• Thursday, 23 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kir

Gulan Media April 22, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kir

Îro 21.04.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana parêzgeha Duhokê kir û li gel berpirsên rêveberiya parêzgehê civiya û tekezî li ser xizmetkirina hemwelatiyan û giringidana zêdetir a projeyan kir.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter li ser hejmara xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye, di runiştin û civînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li xizmetkirina hemwelatiyan û giringîdana zêdetir a projeyên xizmetguzariyan kir.

Herwaha Serokê Hikûmetê amaje bo pêwîstiyên rêzgirtin ji tevahiya hemwelatiyan re kir, bi taybetî rêzgirtin û malbatên serbilind ên şehîdan û tekoşeran ku erkekî li pêşiyê ye.

 

Basnews

Top