofleyên (stûnên) girîng in ji bo diyarkirina sînor û
hebûna Herêma Kurdistanê bi awayekî destûrî, heta niha û piştî derbasbûna 20
salan bi ser pesendkirina wî destûrî de, cihê kêşmekêş û bingeha hemû kêşeyên
navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta fîderal in. Encama kêşeyên van sê xalan jî
astengî ji bo hemû sektorên cuda yên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê drust
kiriye.
Piştî sala 2005an ku li gorî destûr hikûmetên li pey hev ên Iraqê hatine
avakirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di ti hikûmetekê de beşdarî
nekiriye eger di bernameya karê hikûmetê de pir bi zelalî wext (soz) nedabît ku
van sê xalan bicîh dike. Heta di kabîneya dawî ya hikûmeta Iraqê de bi
serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, di çarçoveya bernameyeke wezarî de rêkeftin hat
îmzekirin û paşê di parlamena Iraqê de hat pesendkirin. Soz hatibû dayîn ku her
sê xal wekî xwe werin bicîhkirin, lê wekî ku di vê gotûbêjê de pir bi zelalî
hatiye nîşandan «zalbûna aqliyeta navendî (sentralî) di nav desthilatdarên Şîe
yên Iraqê de rêgiriya sereke ye li beranberî bicîhkirina rêkeftinan». Divê ev
aqliyeta navendî zû yan dereng guhertin bi ser de werin û xwe bi sîstema fîderal
re li ser bingeha «hevsengî, hevbeşî û sazanê» biguncînin, ku ev dirûşma PDKê bû
ji bo hilbijartinên dawî yên parlamena Iraqê.
Xala bingehîn ku ez dixwazim tekeziyê li ser bikim ew e ku dûrbîniya lojîkî ya
Serok Barzanî ji bo parastina hebûna Herêma Kurdistanê prensîp e û tawiz (saziş)
li ser nayê kirin. Rast e neyarên me dixwazin di bin guşara serbazî û aborî de
em paşvekişînê ji wan prensîpan bikin, lê îrade û lojîka Serok Barzanî bi
kirdarî ew sê xal wekî yasa û destûr kiriye emrê waqi' û, aliyê beranber neçar
e dema tên ser mîza danûstandinê, dan pê de binên.
Derbarê girîngiya «enerjiyê» jî ku babeta gotûbêja vê carê bû, ew rastî ji bo me
derxist ku niha Herêma Kurdistanê bi kirdarî li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê
kerekterekî diyar e. Her dewlet û qewareyek ku li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê
hebû, nexwe ti hêz nikare piştguh bixe (feramoş bike).
